Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ger tu Nikarî

 


Majêd a Mihemed

Bo malbata her çar pakrewanên bajarokê Cindirêsê û devera dîl

We gelekî spas dikin
ku hestên we
Li nik tirajîdiya wan
Bi xemxwarî xwe dirêj dikin
We pir spas dikin
ku hûn rewþa wan a rojane


Li ser alavên ragihandinê
Bi kuzûr belav dikin
We zef spas dikin
Ku hûn ji çend rojan de
Li þûna eynikan
Di ronahiya dîmê wan de
Bi hezkirin xwe temaþe dikin
Lê eger hûn bi giþtî
An tu wek nûnerê ku li þûna wan rûniþtî
Bi çi awayî nikarî
Êþ û azarên wan ji berê siviktir bikî
Ger tu nikarî
Fiþarên mezin ji ser jiyana wan kêm bikî
Ger tu nikarî
Barê giran ji ser piþta wan rakî
Ger tu nikarî
Stiryekî ji mitên di govdeyê wan de hilkî
Ger tu nikarî
Çeperekê ji tevaya navbirên jiyana wan tarûmar bikî
Ger tu nikarî
Zîndanekê ji nav tevaya girtîgehên wir ji holê rakî
Ger tu nikarî
Wan an wî ji nav lepên stemkarê qirêj serbest bikî
Ger tu nikarî
Guhartinê hema piçekê di ketwarê wan de çê bikî
Ger tu nikarî
Zordaran li seranserê gerdûnê riswa bikî
Ger tu nikarî
Dewletan di rûyê dagîrker de har bikî
Ger tu nikarî
Mûçeya heyvekê pêþkêþî endamên tevgereke azad bikî
Ger tu nikarî
Wî an wan rizgar bikî
Dirûþmên giran velû guhên wan neke
Nîgaþên serfiraziyê bi ser wan wer neke
Bi sirûdên rizgariyê wan xilmaþ neke
û hêviyên xapînok di hiþê wan de mezin neke.
27/3/2023

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark