Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Mizgînîya - Makpirtuk.de

 


Silav,
Em li ser navê MakPirtûk’ê,  hemû beþdarvan û þopînarên vê civata we silav dikin. Hêviya me ewe ku ev civat û hemû civatên bi vî rengî rêya zimanê kurdî xweþ bikin û derfetên nû biafirînin. Bi vê munasebetê em bi þanazî avakirina MakPirtûkê ji we re radigihînin.
MakPirtûk weke platformeke pirtûkfiroþiyê ya online li Ewrupayê êdî dest bi karê firotina pirtûkên kurdî dike. Piþtî hemû karûbaran, li gorî qanûn û rêziknameyên fermî yên Ewrupayê demeke dirêj bû ku me amadehiyên xwe dikirin. Bi kêfxweþî û kelecaneke zêde em diyar dikin ku hemû karûbar bi encam bûn û me bi dest bi karê xwe kiriye. Niha ew roj hatiye ku ew derfetên teknîkî û dîjîtal yên me saz kirî em bikin bin xizmeta pirtûkfroþiya kurdî.


Em wekî çend ciwanên xwîner û dildarên zimanê kurdî, di wê bawerîyê de ne ku nivîskar stûnên bingehîn yên ziman û edebîyatê ne. Loma me xwest bi rêya vê peyamê xwe bigihînin we û dilê xwe ji we re vekin. Wekî tête zanîn bi serdema modern re globalbûn zêde bûye. Bi vê globalbûnê re êdî derfetên xwegihandina her pêdivî û xwestekên jiyanê zêde bûne. Bi vê pêngava xwe ya MakPirtûk’ê me xwest em derfetên xwegihandina pirtûkên kurdî zêde bikin. Em di wê baweriyê de ne ku her xwînerê kurdî yên li Ewrupa û li seranserê cîhanê xwedî mafê bidestxistina pirtûkên kurdî ye. MakPirtûk jî bi vê mebestê radibe û dixwaze vî mafê xwînerên kurdî misoger bike.  Ligel van hemû tiþtan, MakPirtûk amade ye di derbarê xebatên çand, edebiyat û perwerdehiya kurdî hevkariyê ligel nivîskar û nûnerên kurd yên ku Almanyayê bi van mijaran re radibin, bike. Bo vê yekê pirtûkên bo edebiyata zarokan, hînbûna kurdî li ba me pêde dibin. Em dê bi kêfxweþî li gor þiyan û zanîna xwe hevkariyê ligel sazî û nunerên kurd bikin.
Ji bo pêdaçûn û berdewamîya pirtûkfroþiya kurdî li Ewrupayê me ji xwe re xeyalek û îddîayek çêkiriye. Xeyala me ewe ku em xizmeteke berbiçav ji ziman û edebiyata kurdî re bikin. Îddîaya me jî ewe ku em her pirtûkeke kurdî bê serêþî di demeke kurt de bigihînin ber destê xwînerên li Ewrupa û li seranserê cîhanê.  Herî dawî me divê em bibêjin ku em ji her cure rexne û pêþniyazan re vekirî ne.
MakPirtûk li hemû endamê civata xwe pîroz be.
Hemû rêyên têkilîdanînê û navnîþanên hesabên me yên medyaya civakî hene; Em li benda fikr û pênîþyarên we ne. Digel rêz û silavan….

FACEBOOK
https://www.facebook.com/makpirtuk
INSTAGRAM
https://www.instagram.com/makpirtuk/
TWITTER
https://twitter.com/Makpirtuk

MALPER:  https://makpirtuk.de/

TÊKÎLÎ
Whatsapp: +49 1575 0649613
Emaîl: info@makpirtuk.de
https://www.youtube.com/watch?v=e3sWXIejxeY

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark