Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî.. Mijarên wî bigiþtî li ser Riyalîzim (rasteqîne) û carnan bi þêwazê Romantîk hatine nivîsandin:

 


Birahîm Qasim

`` Derdên me pir in û giran in li min bibûrin ez tê nagihim çawa mirovekî  kurd  û hez ji kurdan dike û  ji binî guh nade zimanê kurdî.``

      Mûsa Oskê Zaxuranî:

Helbestvan û Nivîskar e, li gundê Litêfiyê ku dikeve  herêma Qamiþlo, ji binemaleke cotkar û welatparêz, li sala 1955an jidayik bûye.
Bavê wî Osê Zaxuranî (Osmanê Xelef): Mirovekî naskirî bû bi comerdî û welatparêziyê, ew ji gencîniya xwe ve tevlî bizaf û tevgera kurdî bûbû, wesa bandora wî li malbat û hemû dost û kesên wî dinasî  hebû.


Bêgoman kurê wî Mûsa jî di wê Medresê de hatibû perwerdekirin, li ser bîr û baweriyên bavê xwe, ji nifþê xwe zûtir tevlî tevgera netewiya kurd dibe, ji ber ku mirovekî ku hatiye perwerdekirin, weke têkoþerekî ji bo mafê netewa xwe ye, lewra rast û dirist û dilsozê kar û xebata kurdîniyê ye  bêrawestan ta weke îro, çendî caran ji layê desthilata Albe`is a Sûriya ve tê rastî eþkence û zindankirin û binçavkirinê, lê Mûsa wek xebatkarekî miqeris li dijî þovînistiya rêjîmê radiwesta û dest berxwe re ne diberda ta weke ev ro li ser vê rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir berdewam e û hîç li ser tendiristiya xwe ya nebaþ natirse, ew weke pilingekî li ber xwe dide.
Îro ez bi hevaltî û hevkariya wî pir þanaz im ku min ji mêj de ew nas kir, ji dema me bi êk ra karê rewþenbîrî û nivîsandina kurdî wek sernivîserên Kovara Behar kar dikir.


Evîndarê zimanê xwe ye, ji ciwaniya xwe ve gelek gotar û helbest di malper, kovar û rojnameyan de nivîsandiye, wek:
 (Metîn - Stêr – Gelawêj – Gurzek gul –Behar- Zanîn – Peyman – Rojhilat – Peyv – Xebat – Teaxî – Roj … hw ).
Diyar e ku bandora gelek helbestvanên kevnar û nûjen li ser hest û þêwaza wî bûne , lê mijarên wî bi gelemperî bi Riyalîzim (Rasteqîne) û carnan bi þêwazê Romantîk hatine nivîsandin, bê goman bandora helbestvanên serdemê mîna Cegerxwîn û Tîrêj û Seydayê Keleþ bihtirîn bandor e ji yên kevnar, lê Mûsa carnan xwe ji çarçoveya wan jî vekiþandiye, çimkî þêwe û mijarên helbestên xwe nîzîkî kurtehelbestê kiriye û xwe bi newaya helbestên pêlewaz ve girê nedaye .          
Xewnê  dilê   te  û  min
Nema  zanim  çi  bêjim
Gurên har in  ev  dijmin
Helbestên Mûsa Zaxuranî qonaxên jiyana wî û ya gelê wî ne, naveroka wan tiracîdiyên xemgîniyê ne, bihtirîn helbestên wî li ser bindestî û zor û stem, hejarî û derbideriyê ne, lê ew hemû nebûn sedem û kelem di pêþiya viyan û baweriya wî ya bihêz de, ji ber ku parastina ziman û têkoþîna wî ji bo rizgariya welatê wî ye.
Kurdistana min bûka helbestan
Tenê ji bo te em bibin qrurban
Ji bona tene ev dil û ev can
Erê dîlberê  her tu yî derman
ji bona tene  her soz û peyman
Pîroz bin li te ev dil û jiyan
Pîroz e jîna kesên partîzan
Helbestvan Mûsa Zaxuranî mirovekî birûmet e, banga wî ew e ku her bostek  ji xaknîgariya welatê xwe rêzgar bike.
Efrîn Efrîn Efrînê Efrîna min
Dermanê vê birînê dîlbera min
Navdarê xakzêrînê omîda min
Hêlîna Mem û Zînê kevoka min
Dengê jîn û evînê sorgula min
Te nadim bi Berlînê welatê min
Cihê xweþ têkoþînê Efrîna min
Navê te pir þêrîn e bihara min
Warê ala rengîn e dilsoza min
Dijmin li te bi kîn e dîroka min
Herdem ew dev bi xwîn e nazika min
Ew xweþ zanê em kî ne peymana min
Her tiþtên pak weke kar û xebat, hest û gotin, tev de dibin avahiya helbestên wî yên bineþeyî û ciwan.
Navê dîlberê dermanê min e
Ev zimanê min li ber wê kin e
Xwe natewînim ev soza min e
Ji ber ko dîlber welatê min e
Her ko ez hebim omîda min e
Ew nav ji bo min sûnda mezin e
Hebûna dîlber hebûna min e
Berî her tiþtî ew doza min e
Berhemên wî yên çapkirî herdu dîwanên wî: Govendek Helbest û Bûka Helbestan neynika jiyana wî û rewþa milet û welatê wî ne.
Hêja ye gotinê ku Mûsa Zaxuranî ne tenê helbestvan e, lê belê ew nivîskarekî rewþenbîr e ji ber ew gotar û mijarên siyasî û edebî bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîse.
Awata min ji Xudayê mezin ew tendiristiya mamosta Mûsa Zaxuranî baþtir bike û temenek dirêj û þad bijî.
Birahîm Qasim

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark