Mizgîn HeskoJi temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek
Rê û rêwan
Hîn jî avrêl in...!
Çend bîstikên din
Û di xirecira bihara navîn de
Tiliyên keskesorê
Perwane vêdixînim...!
Dem û dewr
Hîn jî elind e
Pêkên...
Ku hogirî dilê siruþtê bûne
Û tevî têlên rêsayî
Û pencên êþê
Bifirê dixînim...!
Û hêvî...
Deriyekî vekirî û bê dawî ye
Êdî vegera jê...
Xwekuþtin e
Û ji destxistina heyvanê roniyê
Hem dilzarî
Û hem mirin e..!
Wiha û di vê riyê de
Ji temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek...!
Baweþîna gulava omîdan
Yan jî...
Bênderek ji nîsanokên sava?!
Destên tîrêjê
Çivîk...
Ji hêlînên hevrîþimîn
Û ber bi kenaran ve
Bi çîvçîva xwe
Û kulîlkên ji þaxikên daran
Weriyayî !
Û liv û tevgera spêdeyê
Ron, biþirîn û silav e
Û ev tiliyên bi hingivê hunerê
Mest..
Ji þanên xwe der tên
Û li ser kirasê asûmên
Vedigerin pirpirîkên matmayî
Û piþtî bîstikekê
Di xirecira werzê de
Û li ser pêsîra hêviyê
Pir hêmin
Û rewan aza
Diçin ava...!
29.Avrêla 2024