Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji Evîna Rojên Kevin: Gelo Ew Bav û Diya Yilmaz Guney Bûn?

 


Konê Reþ

   Di bîranîna 38 saliya koçkirina Yilmaz Guney de/ 2022, ez li sala 1982an vegeryam, ew sala ku Yilmaz Guney bi filmê xwe (YOL), beþdarî di festîvala (Kan)ê ya sinemayê de, li Fransayê kir, Xelata Zêrîn stand û zulm, zor û perîþaniya gelê kurd di dinyayê de belav kir.. hem jî ez li roja 9ê Îlûna 1984an vegeriyam, ev roja ku Yilmaz Guney ji berî 38 salan ve di nexweþxaneyeke Parîsê koça dawî kir.
  Van her du bûyerên þad û þîn, ez li wan xelkên Zazî yên ku di dawiya salên 1940î hatibûn gundê me Doda, vegerandim.. Erê.. ez li biçûkaniya xwe vegerandim.. Bi wê vegerê re gelek tiþt û miþt hatin bîra min; gundê min Doda û çîrok û çîvanokên ku zilamên gund li ber dîwarên malan ji hev re digotin.. Gelek caran ez li kêleka wan zilaman rûdiniþtim û min ji xwe re li wan guhdarî dikir..


  Wan zilaman ji hev re behsa Seferberlikê, mehciriya xelkên eþîra Hesen û Heyderan dikirin, behsa fermana fila dikirin û behsa sala xelkên Zazî yên ku di salên 1940î hatibûn gundê me Doda dikirin û ji hev re feqîrtî, belengazî û perîþaniya wan digotin û ew sal bi navê (Sala Zaziyan), bi nav dikirin. Ji gotinên wan zilaman li dor wan mehcirên Zaza ev bûn; "Di nav wan mehcirên xelkên Zaza de ku hatûn Doda, (Hemîd) hebû, navê jina wî (Gulo) bû û kurekî wan 10-12 salî hebû.. hejar û perîþan bûn.. Hemîd li tembûrê dixist.. stranên bi xem digotin.. Bi kurmancî nizanîbûn, bi zazakî û tirkî xeber didan.. Çend salekî li gund man û ber bi Mêrdîn, Wîranþar û Urfayê ve cûn.. Mezinê wan zaziyan navê wî Abdulqadir bû..".
Gelo! Ew bav û diya Yilmaz Guney bûn? Û ew zarokê bi wan re Yilmaz Guney bixwe bû? Wek ku diyare, navê bavê Yilmaz Guney (Hemîd) e û navî diya wî (Gulê) ye.
 Ji bo pêtir pêzanînan; dema ku serhildana Seyid Riza di sala 1937an de li Dersimê destpê kir û di encam de kemalîstan Seyid Riza û gelek ji þervanan azadiyê bidarvekirin, di encam de jî, ferman li ser serê kurdên Zaza rabû.. Hingî gelek ji wan, bi gunehê beþdariya þoreþê ji cih û warên xwe koçber bûn.. ji neçarî xwe li herêmên Kurdistanî yên aram girtin.. Hingî kurdên Sûriyê ji encama desthilatdaiya Fransîzan di nivaramiyê re derbas dibûn.. Û ew sînorê derbasbûna Rojavayê Kurdistanê ku roja îro di navbera Serxet û Binxetê de zor cetin û dijware, nebû.. Hingê mirov bi hêsanî dikarîbû ji Serxetê derbasî Binxetê bibe.. Gundê me Doda jî li ser sînor bû, di navbera Qamiþlo û Amûdê de bû û dor 30 Km li Rojavyî Mêrdînê diket. Qaçaxî û çûn û hatina Serxet û Binxetê, têre derbas dibû.. Wê çaxê gelek ji penaberên Zaza, derbasî gundê me bibûn û lê diman.. Di nav wan zaziyên ku binxet bûn û li gundê me man Hemîd û kebaniya xwe Gulo û kurê xwe bûn. Ez dûr nabînim ku ew Hemîd û Gulo bav û diya Yilmaz Guney bin û ew zarokê bi wan re yilmaz Guney bi xwe be.
Yilmaz Guney: Di 1ê Nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîþan de mezin bibû. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçeyan ta bi sewterîbûna kolanên bajaran.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiribû.. Piþtî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weþandine.
 
Qamiþlo, 1.11.2022


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark