Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Supasnameyek bo Komara Federal ya Almanya û serokê wê

 


Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di 20ê Reþmeha 2023an de li paytexta Almanya Berlînê li ber dergehê dîrokî Brandenburgê bi zimanê kurdî peyameyeke sersaxiyê þand bo malbatên qurbaniyên erdheja wêranker ya ku di 6ê Reþmehê de li herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimî, bi taybetî li Mereþê li Bakurê Kurdistanê û bajarê Cindêrisê yê girêdayî herêma Efrînê.
Di demê ku em helwêsta Serokomarê Almanyayê û herwiha piþtevaniya mirovî ya hikûmet û gelê Almanyayê bilind dinirxînin û zêdebarî pêþkêþkirina alîkariyên zêdetir û þandina tîmên rizgarkirinê bo navçeyên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, 


Di heman demê de em hêvîxwaz in ku helwêstên siyasî yên bo piþtgirîkirina doza gelê me li Rojavayê Kurdistanê bêne standin bi taybetî ji aliyê Yekîtiya Ewropî, ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û derxistina komên îslamî yên tundrew û milîsên ser bi opozîsyona Sûriyê ve ya girêdayî Enqerê ji navçeyên Kurdî, û bidawîkirina proseya guhertina demografîk û siyasetên þovenîstî û nijadperestî yên li dijî gelê kurd û herwisa dîtina çareseriyeke rewa ji doza netewî ya Kurd re li Sûriyê.

Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa
25.02.2023



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark