Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helwestek ji wefadariya Barzaniyê nemir beramber Þehîdê Fermande Mihemed Hesen Bacilorî.

 


Bedel Bacilorî

Piþtî þehîdbûna babê min bi çend heyvekan, li sala 1984an, li dervera Silîvana li Rojhilatê Kurdistanê min seredana rêzdar Mesûd Barzanî kir. Cinabê wî pirsyar ji min kir,
got: Tête bîra te li sala 1978an dema bîvelerzê(erdhej) li bajarê Tebes Gulþen daye?
Min gote wî belê li bîra min tê. Cinabê wî got ez li welatê Emrîka bûm li dev Barzaniyê nemir ku wî demî yê nexweþ bû, çareseriya wî dihate kirin.
Cinabê wî gotî: Em li pêþ televizyonê bûn, me guhê xwe dida deng û basan… demekê gotî ku bîvelerzê li îranê li bajarê Tebes Gulþen daye. Nêzîkî 25000 hezar kesan yêt hatîne kuþtin. Bihîstina vî deng û basî Barzanî zor nereht kir. Gotî: Ya rebî Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî diparastî bin. Ew du sal û nîv bûn ku mala me li bajarê navbirî bû.


Rêzdar Mesûd Barzanî got: Barzaniyê nemir, emir kir gote min here telefona Idrîs bike û bêjê  hindek mirova firêkete bajarê Meþhed ka çi li Mihemed Hesen Bacilorî û zarokên wî hatiye, heta xeberekî bo min neyînî neyê dev min. Li wî serdemî kak Idrîs Barzanî li nêzîkî Tehranê li bajêrê Kerec bû.
Cinabê Mesûd Barzanî gotî: Ez çûm min telefona kak Idrîsî kir û peyama Barzanî gehande wî, kak Idrîsî got: Bira, min Mela Mihemed û êkê dî yêt firêkirîne bajêrê Meþhed. Her demê xeberek da min dê te pê agahdar bikim. Dema êvarî bû, kak Idrîs telefona min kir, gotî: Bêje cinabê Barzanî kak Mihemed Hesen Bacilorî  û malbata wî bi silametî ne, du rojan berî bîvelerzê mala xwe ya biriye bajêrê Meþhed. Cinabê Mesûd Barzanî got: Ez çûm min peyama kak Idrîsî gehande Barzanî. Cinabê wî gotî: Þukir ji bo Xwedayê mezin ku Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî ji vê karesatê rizgar bûyîne. Rêzdar Mesûd Barzanî got: Min gote Barzanî tu ji bo evî mirovî gelek nereht bûyî. Emir kir, ka rîne xwarê da bo te behsê vî qehremanî bikim.
Barzanî gotî: Mihemed Hesen Bacilorî kurê Selîm Bacilorî ye. Babê wî li þoreþa Barzan beþdarî kirî ye. Mihemed Hesen êk ji qehreman û dilsoz û wefadarê min e li devera Behdînan ji binemaleka Kurdperwer e. Her cepekê min berê wî daye wê serkeftin bi dest ve înaye. Barzanî emir kir piþtî mirina min Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî ji bîr nekin. Ewa bivêt bo bikin.
Cinabê Mesûd Barzanî gote min hêviya min jî ew e hûn rêbaza wan bernedin. Min jî gote wî: Em jî dê li ser Kurdîniyê berdewam bîn, belê hûn jî me ji bîr nekin.
Giyanê wan li beheþtê þad be.

01.03.2023
.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark