Dr.phil:Ebdilmecît ŞêxoDi van sê hejmarên jorîn de em kanin van çîrokên jêrîn bixwînin;1-(Ehmed Çeleb),çîrokbêj (hej 17).2-(Sîropîvaz),çîrokbêj.3-(şêr û mişk û rovî),Birahîm Îsa(hej.18).4-(jin jî hene û jinok jî hene) Çîrokbêj 5-(lê ne bê tiving ),Melayê Şozê.6-(Kirasê bextiyariyê).Evdilezîz Metwar.(hej.19). Emê li vir bi kurtî naverokên çend çîrokên vebjartî û balkêş li ber çavên xwendevanan rêxin;çîrokbêj bi vê hevoka di nav çêrokbêj û gel de pir naskirî çîroka xwe dest pê dike:(Carek ji caran rehmet li ser dê û bavê guhdaran;)paşê ew çîroka xwe dibêje.Çîrokbêj çîroka xwe di bin navnîşana (Ehmed Çelebî) de weha dest pê kiriye:Carekê şivanê gundekî û gavanê gundekî dîtir gelek dostên hev bûn,ew heroj li çolê hevdu didîtin,
rojekê gavan dît ku şivan bê kêf e,gavan ji şivên pirsî:Bira tu çima bê
kêf î ?.Şivên got:Min şeva çûyî xewnek dîtîye,lewra ez bê kêf im;min dît
ez dirêjkirî bûm;Roj li milê min yê rastê bû,Hêv li milê min yê çepê
bû û du stêrk li ser sîngê min dilîstin,li vir gavan ji şivên pirsî,tu
xewna xwe bi çêleka min nafroşî?Şivên gote gavên: Belê ,ez difroşim.
Êvarê gavan bi gundiyên xwe re got:Divê hûn li gavanekî din bigerin!Ezê
herim cihekî din û ew di sibeha din de çû.Di rojekê de çû ber dergeha
Diyarbekirê,lê derî girtî bû, gavan dît ku mirovek li ber dîwêr razaye û
hespê wî jî li wê derê ye,gavan li nik wî rûnişt û ew şiyar ne kir,lê
ewî dengek ji serê dîwêr bihîst û ew bi gavan re dibêje:Bigre gavan!
Gavan ew girt û ewî dît ku ewa xurcek tijî zêr in û bi wî re got:Wan
deyne ser hespê xwe û tu alî min bike taku ez jî bêm cem te,gavan
alîkariya wê kir û ewa jî hat,lê awa kî bû? Ewa keça hakimê Diyarbekrê
bû. Keçkê bi gavên re got: Sîwar be,gavan keçik li pişt xwe sîwar
kir û ew çûn ta roj li wan hilhat,Keçikê got:Min di xewna xwe de dîtiye
ku ez bûme jina şivanekî û xweda bike ku şivan were û ne gavan were,
piştî demekê; keçkê di dilê xwe de got:Ez bicerbînim û got: Xwazî ev
mêrgçîmena han tijî pez bûya û tu jî li ber bûya û du seg li paş te
hebûna,mêrik deng ne kir,li vir jinikê di dilê xwe got:Ev gavan e û
ev ne şivan e, lê ew hîn di rêkê de derin, keçikê dîsan got: Xwazî ev
mêrga tijî dewar bûya û tu jî li ber bûya! Gavan got:Xwazî,lê
keçikê zanîbû ew mirov gavan e û ew ne şivan e,ew çûn û gihane
Musilê,ewan li wir xanîk ji xwe re kirê kirin û li wir mehra xwe jî
kirin,lê navê vî gavanî Ehmed Çelebî bû.Rojekê gavan Ehmed Çelebî çû
hemamê(serşokê),ew ji hemamê derket û zêrek daye hemamcî,jina hemamcî
got:Ehmed ehmaq e,yan jî ew mirovekî zor mezin e û paşê wê bi mêrê xwe
re got:Bila ew siba were cem me taştê bixwe,bila ez wî bibînim, Ehmed
bi jina xwe re got:Ezê herim cem hemamcî taştê bixwim,lê jina wî jî
got:Bila hemamcî were cem me taştê bixwe.¬Ehmed taştê li cem hemamcî
xwar,lê jina hemamcî ji wî pirsî,te çima birinc nexwar¬¬¬?Ehmed got:Ez
ji birincê aciz bûme,li vir jinikê got:Ehmed mirovekî mezin e û ew ne
ehmeq e. Di pişt re hemamcî jî çû mala Ehmed Çelebî,çavên wî li jina
Celebî ket,hişê wî çû,lê jina Çelebî got:Tu birayê mêrê min î,yan tu
kurmamê wî yî, ewê dest avête darekî û li hemamcî xist,hemamcî çû cem
hakim û ewî kir hawar û bi hakim re got:Mal ji min re jin ji te
re,hakim got:Herin wî bikujin û jina wî ji min re hûnin,lê wezîr(şalyar)
qebûl ne kir û got:Bila hakim tiştekî ji wî bixwaze ku ew nikane wê
pêkbîne û bila paşê wî bikuje,hakim Çelebî xwast cem xwe û bi wî re
got:Çelebî ez hinek sêvên cinetê ji te dixwazim û eger tu ji min re
nînî,ezê te bikujim,Çelebî hat cem jinka xwe Xemgîr,jinikê bi Çelebî re
got:Xweda xêr bike,Çelebî bi jina xwe re hemû got,lê jina wî got:Tu here
cem hakim û ji wî re bêje:Tu mihleta(fersenda) çel rojan bide min,ezê
ji te re bînim û mesrefa min û mala min ji kîsî hemamcî ye. Çelebî
zivirî mala xwe,jina wî bi wî re got:Tu wê hişîniya hanê dibînî,abidek
li wir heye,ew quranê dixwîne ,tu here cem wî,ewê sêvan ji te re peyda
bike, Çelebî çû cem wî,bi abid re got:Ez bi te û tu bi xweda,Abid
got:Siba în e,tu here nav hêşaniyê,ew rezê serdara periya ye,birkek avê
di nav rêz de heye,darek ya gula li ser birkê heye,di nav dara gulan
de xwe bike xew û dema bibe sibe û roj bilind bû ,sê kevok wê bên li
ser dara sêvê, ji wan didu wê biçin nav rêz û yek wê were ser birka
avê, ew serdara periyan e,kevelê wê ji wê bidize û wê hûne cem xwe,ewê
sêva ji bo te bîne.Çelebî kevelê wê ji wê dizî,lê wî ji wê pirsî tu ins
î,lê tu cin î? Lîbasekê bide min,ezê xwe pê bistirînim,Çelebî ebayê xwe
dayê,ewê ji Çelebî pirsî tu çi dixwazî,Çelebî got:Ez hinek sêvên cinetê
dixwazim,ewê gote Çelebî,sêvên cenetê mihal in,( tune ne), lê belê ezê
sêvan ji baxê îrem ji te re bînim, serdara periya bang li hevalek xwe
kir û gotê: Zûke kefik(mistek sêvên cinetê(buhiştê) ji baxê Îrem bîne! Perî
çû û sêvên cinetê anîn,Ehmed Çelebî serdara periya li pişt xwe sîwar
kir û hat mala xwe,di wê şevê de serdara periya li xwe mehir kir. Bi
sibê re sêv birin ji hêkim re,lê dîsan vê carê herdu jinên Çelebî li
hemamcî xistin û hemamcî dîsan çû cem hêkim û got: Ta niha yek bû,lê
niha bûne dudu,hêkim got: Herin Çelebî bikujin û herdu jinên wî ji min
re hûnin!Lê dîsan wezîr qebul nekir û gotê:Tu tiştekî ji wî bixwaze ku
ew niknibe bike û paşê wî bikuje.Hakim bi Çelebî re got:Ez ji te
dixwazim; tu îşev heta sibehê ji min re qesrekê ji zêr û zîv li ser avê
çêkî,eger tu nekî,ezê serê te jêkim.Çelebî vegeriya mal,jina wî ya
serdara Pêriya gote wî: Xweda xêr bike,Çelebî hemû tişt bi wê re got,lê
jina wî bi wî re got:Tu here cem hêkim û bêje baş e,ezê çêkim,lê bila
hemamcî bi nîvî mesrefê(lêçûnê)alîkariya min bike,Çelebî bi hêkim re
weha got.Hakim mala hemamcî giş istand û ewa radestî Çelebî kir,jina
Çelebî ya serdara periyan bi cinan re got:Divê hûn Îşev heta sibehê
qesrekê ji zêr û zîv li ser avê çêkin û wan bi wê re gotin:Qenc e. Di
sibehê de rabûn û dîtin qesir çêkirî ye,Çelebî û hakim çûn qesrê,hakim
li gel wezîrên xwe û hemamcî çûn qesrê,serdara periyan got:Mêrê min li
gel wezîr ji qesrê derxînin û qesrê di gel yên din di avê de winda
bikin,wan wisa kir û paşê wezîr kirin hakimê bajêr . Çelebî li mala
xwe rûnişt ta ku Xweda du lawik ji herdu jinan danê,lê rojekê Çelebî
xwe dirêj kiriye,serdara periyan li milê rastê rûniştiye û keça hakimê
Diyarbekirê li milê çepê rûniştiyê û herdu lawik li ser sîngê wî
dilîzin,Çelebî got:Ev xewna min temam bû,lê herdu jinan jî gotin:Me
xewna xwe dîtibûn, em bibin jina şivanekî û(çîrok çû deştê û bavên me
çûn bihuştê). Di vê çîroka jorîn de; em dibînin ku çawa lehengên wê
bi jîrbûn û hunerên lihevhatî rolên xwe dilîzin û çawa çarenûsên wan jî
ne herdem li gorî daxwazên wan bûn û ew pir bi fantaziyên mezin
pêkhatine,di vir de metelokeke Kurdî jî xwe di ber çavên me re derbaz
dike (Bûka li ser hespê tu nizanî qismeta kê .) Di çîroka (şêr û
mişk û rovî ) de jî Îbrahîm Îsa bi kurtasî weha dinivîse:Carekê şêrek
rastî roviyekî hat,şêr dît ku hirmek di devê roviyê de ye,ji wî
pirsî,ev çî ye tu dixwî? Rovî got:Ev hirme ye,şêr ji wî pirsî, hirme çî ye?Rovî got:Ew bi daran ve şîn dibin,ew tiştekî şîrîn e,şêr dîsan ji rovî pirsî,ew li ku şîn dibin? Rovî
gotê:Vaye li ser vî çîyayî hene,eger tu bixwazî,emê herin wir û ew
herdu çûn wir,şêr dilpijokî bû û ji rovî pirs kir,emê çawa van bixwin ? Rovî
got:Em rovî bi dûvên xwe lêdixin û wan ji daran diweşînin,şêr jî mîna
rovî dûvê xwe li darê xist,lê ew ne weşiyan,ewî ji rovî pirs kir kanî ew
ne weşiyan? Rovî gote şêr:Ezbenî xurtaniya we şêran di milên we de
ye,tu pişta xwe bidiyê û bihejîne!Şêr pişta xwe dayê,lê ew ne weşîn û
ewî dîsan bi rovî re got: Ew newşîn, çima? Rovî bi şêr re got: Ezê te
bi darê ve girêdim ta ku tu kanibî darê bihejînî.Şêr gote rovî:Min
girêde,rovî bi rovikên dewaran şêr ji jêr de tanê jor bi darê ve girêda
û ew ta dema êvarê bi darê ve hêşt.Rovik hişk bûn,tîngînî jê dihat,paşê
rovî bi şêr re got:Xwe veweşîne,şêr xwe veweşand,parsiyên wî gihan hev û
ewî bi rovî re got:Tu zû min ji darê veke!Ez mirim,rovî li şêr vegerand
û got:Tu bimre sehê pîs,me ji berê de şêr bi daran ve girêdidan,şêr
çend rojan bi darê ve maye girêdan,paşê mişkek di bin lingê wî re çû û
hat,şêr ji mişk pirsî; tu min ji vê darê venakî,ez mirim, lê mişk ji şêr
pirsî,kê li te weha kiriye? Hûn mezin ji berê de serek hevalên pîs û
qeşmeran in,eger ne em bin,herdem rovî wê wilo li serên we bikin, şêr
gote mişk: Ezbenî tu niha min berde û emê paşê deng bikin,mişk serê xwe
rakir û şêr filitand,şêr li mişk dinêrî û digot: (Tfî li wî welatî be
ku rovî mirovan girêdide û mişk mirovan berddide). Di vê çîroka
borî de;em dîsan hin diyardeyên balkêş dipelînin,yanê di civaka lawiran
de pir hatiye naskirin ku rovî xapînokên herî mezin in û şêr jî bi
rindî û bi hêzên xwe navdar in,lê tevî vê rastiya geşdar,dîsan rovî di
vir de û li pir deverên din kanin dubaran li şêran û lawirên din zû,zû
bikin û mixabin şêr hîn waneyên xweparêziyê di pêvajokê de
fêrnebûne.Li aliyê din jî mişkên ku di malan de cirîtê dikin û bê wijdan
xwarinên malan dixwin,cilûbergên xwediyên malan diqetînin ,dîwaran qul
dikin û her tişên xerap di malan dikin,ew şêran ji tengiyê rizgar
dikin,bêgûman ev çîroka rewşa siyasî ya dewletan dide ber çavên guhdar û
xwendevanên xwe ku çawa kesayetîyên qenc û xêrxwazên gel û welatên xwe
bi destên xerap têtin êşandin,têtin zîndankirin, lê ew bi destên kesên
mîna mişkan têtin rizgarkirin. Lê çîroknivîs di çîroka (jin
jî hene û jinok jî hene)hejmara,(19) an de dibêje:Padîşahek hebû,biryar
istand ku ji şîvan û şûnda bila çire vêketî nemînin,lê ewî dît ku di
şevekê de çirek di qesrekê de vêketiye,ew û wezîrê xwe derin qesrê, ew
di wir de qîzekê û xortekî dibînin,ew qîz û xort bi dore
radikevin,Padişah ji wezîrê xwe pirsî,gelo kes heye ku dilên wan ji
hevdu bike?Wezîr got:Belê! Lê Padîşah ji wî pirs kir:Tu kanî pîrekê
peyda bikî ku dilên wan ji hevdu sar bike,wezîr got:Belê,ewî pîrek dît û
bi wê re got:Tu here filan qesrê û dilê keçkê ji xort sar bike û belkî
ew keça xurt bikuje û ewa were Padîşah bistîne.Pîr çû û ew keça
dît,pîrê dagrî,keçkê ji pîrê pirsî tu çima dîgrî dayê? Pîrê got:Dilê min
bi te dişewite,tu layiqî Padîşah î,keçkê got:Lê ez çawa bikim?Pîrê
got:Êvarê di xewê de bi kêrekê serê wî jêke û paşê Padîşeh te bibe.Pîrê
êvarê bi wezîr re got:Min kar qedand û herin, keçik wê serê xort jêke û
ewê serî wî ji we re bavêje.Padîşah û wezîr çûn qesrê û keçkê rast
xort kuşt, serê wî jêkir û avête cem Padîşah,lê Padîşah serê wî bi xwe
re bir.Di sibeha din de keçik anîn ji wî re,lê Padîşah ewa xenqand û
bêhna wî jî pir teng bû û ji wezîr re got:Madam pîrek ewqas bêbext
in,vaye ez diçim ber behrê(deryayê)û ezê piştî çel rojan vegerim,ez
emir (fermanê) didim te; ku tu serên pîran di bajarê min de jêkî û
pîreka min û xwe jî bikuje! Wezîr berê pêşîn jina xwe kuşt û paşê xwast
diya xwe jî bikûje,lê bavê wî nehêşt û gote lawê xwe:Tu dîn bûyî,wezîr
got: Ev fermana Padîşah e,bavê wî got:Eger weha ye;tu bisebire taku
Padîşah tê,ezê ji wî pirsekê bikim,eger qebul nekir,bila te jî
bikuje,Padîşeh hat û ewî dît kesek ne hatiye kuştin,Padîşeh vegerî mal û
bi wezîr re got:Min ferman daye te ku tu pîrekê bikujî,lewra ezê serê
te jêkim.Wezîr gote Padîşah:Bavê min ne hêşt ku ez tukesî bikujim,bavê
wî hat cem Padîşah û bi wî re got:Padîşahê min!Ez xurt bûm,karê min
nêçêrvanî bû, rojekê sîwarek di ber min re diçû û silav neda min,ez pir
qeherîm û min bi xwe re got:Ezê filan kes bim û ew silavê nede min,lê ez
ji piştve gihame wî û min lêxist,ewî deynekir û çû!Ez carek din li dûv
çûm û min carek din lêxist,ew li min zivirî û ez hilanîm,min pir kir
qêrîn û got: Ji boyî xweda tu min berde,ezê ji te re bibim xulam,ez
hilanim û ez danîm ser hespê min û şûrê min jî daye destê min û gote
min:Ez kuda diçim,tu li dûv min were,lê tu li ser îşê min xeber nede! Ew
çû û ez li pişt wî çûm,em gihane qesrekê û ewî serê hespê daye destê
min,ji min re got¬¬¬:Kuro ezê herim vê qesrê û eger ez piştî du
setan(katjimêran) ne hatim,xurca min tijî zêr e û wan ji xwe re bibe, ew
çû qesrê û vegerî û bi min re got: Bigre! Min ew girt û min dît ew
serên heft mirovan in û bi min re got:Sîwar be û em çûn û em gihane
ser tirbeke nû û ewî devê tirbê vekir û bang kir û got: Min heyfa te
istand û ew zivirî û bi min re got: Tirbekê ji min re veke! Min tirbek
vekir û min dît ew dixwaze xwe bikuje,lê min got:Tu ji min re mesela
xwe bêje û ewî ji min re got: Ez qîzek im,ev tiraba han mêrê min bû,ev
heft seriyên han pismamên min bûn,dilên wan bi min de hebûn, ew rabûn
mêrê min kuştin, min jî wed(soz) kir ku ez heyfa wî nestînim,ezê wilo li
dinyayê bigerim û min îro heyfa wî bi destên xwe hilanî û ezê jî xwe
bikujim, ez di pey wî re tu mêran nakim û ewê xwe kuşt.Padîşayê min(jin
jî hene û jinok jî hene).Di nav bajarê te de qenc jî hene û xirab jî
hene, lê Padîşah jî wezîrê xwe efu kir. Wek me dît ku çawa jinekê
bi hemû awayên lihevhatî û pir bi tektîkên serketî tola mêrê xwe vede û
ewa sozê dide ku ewê bimîne dilsoz ji mêrê xwe re û ewê bimîne jinek
dilsoz û nabe jinokek erzan û bê rûmet. Lê Evdilezîz Metwar di
çîroka(kirasê bextewariyê) de dibêje:Carekê Padîşahek hebû li nîvî
dinyayê hukim dikir,ew bi janek giran ket,derman ji wê re ne hate
dîtin,lê hate gotin jî ku pisprekî mezin heye, ew kane derdê Padîşah
derman bike,pispor hat û got: Dermanê nexwaşiya te hêsan e,divê tu
kirasê mirovê bextiyar li xwe bikî û tuyê çê bibî,pispor çû welatê xwe,
vê carê ew li kirasê mirovekî bextewar digere,ji wî re gotin: Wezîrê
Padîşah pir bextewar e û ewan ji wezîr kiras xwastin,wezîr bi wan re
got: Hûn şaş in,hûn nizanin şûrek di ser serê min de hilawistî ye
(rakirî ye) û ew bi benekî zirav ve girêdayî ye,ben biqete,şûr bikeve
canê min,ma ji min bextreştir tukes heye?Ji ber eşqa mezinahiyê;min ev
bi çardeh destan girtiye û ji tirsa ku Padîşah min ezil (ji kar
derxîne) bike,ez bi şev jî nikanim xewkim,ew ji wî geriyan û çûn cem
Qazî(dadgir)û kirasê wî ji wî xwastin,qazî jî got:Xweda tu kesî neke
mîna halê min,ez di şevê pêda didim ser hev ku çawa ezê doza xelkê
safî(çareser) bikim,ma bexteyarî ev e?Vê carê ew çûn cem
tacirekî(bazirganekî)mezin û kirasê wî ji wî xwastin, bazirgan got:Erê
gelek malê min heye,ez xwe dikujim ku ez wê zêde bikim û li aliyê din
ji tirsa xesarê texmînan dikim,bi şev vaporên min yên di deryayê de ne
têne bîra min,dewlemendiya min bi vî terzî ye(awayî ye), ew ji wî
geriyan û ew çûn cem memûrekî (karmendekî) hukumetê û kirasê wî jî ji wî
xwestin,lê ewî got:Ez bi saya Xweda û Padîşahê cîhanê sitirî
me,mehaneya min hindik e,zaroyên min zehf in( pir in) û ez deyndar
bûme,berdevkên Padîşah ji wî jî geriyan û ew çûn cem gundiyekî û
kirasê wî ji wî xwestin û gundî jî bi wan re got:Kînga we gundiyek
bextiyar dîtî- ye,çavên me li ezmên ne, gelo baran heye yan tune ye,eger
sal xerap be, emê deyn bikin,berdevkên Padîşah dîsan geriyan û li
mirovekî bextiyar geriyan,lê ew li derekê ne dîtin û li dawiyê ew
vegeriyan qesra Padîşahê. Rojekê di dîwanxanê de rûnîştîbûn,ewan
bihîstin ku yek bi şahî distirê,ew çûn cem wî jî,dîtin ew jî belengazek
e,kirasê wî ji wî xwestin,derwîş bi ken li wan vegerand,belê ez
mirovekî bextiyar im,ji ber ku kiras li cem min nîne,eger kirasek li cem
min hebûya; ma ez kînga ne bextiyar dibûm-? Vaye em di vê çîrokê
de gelek nêrînên hişmendî û nêrînên ne hişmendî dibînin,karmendê
dewletê belengaz e,lê ew xwe bextewar dibîne,lê em dîsan nikanin
têbigînin ku çawa ev Şahê ne dadmend dixwaze kirasê dewlemendiyê ji
kesên din bistîne û wan belengaz û perîşan bihêle!!!???
Dûmahîk heye Efrîn,8.05.2024
|