Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Rêwresmên Çel rojiya Mamoste Ebdilmenan Şêxo li parêzgeha Helebê

 


Di dîroka / 18 / 8 / 2022an de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna rêwresmên Çel rojiya mamoste Ebdilmenan Şêxo li parêzgeha Helebê vejand.
Di rêwresmê de hejmarek ji dost û hevalan û nûnerên partiyên kurdî yên bira û partiyên niştimanî yên dost û nûnerên komele û saziyên xizmetgûzarî li Helebê beşdar bûn, herwiha hejmarek ji kesayetiyên serbixwe û welatparêz , rewşenbîr , nivîskar û alavên ragihandinê beşdar bûn.
Ahengê bernameya xwe bi xulekek bêdeng li ser giyanê Mamoste Ebdilmenan Şêxo û li ser giyanê Pakrewanên Sûriyê û Pakrewanên gelê kurd û di ber sirûda netewî ya kurdî re destpêkir.


Di ahengê de ev gotin hatin pêşkêş kirin :

 1 – Gotina rêxistina jinan a partiyê ji aliyê rêheval Xalîde Silêman ve hat kirin.
 2- Gotina Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji aliyê Mamoste Hişmend Şêxo ve hat pêşkêşkirin
 3- Gotina Partiya Yekîtî ya Demoqrat (PYD) heval Eyşe Hiso pêşkêş kir.
4 - Gotina Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) berêz Mihemed Heyder pêşkêş kir.
 5 - Gotina Encûmena Sûriya Demoqrat ji aliyê birêz Aref Abdo ve pêşkêş kir.
6 - Gotina Partiya Sûriyê ya pêşerojê mamoste Mir`î Elşiblî pêşkêş kir.
7 - Gotina Hevbendiya niştimanî ya Demoqrat a Sûrî Şêx Yihye Elbera pêşkêş kir.
8 - Gotina desteya sernivîser a kovara Rojhilata Navîn a Demoqrat mamoste Cemîl Reşîd pêşkêş kir.
9 - Gotina rêhevalê jiyana wî Hesen Fihmî Şêxo Parêzer Fewzî Şêxo pêşkêş kir.
10 - Serpêhatiyek bi mamoste Ebdilmenan Şêxo re heval Romîdiye Hesen pêşkêş kir.
11- Gotina malbata mamoste Ebdilmenan ji aliyê Heval Xemrevîn Şêxo de hate pêşkêş kirin.

Gotina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê


Hevalên hêja nûnerên partiyên kurdî yên bira û nûnerên partiyên niştimanî Sûrî yên dost
Xweşik û birayên hêja nûnerên saziyên xizmetguzarî , rêxistinên civaka sivîl , rewşenbîr , nivîskar , rojnamevan û alavên ragihandinê.

Beşdarên berêz silav li we
Bi navê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê em xêrhatinê li we dikin û spasiya we dikin ku we vexwendina me pejirand û hûn hatin beşdarbûna rêwresmên vejandina Çel rojiya mamoste Ebdilmenan Şêxo.
Berî bi Çel roî dilê hevalê giranbuha û xebatkarê dilêr mamoste Ebdilmenan Şêxo ji lêdanê rawestiya û koça dawî kir.
Mamoste Ebdilmenan Şêxo siyasetmedarekî bîrbir bû û ew yek ji baz û ramendên Partiya Pêşverû bû li herêma Efrînê , ew xebatkarekî dilsoz , cefakêş û sîmbola wefadarî û pirensîpên partîzanî bû di herêma xwe de.
Di /  20 / Avdara / 1946an de Heval Ebdilmenan Şêxo li bajarê Efrînê ji dayik bûye , xwendina xwe ya seretayî û amedehî li Efrînê xwendiye û xwendina xwe ya navendî li dibistana (Elkewakibî) li parêzgeha Helebê tewaw kiriye , piştre peymangeha perwerdekirina mamosteyan li Helebê bi dawî kiriye.
Di sala (1970)de beşê zanistên siyasî li Zanîngeha Beyrûdê tomar kirye lê ji ber hin mercên taybet û mijhûlbûna bi karê partîzanî wî zanîngeha xwe bidawî nekiriye.
Ji buhara jiyana xwe de ketiye nav xebata netewî ya kurdî li Sûriyê û di sala (1960)de bûye endamê partiya me. Ew di gelek qûnaxên xebatê re derbas bûye û di gelek desteyên partîzanî de xebitiye wek Şane , komîta xwecihî , komîta şaxê , komîta herêmî , Herwiha wek kadirekî navendî serkirdiyê partiyê bû , û berpirsê van rêxistinan bû : Efrîn , Heleb , Tebqa , şaxê xwendekaran di zanîngeha Helebê de.
Ji ber xebata xwe ya siyasî Mamoste Ebdilmenan Şêxo ji herêma xwe hate surgin kirin lê li hember vê biryarê wî bi vîneke xurt karê xwe berdewam kir û weke mamosteyekî çalak û zîrek di gelek dibistanên gundewarê Helebê de mamostetî kiriye weke : Ezaz , Qilê`e , Kifîn û Etşanê... Hwd.
Piştre ew veguhestin Helebê li wir jî dûrî taxên kurdî bû ji ber ku biryarek nijadperest di dermafê wî de hatibû standin (Nabe mamostetiyê di herêm û taxên kurdî de bike) , lewre ew Bîst û Pênc salan li dibistana (Emoriyê) di herêma Qarliqê de li parêzgeha Helebê mamoste bû..
Di sala (1970)de digel Bîst û Çar hevalên xwe çû Nawperdan - Kurdistana Iraqê li kongireya niştîmanî ya kurdî beşdar bûn , û piştî kongir bi dawî bû vegeriyan Kurdistana Rojava wê demê mamoste Ebdilmenan bi armanca rastiya bûyerên ku di kongir de çêbûne gelek civîn û semînerên rêxistinî ji hevalan re li herêma Efrînê û li Helebê kirin.
Di vê çarçewê de li ser asta herêma Efrînê mamoste Ebdilmenan kesê yekem bû di nav hevalên xwe de helwestek wêrek nîşan da û got:
Divê em li hember peyrewiyê rawestin û xebatê ji bo taybetmendiya doza kurdî li Sûriyê bikin. Divê hevkarî û hemahengî di navber partiyên kurdistanî de hebe lê belê li gor taybetmendiya her perçakî Kurdistanê û li gor taybetmendiya tevgera siyasî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Di rêveçûna xwe ya xebatkarî de ji sala (1963 ta sala 1973an)de Mamoste Ebdilmenan Şêxo Sê caran hatiye girtin û eşkenceyên derûnî û canî giran dîtine , û di girtina xwe ya dawiyê de wî mirin û xakspartin û serxweşiya bavê xwe nedîtiye ji ber ku wê demê ew di girtîgehên mekteb eltanî de girtî bû.
Di dawiya sala (1977)an de ew ji karê rêxistinî rawestiya , lê ma hevalekî dilsoz û pabend bi rêbaza Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe. Mamoste Ebdilmenan yek ji wan xebatkarên ku nehejiya û zêdetirî Şêst salî di xebata netewî ya kurdî û mijarên partîzanî de berdewam bû , ew xebatkarekî dilsoz , wêrek û cefakêş bû , hevalê hevalî xwe bû , hêvî û daxwazên wî yên berî mirinê ev bûn :
1-Neviyekî xwe bibîne
2- Bibîne ku gelê kurd serdeste û gihaye azadiya xwe di Kurdistaneke serbixwe û azad de , lê mixabin mirinê rê neda ku hêviyên wî pêk werin.
Mamoste Ebdilmenan Şêxo yek ji ji wan kesên pêşî bû di fêrkirina zimanê kurdî de li Efrînê , û bi sedan ji gelê xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kirin , Herwiha gelek gotarên siyasî , ramanî , û xelekên rewşenbîrî ji bo perwerdekirina kadirên partîzan re amede kirine û gelek gotarên wî di belavokên partiyê de hatine weşandin wek (Rojnameya Dîmoqratî , û hejmarên pêşîn ji kovara elmuseqef elteqdumî , û hin çêrok , helbest û gotarên wêjeyî di hin hejmar Kovara Gulistan de hatine weşandin) , Herwiha ew Serbazekî nenas bû di xebat û piştgîriya nifşên nûhatî nifşên nû ji hevalên partîzan di berevaniya di ber doza kurdî ya dadmend de ji aliyekî din de.
 Xweşik û birayên rêzdar
Mamoste Ebdilmenan Şêxo kesayetiyeke zanist bû û bi zanîn û pêşketinên zanistî bawermend bû û mirov bi mirovahiya wî dinirxand ne bi nasnameyên netewî û olî.
Herwiha wî guhdanek taybet daye mafên jinê û daxwaza rizgariya wê kiriye , û herdem li ser mirovahiya jinê tekez kiriye , ew bi tundî li hember kesên gef li jinê dikirin radiwestî û dijberiya hemû şêwazên bindestiya jinê dikir bi taybetî di mijara qelengan de ji ber ku wî digot jin mirove û mirov jî nayên kirîn û bazarkirin , nabe azadiya wê were qedexekirin lewre ew li hember hemû çand û kevneşopiyên kevnare yên di civaka me de hene radiwestî. Di vê derbarê de wî herdem digot jina kurd xwedî rolekî bingehîn bû di destpêka xebata me de û bi taybetî di gihandina belavok û raporên partîzanî de , ji ber vê yekê wî herdem amaje bi rola hevala dilêr (Fatima Têter) hevjîna mamoste Mihemed Elî Xoce dikir ku çawa li hember hêzên ewlekariya wê demê rawestiya.

Xweşik û birayên hêja
Em nikarin bi vê lezbûnê li ser kesekî denkin ku Şêst sal ji jiyana xwe daye doza gel û welatê xwe , lê em ji were û ji hemû gelê kurd re tekez dikin ku rêbaza siyasî ya ku mamoste Ebdilmenan Şêxo û hevalên xwe ve danîne wek xwe dimînin ji ber ku em bawerin ew siyaseta rastbîn û rêyalîst dikeve xizmet berjewendiyên gelê me.
Li ser asta niştimanî ya Sûrî : Em tekez dikin ku bijardeya yekem ji çareserkirina qeyrana Sûrî re bijardeya siyasî ya aştiyane ye di rêya lidarxistina kongirekî niştimanî sûrî hemû pêkhatên civaka sûrî têde beşdar bin ji bo gengeşekirina dozên niştimanî û di destpêkê de çareserkirina doza kurdî ji ber doza kurdî dozek niştimanî sûrî ye.
Li ser asta netewî ya kurdî : Doza kurdî ji encama vê qeyrana Sûrî de bi derketiye lê belê doza kurdî ji roja hebûna dewleta Sûriyê de heye û tu çareserî ji aliyê desthilatên welêt de nedîtiye , îro jî piştî Deh salan di ser qeyrana Sûrî re gelê kurd hîn bêpare ji mafên xwe yên netewî tevî ku ferdekariyên hatine pêşkêşkirin di şerê terorê de wek daiş , nessra û hwd..
Û îro herêmên kurdî rastî êrişên hovane tê û hewldanên dagîrkeriya herêmin din têne kirin û cîbicîkirina siyasetên tetrîk û te''''''''''''''''''''''''''''''''rîb berdewam in
Ji bo guhertina demixrafiya herêmên kurdî wek çawa ku li Efrînê û Girê sipî hate kirin.

Beşdarên berêz
Partiya me herdem daxwaza çareseriyeke niştimanî ji doza kurdî re kiriye bi rêya diyalogê di navbera tevgera siyasî ya kurdî û Şamê de û bi çavdêriyeke Rûsî da ku bighên çareseriyeke siyasî û çareserkirina doza kurdî di çarçewa yekîtiya Sûriyê ji aliyekî de , û da ku rê li hember hemû aliyên ku destwerdanê di welatê me de dikin wer girtin.

Di êvara roja Çarşemê / 6 / Tîrmeha / 2022an de Bavê Hişmend koça dawî kir , û di roja Pêncşemê / 7 / Tîrmeha / 2022an de û li ser daxwaz , raspêrî û weseka xwe çendekê wî birin nav baxçe û cotgeha wî (Kitxê) û li wir bi daqim û cilûbergên xwe yên fermî dûrî çand û kevneşopiyên kevnare di axa Efrînê ya pîroz de hate spartin , her tişt li pey xwe hişt lê tenê pênûsê xwe yê (Parkir) bi xwe re bir ji ber ku bi wî pênûsî gelek rapor , daxuyanî gotarên siyasî nivîsandinê û bi wî pênûsî êş û azarên gelê xwe belgekirine û gihandine kesên demoqtar û azadîxwaz.
 Bi vê bûyera reş em dibêjin :
Bi navê te û bi navê kurd û Kurdistan
Bi sond û peyman emê dilsoz bimînin li ser raman û pirensîpên ku tu û hevalên xwe di ber de xebitîne da ku gelê me dighê mafên xwe yên netewî di welatekî azad û demoqrat de.
Silav li giyanê mamosteyê perwerdekar û xebatkarê dilsoz û cefakêş Ebdilmenan Şêxo

Bavê Hişmend tu namirî
Tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî

18 / 8 / 2022

Komîta Navendî ya
• Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

 Herwiha gelek peyamên sersaxiyê ji malbat û partiya wî re ji aliyê xebatkarên pêşîn , hevalên kevin de û ji aliyê heval , dost û hezkiriyên wî de hatin şandin.
Di dawiya ahengê de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê spasiya nûnerên partiyên siyasî , dost , heval û tevahiya mêvanan kir ji bo beşdarbûna wan di vejandina vê bîranînê de û hêviya serkeftinê ji her kesî re xwest.

Ragihandina Navendî ya
Partiya me a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê


















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark