Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexțan: AXÎNA BAJARÊN RENGÎN

 



Xizan Țîlan

dayê, rebenê
diwarên avahiyan bi ser min de
hilnewețiyan
tofana muhendis û mutehidên diz
sekbav, bêwijdan
bêdilovan, bextreț


harbûyî, çavbirçi û heramzade
bi ser laț û giyanê min yê sefîl de
hilwețiya
kefenekî reț
li cendekê min
yê bêguneh û bêçare
hate pêçandin
darbestan țerm kirin
dêleguran
ez bi saxî xistim
tirba bêxwedî, bênavnîțan
û bi axa sor hatim
nixumandin
ez
naleta serdeman li kujeran
dibarînim
kesek qêrîn,êț
nalîn û hawara min
nabihîze
di bin kavilên wêran de
can dikițînim
ji tîna qewirîm
ji ber birçîbûn û sermayê
dicirifim
henas li min
diçikê
gelo ev qedera min e
pênûsa helbestvanan
xwîn vedirițe
kelime û gotin li ser ziman
qurifîn
rûpelên defteran
qurmiçîn
nasnameya min di ferhengan de
cîh negirt
heyvê reț girêda
ji çavên rețewran rondikên sar
diniqutîn
asîman lerizî, roj tevizî
movikên pițta demsalan
țikest
gund û bajar bûn toz û qûma
çolistanan
teyr û tilûran berê xwe dan
warên nediyar
kulîlkên bax û bostanan
nepițkivîn
xewa țevên țîrîn
li dayika min ya kezebțewitî
herimî
ez bûm qurbanê sextekar
û fêlbazan
çima cîhan ker û lal e
ka mirovahî li ku ma ye
eyyyy hawar hawar
ev çi karesateke
bêreng e
ev çi mirineke bi jan
û bêdeng e

2023-02-09
Stockholm


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baț
Pir baț
Baț
Ne xirab
Xirab

Vebijark