Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Careke din Rêjîma Efleqî Gelê kurd li Sûriyê Tarîb dike

 


  Mihemedê Seyid Husên

Li ser birayê xwe şêre…lê di qewxa şer de şikêre. (pend)
Nemaze çaxê ku ji dil kurd weke bira tenha di hemweltiyeke destûrî de bixwe re yekpare pesende bikin, li bal min hinga lêmikurhatineke mafseza ye.


- Xelekên zincîra pirojeyên zagonên ewarte yên navristên pirtûka M.T.Hilal bi destên rêjîma eydiyolojiya totalîtarî hêj nehatine birrîn.
- Kertên Şanoya pîlangêrên şofonîzma Erebî ji 12 ê Avdar 2004 an ya xwîndar ve hêj bi giştî li Yarîgeha Qamişlo nehatine kirrîn.
Ne her gav û ne jî di hemî helkeftan de egere ku li ser rûberê dîrokeke dirêj bûyer û felaketên ku bi serê kuradan ji gel rêjîmên diktator hatine sedbare û dûvrêz bikim, hemî hevgar, serborî û pêhatiyên berbatkirinan yên ku miletê kurd di her çar pişkên dagîrkirî de ji destên hov û zirzopên dirinde bi tevayî ta biderzî vekim, bê layenî baweriya mine nemaze çi kesê mirovanînas ku dîroka herêma navbera herdû Çaman baş xwendibe û çaktir jî rabûdûyî pirsgirêka kurdî li sûriyê bûbe, teqez hinga dê berjeng û çavkanî di bafîkê de jêre pirnas bin, nemaze ku miletê kurd xwedî ciyografî û dîrokeke dêrîne di  herêmê de.
Di pêşî de dema ku dam û dezge tev dar û destekarên birêvebiriya hemî saziyên dewletê, bê ewarte li ber hemî akinciyên ku di bêrîkên xwe de radihêjin nasnameya heman welatî, nemaze ku bê kêmanî maf û erkên niştemanî çak û dirust bi cih tênin, tîbûn û birçîbûn, xizanî û belengazî, ewareyî û bê karî di hemî yasa û rewayên navnetewî de berpirsyariya karbidestên dewletê di çesipîne. Lewra pêdivî ye ku bi lezgînî bineçareyan ji bo hemwelatiyên xwe verêsin û zûtir jî peyda bikin, lê tu carî ne gereke û ne jî kesî ji bilî rêjîma Ba,is wisa kiri ye nemaze ku li ser pişta wêrankirina xan û manên hindek nişteciyên xwe tenha çima ku bi nîjadê xwe kurdin, xan û manekî nû li şûna mişextkirina yê pêşî bê qeregoykirina wan jî ava bikin, û pirojeyên wa kurtebîn, finasgenî û têr gelacî bê wext û paxav, bê xwendin û vekolîn di mafê kurdên bê sûc û guneh de bi fermana wezareta çandinî rajmêr 1682 /m.d. dîrok 3-2-2007 û di bin fermandayîna serpereştiya serokatiya qelemroy ya partiya Ba,is de, ji bo ku 150 malên Erebên navçeya Şedadê li 5 gudên kurd yên binekofa Dêrikê bi cih bikin da qena bi heman pilanên destqirêj bi yek carî rex û rêyên jiyaneke xwerû ji ber kurdên baskşikestî bigirin.
Her wiha ez dê weke temendirêjekî pîşzan û êşans neamze ku ji navkutka berxwedanê rêdemî pêvajoya hemî pirojeyên regezperest bûme, ezê bêtir hewl bidim ku destên xwe deynim ser birînê û dermanê êşbirrînê jêre peyda bikim, xal û mijarên ku rêkeftin û pêşgavên fîraz bidste ve tînin bi hingivînim, ezê bi dilbarî raberî vê pîlana şevnivistî hewleke mezin bidim ku alav û sedemên hêzdarî di rêbazeke yekgirtî de, bi giyan û handerekî gurîx û xweragirî, bi yekziman û helwestê biryara berxwedana siyasî û aştiyane bi afirînim, û pê jî weke serheldêrên raperîna 12 ê Avdarê ya yekgirtî hevbeş di bizaveke hevbest de, rêdemî tekoşîneke kargorî nemaze ku berevanî û bergiriya gireft û kêşeyên gelê xwe bi rêkûpêk dike.
Li bal min nemaze raberî pirojeyên wa nîjadperest û kîndar, gereke zêdetir coş û pêşbaziyeke rûmetdar bide civaka kurdî bi giştî û bi taybetî di pêşî de tevgera kurdî ya siyasî û rewşenbîrên xamesoz û namedar, nemaze ku bi lazbîrî gava bidin çarenûsên berhemdar û di encamê de têkdana pirojeyên şofonîzmê eşkere riswa û beravêtî bikin, û ji bo ji holêrakirina hemî pirojeyên ku bi yasayên ewarte hatine, tev pergala serbazî û dadgeriya bê sergoş ya dezgeyên ewlekarî, yên çûnî û yên ku hê jî tên gereke bê hedn û tebat em li van xalên jêrgotî pelendar bibin û li gora pêkarîna xwe jî pêk bînin.
1- berî her tiştî mîna pêşçare gereke tevgera kurdî li gel hevkariya tevgera rewşenbîrî hêmanên xan û manên mala kurdî li ser rewişt û rêpîvanên netewperwerî bi serûber û dirûz ava bikin.   
2- ji tevgera kurdî ya siyasî û ya rewşenbîrên serbixwe tev hindek ji rûdarên xwedî ezmûneyeke netewî û dîrokeke kargorî,  dûrî zavê hozperestî di civakê de, û hîç ne merce ku ji paşkokên êlên kurdî yên navdar bin , tenha ji bo ku partiya desthilat baş zanibe ku kurd baweriyên zanistî yên hemdemî rêbazdikin û qet bandora siyaseta ( perçe bik tê bimîne mîrza ) /ferriq tesud/ lê nekiri ye, ji van hersî hêzên hevpeyman gereke çarçuveyeke pêşewatî bi heman armanca jorgotî nemaze ji bo pêşerojên ku teqez bi rûdanên navgiran avisin bête damezirandin.
3- ji bo ku em berê tefşo ji ser xwe biguherin û li gwîzeka me nekeve û paoşmanî nema kêr û sûdê bide, nemaze ji bo biryardayîna tarîbkirina kurd gereke li ser bernameyeke rêkeftî û şêwazên çalakiyan li her cih û devera ku rêxistinên kurd lê hene û di hemî hêlekarên bexwedana aştiyane de bi xebitînin, bang û danezanên pirotisto û dupatkirinê di bin navê heman çarçeveya pêşewatî de belav bibin.
4- panel û civîn bêne lidarxistin û çanda fort, metirsîn û geflêxwarinê ji hemî çîn, tîre û derbirînên civaka sûriyê re bête şîrovekirin û pirojeyên wa tersgeleacî şût û tazî bibin, û li şûna wan xîm û stûnên giyanê xweragirî û desthilanînê xurtir bibin.
5- birêxistina şandeyên siyasî û rewşenbîrî bi berpirsyarên navendên çandî re, û li parêzgehê bi giştî di serî de serokê tayê partiya Ba,is û parêzgerê Hesekê li gel birêvebiriya navçeya Qamişlo û Dêrikê û pelgnameyên xweztekên serokatiya tevgera kurdî bidin destên tevan.
6- her wekî mercên herêmê bi taybetî piştî felaketa 12 ê Avdarê pir hestiyar û ragirtîne, nemaze ku kurd di pîlaneke xwîndar de zêdeyî 35 pakrewanên ciwan danîne û bi qasî ku ji me bê gereke em Erebên cezîrê li ber vê yekê xînin, nemaze ku rêjîm gelaciyê di destwerdana navxweyî de gurr dike, tenha ji bo ku ew bimîne mîrzayê helwestê û nvbênçiyê dest şûştî ji heman pirojeyan.
7- şandeyeke hilbijartî di gel gilînameyeke têr derbirîn here paytextê bi mrbesta ku hevdîtinekê bi serokomarê dewletê re çêbike, û bi hemî şêwekarên aştiyane hewl bide ku serok bibîne, tanî ku neçarî mangirtineke rûlirû jî bibe gereke ji bo dengvedana bûyerê vala venegere.
8- eger ku rêjîm hişkhelwestan bigire û ji ser pirojeyên xwe yê regezperest û genî venekişiya, hinga zor egere ku civaka kurdî bi hemî texlîtên xwe ve tev wan sakûl û sewteriyên ji wan welatparêztir û çêtir, nemaze ku di 12 ê Avdarê de serwatiya raperîna roja pêşî bi egîtî kirin, her wiha bi giştî raperin û bi meş û xwepêşandanên dupat û şermezarkirinê ji Dêrikê tanî bi taxa Zorava li şamê û hemî bajar û gundên kurdan lidarxînin.
9- destekdana cemawirên kurdistanî li hersê perçên dîtirê bi xwepêşandanên destekdanê yên wênegirtî bi taybetî li hemî bajarên mezin û bi guhêzin ser T.V ekranên setelaytên asîmanî yên cîhanî.
10- salixê heman pirojeya tarîbkirina kurd li sûriyê raguhêzin medya kurdistanî ya dîtin û bihîztinê û bernameyên hevpeyvînan yên riswakirina rêjîma şofonîzmê pêşkêşî cîhanê bikin.
11- hemî rêxistin û niwîneranên partiyên kurdî yên siysî û rewşenbîrî tev destekdana rêxistinên mafên miravan di cîhanê de li Ewropa, Emerîka û çi devera ku kurd lê hene û li her pênc parzemînên gerdûnê, meş, mangirtin û xwepêşandanên pirotistokirinê li ber deriyên balyozxaneyên sûriyê û tanî bi konseya ewlekarî ya navnetewî bê vewestan û rawestan bêtin lidarxistin.
12- arîşe û gengaziya teqnekî ramekêş û sereke ji bo kesê kurd ewe, nemaze ku heyvanê hiş û sewda di serê wîde hebe wê berî her tiştî li jêdera nûçeyên pirojeyên wa nijadperest ji berya 44 salan ve vepexêre, û li xwe vegere bê çendî dar û destekarên partiyên siyasî yên kurdî bihev re hûrpîş tanî nuha saz nekirine, û li hemberî wan û kêşeya netewa kurdî, çendî karbidestên rêjîmê ji hinga ve ne tebitîne û kurd xwebixwe, kurd û Ereb lihev di cixirandine û êl û tîreyên civaka cezîrê lihev har kirine, û sed mixabin tenha pîşesazekî kurd ê  ferezane tengî wê rewş û pergalê nedibû û çareyek jî pêşinyar nedikir, lêbelê ji serî de partîzanên me di awirên tenahezî û helperestî de roj li dûv rojê bêtir jihev dûr dibûn û zêdetir bi hev dibiliyan, û sed maşela ji xwedê re ku ji yek makê 12 dûnde zane û hîn tu likû ye ( malê ji te bibe sed mal ).
13- nan û ava xelkên Şedadê ne ji kurdên reben û belengaz tête xweztin ji sedên salan ve li wê beriyê bi cih û war bûne, ku ji tîna helkehelka wan bigihê asîmanê heftan, û ji nêza nûznûza wan bigihê tortor vêca çi sûc û gunehê kurd bi vê çîrokê heye, bi korîma wan kirî bela mafên xwe yên hemwelatiyê ji dewleta Ba,is bixwazin û kumçikê lihev sor bikin, û eger ku ewqasî dewlet xemxur û berketiyê wane, ango ku ne pîlaneke şofonî û gelacî be, bela co û cobarên ava şêrîn ji wan re ji Feratê Bêleçûkê bikişîne, Bîrên Irtiwazê bikole û bîne ber deriyên amalên wan, vebirr ne li ser pişta kurd û xaka bav û kalên wî wan dermale bike, diyare ku mijar di panava xwe de siyaseta nijadkujî û destêwerdana zêdebarî dijî kurd di meşîne, lê mixabin di çaxê ku kurd hê jî kêmrahînane, perçebûyî, bê palpişt û divayên hevpeymanî li gora xweztekên qûnaxê baş radestî xwe nekirine.

Xwendina Rewşenbîr Çawa Pirojeyê Raçav Dike:
Çendî jiyan dijware nemaze ku mirov li dîwarên xaniyê xwe ewle nebe. Çendî bar û posatên metirsînê giranin nemaze ku cerg û ziravê ser kezebê ji hinavên mirov koçber çûbin û alavên lephilanînê ji ferhenga mirov mişext bûbin.
Di cîhanê de pirnase ku rewşenbîr rûyê xawer di civakê de gewde dike. Mirovekî peltenik, dûrbîn, lezbîr û pêşverû ye, û bi kêr û zanyariya xwe zûtir giyanê xilmaşiyê şiyar dike.
Bi rastî  çendî em xwe bidin valî walî derpî bi qûnê ve zeliqi ye quretîfiroşî li bazarê nema çerxîkî tînin, rasteqîna dîrkî agahiyan dide ku dem ne ya şêwr û şîreta ye, ez gûman dikim îro kêm kes di hemî texlîtên civaka kurdî de hene ku vê pirojeyê, nemaze piştî ezmûneya pîlana 12 ê Avdarê û bi tyabetî di mercên herêmî û navnetewî yên lêhatî û keysenzêrîn de ku jinû ve  di xwe de bi qurmiçînin, gereke bi qîra heman raperînê kurd ji bo mafên xwe di hemwelatiyê de, erk û egersezayên evra bo netewa xwe bi han û halana pênûsê nemaze bo rakirina zordariyê ji ser hemnijadên xwe bilind bidin dezgeyên mirovaniyê, vebirr dem ne ya ku di vê navberê de em jinû ve çamêrkî tepa biguhêzin hev ango li ser masa hilfirandinê peyala bi çingînin û sûc û tewanan lihev bibarînin, û di encamê de di gelaxavtineke zêdebar û bê encam de dema xwe ya zêrîn berba berdin, weke hercar li paş pirojeyên esayişên rêjîmê piştî ku li ser zemîna jîwarî diçin xwê ca jinû ve di kulkulin, û jinû ve jî hin ji rewşenbîrên me gelkî bi kelgermî û dilbarî di zeviyên kaleşûv de şopa xwe di gerînin, tovê pesin û navdariyê têde di çînin, û paleya zirşîret û sawêrên bamistan, peqpeqok û pûçpîşên bêhode û mijarên ku givalekên mij û mûranê bavêjin ser pirojeyên rêjîma diktator û jibîr jî bikin, tenha ji bo ku delx û damrên desthilanînê li nig civaka kurdî xav û sist bihêlin, weke xwe lawaz, derûnşikestî û bêhavil di bendemanê de bê sûde bitepînin, guhên xwe paçk kirine û çavên xwe ji êrîşên pirojeyên rêjîmê hitim kirine, û ta ku ji wan hat di 12 ê Avdara 2004 an de her wekî vê carê jî çekdariya pênûsê pêre bi derengî bixînin, lê weku dixuye ji bo roja paşdawî xwe hilanîne çiku yên roja qewamê giranin, tenha ew hinkûfin ku bersiva gelê xwe li ber xwedê bidin… ku em mane sax em dê bi bînin. Lê mixabin ku vaye roja paşdawî li kurdên navçeya Dêrikê rabûye û Tîrên pîlangêrên şofonîzma Ba,is dil û mîlakên kêşeya kurdî ya mafrewa di netewê de, di hemwelatiya sûriyê de, di çand, ziman û wêjeyê de, bê sûc û guneh nikder dikin, lê tirsa mine ku em li benda wan bimînin teqez em dê li gutê bikevin û wê hasil bigihê Mûsilê.
Vêca weku me dîroka civakên navnetewî xwendine û ezmûneya gelan di vê bafîkê de baş xwendi ye û naskiri ye, berî her kesî pir daxe ku rewşenbî çavên xwe ji sitemî û bêdadiyê bi guhere, lêbelê gereke berî hemî çîn, tîre û derbirînên civakê rewşenbîr û bi taybetî nivîserên terxemî li yekitiya miletê xwe û nasnameya wî ya netewî xwedî derkevin, û bi giyanekî pêşmergeyî xweragirî bergeya berxwedanê bike, nemaze ku bi lezbîrî xameyê ji kalan bikişîne û pirojeyên wa zînatkar riswa bike, gereke yeksere li kêleka partîzan yekmil pêşewatiya mangirtin, raperîn û xwepêşandanên pirotisto û şermezarkirinê bikin.
Êca tanî ku rahênana xwe ji bo pîşsazan tewaw bikin û li ser herdû ferên terezûyê pend û şîretan bi teqilînin, çivavîkên xwe li ber pirsê lihev xînin û wêneyên xwe tev gernejîneke xelok mîna kenê Bizinê di guranxaneyê de, di rûpelê enternêtê de daxînin, porê xwe şeh bikin û siya xwe dirêjtir bibîin, cilên serûber û şayîk li bejna xwe bi tiftifînin, pêşbîniyên dûr û nêz li ber gûmanên erênayê bidêrin, nakokî û dijheviya navxweyî hemla laperînin û di bin naznav û riknavên mijdar de bi nixumînin, hinga wê karbidestên pirojeyê xweş derfetê bigirin nemaze ku zûtir paşçekên xwe ji firêliyên tazîkên beybanî, diz û çolaxên Ba,is yên ku ji mêj de şortava girêza wan bi ser xaka kurd de di herike, dê ji wê çolistana hişkîola ya xirş û kepir şûfikên xwe yên zikmar û çavhîz raguhêzin ser xaka kurd ya merd û pîtdan, ewên ku xwedêgiravî ji tîna û nêza li ber hilm û pifekê di lalijin, bi heman tilama sixte û fersendeya keysebazî ewqasî sinc û nhadê mirovaniyê, li rewiştên wan hişyar bûye û dunya di nexşeya sûriyê de gelekî di çavên wan de teng bûye, û li ser serê wan bûye tara bêjingê, her wekî deverekê ji bilî zeviyên kurdan yên têrdan nabînin, wilo bi zor, bi xweşî, kî dixwaze, kî naxwaze bela serê xwe li dîwêr xîne, di 1974 an de 39 bendege li ser pîvana 800000 donim ji qada 335 gundên kurd ava kirin, û vaye îro li ser pîvana 5560 donimî wê 150 malên Ereb di 5 gundên kurd de dîsa di çend bendegeyên dîtir de bi cih bikin.
Ji derman re carekê Şeytan tif rûçikê wan nake ango li bîra wa najene ku Tazîkên xwe biguhêzin ser peravên Ferat ango çemê Asî, sinceqa Xabê an jî çemê mezin li ser derya sipî li navçeya Laziqiyê, îcar bela di bihuşta bax û dehlên êmîşên hemecûr de xenêmayî her bijîn, ango serjimara van çolaxên qaşo berbatbûyî yên 1974 an û yên nuha 2007 an jî, gelo çima nehate bîra wan ku van xelkan li 16 e parêzgehên welêt dabeşbikin, hinga rûniştiyên Cezîrê jî wê serê xwe ji yasa wekheviyê re bi çimandana, yaxud bûgîn êdî tiştekî dine û lê mixabin bi çi rengî be her mane bela serê kurd û zarok jî zanin ku pirojeyên wa bi fend û sixtebazî hîç ne egerî şîrovekirinê ne, lê pi daxtire jî nemaze ku nepevgirtina tevgera kurdî ya siyasî û rewşenbîrî em besteziman û gurgemêj kirine, loma her ku rêjîm rewşeke wa ji hev pijilî li nik kurd di pelîne, yekser pirojeyên xwe kitakita li dûv hev û bê astengî û arîşe di meşîne, û di encamê de 2 çûkan bi kevirekî di kuje, 1- pirojeyê xwe bê xirecir dibe serî 2- ji ber ku kurd di serî de tevgera siyasî bi sedema heman pirojeyî bihev dibilin û bi ser ve jî mîna derza Camê tîşeke din diçe serî.
Bê gûman destegul mebest û armanc ji  pirojeyên wa siyasi ne, hîç tiştekî mirovaniyê têde nîne, mebesta yekem jê di serî de ewe ku rêja nîjadê Erebî li herêmê zêdetirî ya kurd bikin, û hino hino li gel dîrokeke dirêj bibin niştewarên kevnar û resen, û li ser qada bav û kalên me xwe bi perixînin, her wiha sal li dûv salê heman çavhar û rêleçên noker yên bê rewişt û rêpîvanên mirovanî, ta ku ciyê pêgehên xwe çêbikin û bendegeyan ava bikin û xaka kurd ya pîroz pûre û yexme bikin, mîna kulî bi ser de ji çar semtên sûriyê bi qurijin, û bi wiha reng dê siya xwe bigirin ser devereke sitratîcî siyasî, aborî û serbazî, da qena karibin azad qijleyên leşkerî tev sîpahên ku bi tilama pîlana 12 ê avdarê anîbûn di nava bendegeyên Erebên kevn û nû de ava bikin, û me kurdên reben di tengezariyeke dîl û dorpêçayî de biknin girawa tiştên ku me nekirine, û taldeyek jêre nemîne ku xwe di ber de bi parêzin, ango wê destên me bi yek carî ji tora bi birrin û jiyaneke binçav, xêzan û qitûtî bo me bi parvekin, roj li dûv rojê li gora bernameyên karbidestên ewlekarî gezdevan û neqeban bêtir di hêmanên tevgera kurdî ya siysî de vekin.
Weku me li jor emaje pê daye kêm kes hene nemaze di vê êtapa ku mirovanî têde beşdare ku vê yeka han di xwe de bi borînin, tew di vê navberê de tanî ku Şêxên Tillo û xêvzanên me pend û şîretên navdarên kurd yên gewre û rûmetdar mîna Şêx Se îd, Celadet, Seyid Rida û Berzaniyê nemir nemaze bo yekitiya navxweyî û diyardeyên pêwîstderiya nasnameyê di zimanê netewî de biparvekin. Bê gûman wê şofonîzma Efleqî ya keysebaz xaka kurd ya comerd li heman diz û çolaxên rêjîma faşist dabeşbikin.
Vêca di baweriya min de çi kesê ku dîdemî van pirojeyên rêleç û ne mafnas bûye, nemaze ku di bin fort û geflêxwarina yasayên ewarte de, sirgûn û mişextî, sitemî û çewsenkariya ku civaka kurd ji destên dagîrkerên bêdad bi çavên xwe dîtine, tu carî destên xwe nade ber rûyên xwe û di bendemanê de na ponijin, û di bafîkê de li serbêşan tenha li wêneyê xwe nagerin, keys û derfetê çaktir nabîne ku pend û şîretên berya bo rênivîsî û rêzimaniya zimanê dayikê rave bikin, her wekî berjeng, jêder û lêveger bo vê mijarê pirnasin, lê hema her ciyê gotinê ye nemaze ku mirov bibêje kar û barê giran li hemberî pirojeyên wilo dijwar berî her kesî stûbariya pênûsa ronakbîr û çalakiyên siyasetvane. Êca ku hat û qewimî gelo kî gereke ku berî her kesî desthilîne, li gora xwendina min ji ezmûneya cîhanî re siyasetmedar bi kar û xebata xwe ya diblomatîk û rewşenbîr bi kêra ferzanî û pênûsa xwe, herdû hêzên hevpeyman pêşeng û seretene nemaze ku berevanî û bervedêriya kêşeya gelê xwe pê dikin.
Ji alîkî ve di çesipînim ku kesê jixwe hêvî û bîrewer nikare bibe dîdevan û ji dîtin, bihîztin û ezmûneya xwe ya jîwarî bibêje: rêjîmên ku eydiyolojiya totalîtarî rêbaz dikin salixên rêjîmên dîmuqrasî naskirine ango yasa û destûrên wekhevî, rojnamegeriya rizgar, dadgeha serbixwe, saziyên civaka şaredarî pasende kirine, û li gilî û gazindên civakê guhdarî kirine, û dîdariya xwe tewaw bike ku di hemî hêlekarên jiyanê de, hatine ku berevaniya milet bikin û di bergiriyeke kargorî de sînorên welat biparêzin. Nexêr lê ku ji layê rasteqînê ve heman dîdevanê lezbîr gelekî bi kurtî kare govaniya xwe wiha bibêje: ku rêjîmên wa demdar ji bo ku kursiyê destelatdariyê sermedî bi navê xwe tapo bikin wê (hindirû bi qurbana derve dikin).
Bi heman pîvanê jî dîsanê ez di bêjim kesek nikare govaniyê bide nemaze ku rewşenbîrê namedar û karzan ger ku ji dil pêbendê gireft û kêşeyên gelê xwe yên çandî, siyasî û civaki bibin, nemaze ku mîna tiral û tembelan li ser derzika piştê kar û xebat, pênûs û rûpel jixweber û bê serêşan di nava livînê de here ber destên wan, ne ew ji bîr û baweriyên xwe ji handerî û rûmeteke coşdar birje çalakiyên berxwedanê, lê weku me dît û bihîzt çendek ji rewşenbîrên kurd yên wêrek û nebez, nemaze ku di berbanga derçûna salixê daxreş pirojeyê bê qidoş de, pênûsa xwe ji kalan kişandin û bi hozanî piroje li ser rûpelên Enternîtê û di rojnamegeriya kurdî de dupat û riswa kirin, di baweriya min de bi wiha reng ezmûneya cîhana rewşenbîrî destnîşankiri ye ku seraqet rewşenbîr li pêşiya civakê kesekî hestiyare, mirovanînas û aştîxwaze, fêrisekî hozan û çalakvane tu carî delxên mêraniyê têde li hember zînatkaran danacivin, ji tepeke çavsorî, ji peyveke bergûman jehrî dikeve û bi gişê hêz û viyana xwe mîna serheldêr li pêşiya cemawirên gel di rapere û dest dihilîne, giyanê xweragirî û çalakiyên kargorî di nava civakê de laş û gewde dike, û her wiha rûyê rewşenbîr yê çakbîn, xawer û delîvedar nimûne dike…Sipas.
   Qamişlo- 20-7-2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark