Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berê nuh: “Mihmed Þêxo huner û jiyan”. Ji nivîskar Qado Þêrîn.

 


Nizar Yosif

Keda nivîskarê birêz Qado Þêrîn di durv kirina pirtûka li ser hunermendê bê hempa nemir Mihemed Þêxo de cihê rêzê û syanetê ye.
Ev ked û lêkolîn û dayînhev bi awayek hostayî ji birêz Qado Þêrîn, encam da, bû verêjek saxlem giha nava lepên xwêneran. Kedek wisa di derbarê hunermend ê xwedan helwest, ku jiyan û hemî xweseriyên xwe ji dozê re terxan kirîn û surgûn bûyî, ji me re cihê romet û bextewerî û þanaziyê.  
Min bi lezgînî bergê wê vekir, li naverokê temaþe kir û sernav xwendin, di nava wan de pêjna cefa û zehmetkêþiyên ku nivskar têre derbas bûyî dîtin, ta radeyekê pê serwext bûm.


Bê guman ev xebat ne bi hêsanî û rewan çavê xwe di pirtûkxaneya kurdî de vekiriye, helbet kêmasî û þaþî jî wê têde peyda bibin, dibe ku deriyê rexn û hogotiyan li dijî berhem bi giþtî û bi taybet li dij nivîskar vebin û rû bidin. 
Lê rastî û baweriyên nivîskar û girseya wê kesayetiya ku li ser nivîsî, cihgirtina wê kesayetiyê û bandora wê di nava civakê, rêzan û pîvanê ji serketina berhem re tînin.  Navê Hunermend M.Þêxo hatiye girêdan û parçûm bûye bi nasnameya civaka kurd û doza kurdistanê ve, ew nîþana girêdanê ye di navbera hunerê dilsoz û civaka xwe de. M.Þêxo bi deng û gotin û nalîn û performansa xwe yên xweþ û bi bandor, wî peyama xwe ya hunerî di hemî tengaviyên jiyanê de biriye serî, bûye mîrate ji çanda gelê xwe re.  
Nivîskar Qado Þêrîn û naveroka pirtûkê:
-Pêþgotin: Nivîsa nivîskar Qado Þêrîn e.
-Jiyana hunermendê nemir Mihemed Þêxo tîne zimên.
-Gotar û lêkolînên bijartî: Nivîskar Q. Þêrîn para nivîskar û lêkolînvanan di pirtûkê de ji bîra ne kiriye, lewma gelek gotarên wan di berhemê de cih girtine, hevpeyvînên ku bi hunermend û rojnamevanan re li ser wî hatîn kirîn û yên bi M.Þêxo re bûyîn, têde bi þûn bûne.
-Beþê stranên Mihemed Þêxo: Di nava xwe de hêjmar 124 stran nivîsîne.
-Beþê Portrêtan: Hêjmarek baþ ji wêneyên ku þêwekaran çêkirîn tê de cih girtine, lê mixabin gelek wêneyên din yên ji hêla þêwekarên din ve hatîn çêkirin, bi þaþî û bêhemdî hatine ji bîra kirin.
-Beþê dawî Wêne û belge: Taybet yên hunermendê nemir Mihemed Þêxo ne, wêneyên ku di jiyana wî ve girêdayîn û têde peyda bûyîn ewin.
Dubare ev berhem li gelê kurd û pirtûkxaneya wî pîroz be, da ku ji nifþên sibehrojê û lêkolîneran re bi be jêder û çavkanî, û ji pêþvebirin û nûkirina hunerê kurdî re mal û milk be.
Dest saxbi rêzdar Qado Þêrîn.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark