Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Li gundê Mozelanê Dîtinek Bi Rêzdar Hecî Dihamê Mîro re

 


   Apê hêja, li destpêkê, bi navê weşana NEWROZ ya ku bi zimanê kurdî li Sûriyê tê weşandin, em hêviya saxlemî, tendurustiyeke baş û temenekî dirêj ji we re dikin.
    Di baweriya me de, gelê kurd, miletekî wefadar e, tucarî ew xebatkar û têkoşerên xwe ji bîr nake, rêz û rûmeta wan bilind diparêze, ji ber ku nifşê me yê îro, bi saya xwedê û serê wan xebatkaran îro xwe kurd nas dike, li zimanê dayika xwe xwedî derdikeve, xwîna kurdayetiyê di damarên wî de digere.


1-Pirsa me ya pêşîn ew e ku hun ji kerema xwe re, kurtejiyana xwe ji xwendevanên Newrozê re pêşkêş bikin?.

Ez Dihamê Mîro yê Mîro, ji êla Hesina me, sala 1921an, li gundê Sêgirka Mîro ji dayik bûme, vêga, temenê min 86 sal e. Eve bêtirî 500 salî ye ku êla me li vê derê cîwar bûye. Bavê min, di komîta danîna sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê de endam bû. Niha, ez bê nasname me, ji ber ku di sala 1968an de, ew ji min hatiye kişandin, mixabin, niha, di welatê bav û kalên xwe de, ez biyanî me!!...

2-Li gor em dizanin, di sala 1965 an de, Partî bûye du parçe, kongirek li kurdistana Iraqê ji bo yekîtiya partiyê hatiye li darxistin. Hun dikarin li ser vê babetê ji me re  baxivin?.

Ev kongirê ku hun dibêjin, di dawiya Avdara sala 1970an de, bi serperiştiya seydayê Barzanê li Nawperdanê hate li darxistin. Rêzdar Derwêşê Mele Silêman wê demê li Kurdistanê bû, weke mirovekî welatparêzî xweser, ji bo pêkanîna girêdana vî kongirî xebitî ye. Endamên kongir, ji herdu aliyên Partî(Çep,Rast) digel beşdariya hin kesayetiyên xweser ku ji kurdistanê em hatin vexwendin hate li darxistin.

3- Rêvebiriya demkî(Qiyada Merhelî) çawa hate damezirandin, endamên wê kî bûn?.

Rêvebiriya demkî ji 13 kesan pêk hatibû, stubarê wê ew bû ku herdu aliyên Partî(Çep û Rast) bikin yek. Endamên wê, 4 endam ji ber aliyê Çep ve, 4 endam ji ber aliyê rast ve, digel 5 kesayetiyên xweser. Li gora tê bîra min, navê wan rêzdaran ev bûn:
* Ji aliyê Çep ve: Ismetê Seyda, Ûsivê Dîbo, Behcetê Mele Mihemed, Şefîqê Elo bûn.
* Ji aliyê Rast ve: Temirê Mistê, Ibrahîmê Sebrî, Fêselê Hadî Axa,Restemê Mele Şehmo bûn.
* Kesayetiyê xweser jî: Şêx Mihemedê Îsa, Selîmê Ûsivê Haco, Derwêşê Mele Silêman, Sadiq, Dihamê Mîro bûn.
Komîteke şêwirdar jî hate bi navkirin, endamên wê jî ev rêzdar bûn: Mihemedê Mele Fexrî, Ebdela yê Mele Elî, Xalidê Meşayix, Kenanê Egîd, Mecîdê Haco. Piştî vegera me ji Kurdistanê, me hewil da ku em serkirdayetiya Partî bidin ser hev û li gor ji me tê xwestin, em yekîtiya Partî vegerînin. Lê, sed mixabin, her layekî endamên xwe yên berê vegerandin kar, yên rûniştî bûn vegerandin rêxistina xwe, da her layek ji me re bide xuyakirin ku hejmara endamên wan ji ya layê din pirtir e…Me kir, ne kir, wan li hev ne kir û hewildanên me ji bo yekîtiya Partî têk çûn.
   Di payiza sala 1972an de, kongireke din li Bamernê hate damezirandin, komîta Navendî ji van rêzdaran dihate pê:
Dihamê Mîro(Sekreter), Kenanê Egîd, Nezîrê Mustefa, Hemîdê Sîno, Ilyasê Remiko, Şêxmûsê Baqî, Mehmûdê Sebrî, Mustfayê Ibrahîm, Hûrîk, Zekeriya, Şêx Emîn Gulîn.



4- di 1-ê Tebaxa sala 1973-an de, ji ber hilwesta PARTÎ ya dij pilana Kembera Erebî, dezgehên ewlekariyê êrîş birin ser gundê Mozelanê ji bo girtina we, bi hovîtî gule berdane xelkê, mirovek hate birîndarkirin, ew bûyer çawa çê bû, kî hate girtin, kî li derve ma?.

Di wê şevê de, civînek li gundê me Mozelanê pêk hat, tevî ku li ba me biryar hebû, gundên endamên komîta navendî tê de hebin, ji bo parastina wan û ya Partiyê, divê ti komcivîn di wan de çê nebin, ji ber ew gund di bin çavdêriya dezgehên asayişê de bûn. Herdu nobedarên min jî çûne wê civînê. Rezekî me nêzîkî gund hebû, ez çûme nav rêz, li wir, rûniştim, çavên min çûne ser hev û ez xilmaş bûm, rabû ez çûme malê, derî li xwe girt û razam. Asayişa dewletê bi ser gund de hatin, ji birayê min Mihemed xwestin ku mala min şanî wan bide. Ji birayê min we ye ku ez ne li malê me, ji ber wî birayara komîta navendî zanîbû divê endamên komîta navendî li malên xwe ranezin.Li derî xistin, min bi xwe derî ji wan re vekir, min dît ku asayiş e. Min hewil da ku ez xwe nedim dest wan, lê, derfet nema bû, ez û kurê minî piçûk Kenan girtin, bi hovîtî destên min kelemçe kirin û dest bi berdana guleyan kirin. Di encam de, mirovekî gundî bi navê Emerê Hecî Mihemed hate birîndarkirin. Wê şevê, em ji Dêrikê birin Qamişlo, min dît ku vaye hevalên min jî girtî ne, pişt re, em rakirin Şamê.

5- Piştî girtina Rêvebiriya Partî, çawa kar û barê rêxistinê birêve diçû?.

Piştî girtina me, rêzdar Hemîdê Sîno û rêzdar Ilyasê Remiko kar û barê rêxistinê bi rêve dibirin.

6- Çend salan hun di zindanê de man?

Em ne bi hev re hatin berdan. Yê min bi xwe, ez 6 sal û 8 mehan di zindanê de mam. Dema şerê çekdarî di navbera rijêmê û rêxistina (Ixwan al muslimîn) de derkete holê, em berdan.

7- Têkiliya we di zinadanê de bi hev re çawa bû, çi ji hundirê zindanê tê bîra we?.

Bi rastî, li destpêkê, em ne li cem hev bûn, em di zindanên tekane de bûn, haya me ji hev tune bû, lê, di payiza sala 1973an de, piştî şerê bi Israyîlê re, gelek Cihû hatin zindankirin, rê di zindanên tekane de nema, rabû em kurd anîn cem hev.Têkiliyên me bi hev re biratî û dostane bûn. Piştî 3 salan di zindana parastina hudirîn de, em guhestin zindana Al Qela, ji nû ve, rê dane me ku di bin çavdêriya berpirsiyarê zindanê de em pêşwaziya xwedî û malbata xwe bikin, lê, divabû em bi  zimanê Erebî bi merivên xwe re bipeyivin.

 8-  Di nerîna we de, ew hilwesta we ya wê demê ji pilana Kembera Erebî rast bû ? .

Di baweriya min de, ew daxuyaniya ku me wê hingê da weşandin rast û durust bû, mêranî û wêrekî li gora wê demê têde hebû. Bi gelemperî, em li kar û xebata xwe ne poşman in, çimku, li
gor zanebûn û karîna xwe, me di ber mafên gelê xwe de kar dikir.

9- Hun dixwazin çi ji tevgera gelê xwe re bibêjin apê hêja?  

Partiyên me yên kurdî îro li ser riya xebatê li ber xwe didin, lê, hêviya min ewe ku ew lêvegerekê ji xwe re ava bikin, ew lêveger, nûnertiya gelê kurd ser û ber bike. Ya din, ez avakirina ragihandina Şamê gaveke li pêş dibînim, gereke em destên xwe têxin destên hêzên Erebî yên demokrat û bi hev re em kar û xebatê ji bo welatê me hemiyan Sûriyê û ji bo gelê xwe yê kurd bikin. Di baweriya min de, bi vî karê hevbeş, emê karibin guhertineke demokrat a aştiyane di welêt de peyda bikin.

10- Ji keç û lawên kurdan re, hun dixwazin çi bibêjin, çi şîretên we ji wan re hene?.

Şîreta min a pîşîn ji wan re ewe ku ew li zimanê dayika xwe xwedî derkevin, xwe hînî xwendin û nivîsandinê pê bikin, ji ber ku ew zimanekî şêrîn û delal e, gereke em ji nijad û zimanê xwe fedî nekin, çimku ew jî mîna zimanê gelên cîhanê ye, ya din, ez dixwazim ew guh bidin xwendin, rewşenbîrî û zanistiyê, ji ber ku dema me ya îro, dema xwendin û zanebûnê ye.Ya dawî, ez ji wan re dibêjim, ji hevdu hez bikin, destên hev bigrin, rûmeta hev nas bikin, bera kîn û berberî û nezanî di civaka me de nemîne.

11-Gotina we ya dawî ji xwendevanên NEWROZ ê re çiye?.

Ez sipasiya desteya Newrozê dikim ku îro ez hatime bîra wan, dilxweş im ku we silavek daye kalemêrekî xwe, yê ku rojekê di ciwaniya xwe de, di ber doza gelê xwe de girftar bûye, silavên min, ji xwendevanên wê re hene, dilê min bi dîtina we geş bûye, ez bi hêvî me ku rojên bên, rojên aştî û wekheviyê bin.
-----------
Jêder: rojnama Newroz, Hejmar (74) - Hizêran - 2007 z-2619 k

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark