Di ahengê de ev gotin hatin pêşkêş kirin :
1 – Gotina rêxistina jinan a partiyê ji aliyê rêheval Xalîde Silêman ve hat kirin.
2- Gotina Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji aliyê Mamoste Hişmend Şêxo ve hat pêşkêşkirin
3- Gotina Partiya Yekîtî ya Demoqrat (PYD) heval Eyşe Hiso pêşkêş kir.
4 - Gotina Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) berêz Mihemed Heyder pêşkêş kir.
5 - Gotina Encûmena Sûriya Demoqrat ji aliyê birêz Aref Abdo ve pêşkêş kir.
6 - Gotina Partiya Sûriyê ya pêşerojê mamoste Mir`î Elşiblî pêşkêş kir.
7 - Gotina Hevbendiya niştimanî ya Demoqrat a Sûrî Şêx Yihye Elbera pêşkêş kir.
8 - Gotina desteya sernivîser a kovara Rojhilata Navîn a Demoqrat mamoste Cemîl Reşîd pêşkêş kir.
9 - Gotina rêhevalê jiyana wî Hesen Fihmî Şêxo Parêzer Fewzî Şêxo pêşkêş kir.
10 - Serpêhatiyek bi mamoste Ebdilmenan Şêxo re heval Romîdiye Hesen pêşkêş kir.
11- Gotina malbata mamoste Ebdilmenan ji aliyê Heval Xemrevîn Şêxo de hate pêşkêş kirin.
Gotina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Hevalên hêja nûnerên partiyên kurdî yên bira û nûnerên partiyên niştimanî Sûrî yên dost
Xweşik
û birayên hêja nûnerên saziyên xizmetguzarî , rêxistinên civaka sivîl ,
rewşenbîr , nivîskar , rojnamevan û alavên ragihandinê.
Beşdarên berêz silav li we
Bi
navê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê em
xêrhatinê li we dikin û spasiya we dikin ku we vexwendina me pejirand û
hûn hatin beşdarbûna rêwresmên vejandina Çel rojiya mamoste Ebdilmenan
Şêxo.
Berî bi Çel roî dilê hevalê giranbuha û xebatkarê dilêr mamoste Ebdilmenan Şêxo ji lêdanê rawestiya û koça dawî kir.
Mamoste
Ebdilmenan Şêxo siyasetmedarekî bîrbir bû û ew yek ji baz û ramendên
Partiya Pêşverû bû li herêma Efrînê , ew xebatkarekî dilsoz , cefakêş û
sîmbola wefadarî û pirensîpên partîzanî bû di herêma xwe de.
Di / 20
/ Avdara / 1946an de Heval Ebdilmenan Şêxo li bajarê Efrînê ji dayik
bûye , xwendina xwe ya seretayî û amedehî li Efrînê xwendiye û xwendina
xwe ya navendî li dibistana (Elkewakibî) li parêzgeha Helebê tewaw
kiriye , piştre peymangeha perwerdekirina mamosteyan li Helebê bi dawî
kiriye.
Di sala (1970)de beşê zanistên siyasî li Zanîngeha Beyrûdê
tomar kirye lê ji ber hin mercên taybet û mijhûlbûna bi karê partîzanî
wî zanîngeha xwe bidawî nekiriye.
Ji buhara jiyana xwe de ketiye nav
xebata netewî ya kurdî li Sûriyê û di sala (1960)de bûye endamê partiya
me. Ew di gelek qûnaxên xebatê re derbas bûye û di gelek desteyên
partîzanî de xebitiye wek Şane , komîta xwecihî , komîta şaxê , komîta
herêmî , Herwiha wek kadirekî navendî serkirdiyê partiyê bû , û berpirsê
van rêxistinan bû : Efrîn , Heleb , Tebqa , şaxê xwendekaran di
zanîngeha Helebê de.
Ji ber xebata xwe ya siyasî Mamoste Ebdilmenan
Şêxo ji herêma xwe hate surgin kirin lê li hember vê biryarê wî bi
vîneke xurt karê xwe berdewam kir û weke mamosteyekî çalak û zîrek di
gelek dibistanên gundewarê Helebê de mamostetî kiriye weke : Ezaz ,
Qilê`e , Kifîn û Etşanê... Hwd.
Piştre ew veguhestin Helebê li wir jî
dûrî taxên kurdî bû ji ber ku biryarek nijadperest di dermafê wî de
hatibû standin (Nabe mamostetiyê di herêm û taxên kurdî de bike) , lewre
ew Bîst û Pênc salan li dibistana (Emoriyê) di herêma Qarliqê de li
parêzgeha Helebê mamoste bû..
Di sala (1970)de digel Bîst û Çar
hevalên xwe çû Nawperdan - Kurdistana Iraqê li kongireya niştîmanî ya
kurdî beşdar bûn , û piştî kongir bi dawî bû vegeriyan Kurdistana Rojava
wê demê mamoste Ebdilmenan bi armanca rastiya bûyerên ku di kongir de
çêbûne gelek civîn û semînerên rêxistinî ji hevalan re li herêma Efrînê û
li Helebê kirin.
Di vê çarçewê de li ser asta herêma Efrînê mamoste
Ebdilmenan kesê yekem bû di nav hevalên xwe de helwestek wêrek nîşan da û
got:
Divê em li hember peyrewiyê rawestin û xebatê ji bo
taybetmendiya doza kurdî li Sûriyê bikin. Divê hevkarî û hemahengî di
navber partiyên kurdistanî de hebe lê belê li gor taybetmendiya her
perçakî Kurdistanê û li gor taybetmendiya tevgera siyasî ya kurdî li
Kurdistana Sûriyê.
Di rêveçûna xwe ya xebatkarî de ji sala (1963 ta
sala 1973an)de Mamoste Ebdilmenan Şêxo Sê caran hatiye girtin û
eşkenceyên derûnî û canî giran dîtine , û di girtina xwe ya dawiyê de wî
mirin û xakspartin û serxweşiya bavê xwe nedîtiye ji ber ku wê demê ew
di girtîgehên mekteb eltanî de girtî bû.
Di dawiya sala (1977)an de
ew ji karê rêxistinî rawestiya , lê ma hevalekî dilsoz û pabend bi
rêbaza Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê heya bi kêliya
dawiyê ji jiyana xwe. Mamoste Ebdilmenan yek ji wan xebatkarên ku
nehejiya û zêdetirî Şêst salî di xebata netewî ya kurdî û mijarên
partîzanî de berdewam bû , ew xebatkarekî dilsoz , wêrek û cefakêş bû ,
hevalê hevalî xwe bû , hêvî û daxwazên wî yên berî mirinê ev bûn :
1-Neviyekî xwe bibîne
2-
Bibîne ku gelê kurd serdeste û gihaye azadiya xwe di Kurdistaneke
serbixwe û azad de , lê mixabin mirinê rê neda ku hêviyên wî pêk werin.
Mamoste
Ebdilmenan Şêxo yek ji ji wan kesên pêşî bû di fêrkirina zimanê kurdî
de li Efrînê , û bi sedan ji gelê xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê
kurdî kirin , Herwiha gelek gotarên siyasî , ramanî , û xelekên
rewşenbîrî ji bo perwerdekirina kadirên partîzan re amede kirine û gelek
gotarên wî di belavokên partiyê de hatine weşandin wek (Rojnameya
Dîmoqratî , û hejmarên pêşîn ji kovara elmuseqef elteqdumî , û hin çêrok
, helbest û gotarên wêjeyî di hin hejmar Kovara Gulistan de hatine
weşandin) , Herwiha ew Serbazekî nenas bû di xebat û piştgîriya nifşên
nûhatî nifşên nû ji hevalên partîzan di berevaniya di ber doza kurdî ya
dadmend de ji aliyekî din de.
Xweşik û birayên rêzdar
Mamoste
Ebdilmenan Şêxo kesayetiyeke zanist bû û bi zanîn û pêşketinên zanistî
bawermend bû û mirov bi mirovahiya wî dinirxand ne bi nasnameyên netewî û
olî.
Herwiha wî guhdanek taybet daye mafên jinê û daxwaza rizgariya
wê kiriye , û herdem li ser mirovahiya jinê tekez kiriye , ew bi tundî
li hember kesên gef li jinê dikirin radiwestî û dijberiya hemû şêwazên
bindestiya jinê dikir bi taybetî di mijara qelengan de ji ber ku wî
digot jin mirove û mirov jî nayên kirîn û bazarkirin , nabe azadiya wê
were qedexekirin lewre ew li hember hemû çand û kevneşopiyên kevnare yên
di civaka me de hene radiwestî. Di vê derbarê de wî herdem digot jina
kurd xwedî rolekî bingehîn bû di destpêka xebata me de û bi taybetî di
gihandina belavok û raporên partîzanî de , ji ber vê yekê wî herdem
amaje bi rola hevala dilêr (Fatima Têter) hevjîna mamoste Mihemed Elî
Xoce dikir ku çawa li hember hêzên ewlekariya wê demê rawestiya.
Xweşik û birayên hêja
Em
nikarin bi vê lezbûnê li ser kesekî denkin ku Şêst sal ji jiyana xwe
daye doza gel û welatê xwe , lê em ji were û ji hemû gelê kurd re tekez
dikin ku rêbaza siyasî ya ku mamoste Ebdilmenan Şêxo û hevalên xwe ve
danîne wek xwe dimînin ji ber ku em bawerin ew siyaseta rastbîn û
rêyalîst dikeve xizmet berjewendiyên gelê me.
Li ser asta niştimanî
ya Sûrî : Em tekez dikin ku bijardeya yekem ji çareserkirina qeyrana
Sûrî re bijardeya siyasî ya aştiyane ye di rêya lidarxistina kongirekî
niştimanî sûrî hemû pêkhatên civaka sûrî têde beşdar bin ji bo
gengeşekirina dozên niştimanî û di destpêkê de çareserkirina doza kurdî
ji ber doza kurdî dozek niştimanî sûrî ye.
Li ser asta netewî ya
kurdî : Doza kurdî ji encama vê qeyrana Sûrî de bi derketiye lê belê
doza kurdî ji roja hebûna dewleta Sûriyê de heye û tu çareserî ji aliyê
desthilatên welêt de nedîtiye , îro jî piştî Deh salan di ser qeyrana
Sûrî re gelê kurd hîn bêpare ji mafên xwe yên netewî tevî ku
ferdekariyên hatine pêşkêşkirin di şerê terorê de wek daiş , nessra û
hwd..
Û îro herêmên kurdî rastî êrişên hovane tê û hewldanên
dagîrkeriya herêmin din têne kirin û cîbicîkirina siyasetên tetrîk û
te''''''''''''''''''''''''''''''''rîb berdewam in
Ji bo guhertina demixrafiya herêmên kurdî wek çawa ku li Efrînê û Girê sipî hate kirin.
Beşdarên berêz
Partiya
me herdem daxwaza çareseriyeke niştimanî ji doza kurdî re kiriye bi
rêya diyalogê di navbera tevgera siyasî ya kurdî û Şamê de û bi
çavdêriyeke Rûsî da ku bighên çareseriyeke siyasî û çareserkirina doza
kurdî di çarçewa yekîtiya Sûriyê ji aliyekî de , û da ku rê li hember
hemû aliyên ku destwerdanê di welatê me de dikin wer girtin.
Di
êvara roja Çarşemê / 6 / Tîrmeha / 2022an de Bavê Hişmend koça dawî kir ,
û di roja Pêncşemê / 7 / Tîrmeha / 2022an de û li ser daxwaz , raspêrî û
weseka xwe çendekê wî birin nav baxçe û cotgeha wî (Kitxê) û li wir bi
daqim û cilûbergên xwe yên fermî dûrî çand û kevneşopiyên kevnare di axa
Efrînê ya pîroz de hate spartin , her tişt li pey xwe hişt lê tenê
pênûsê xwe yê (Parkir) bi xwe re bir ji ber ku bi wî pênûsî gelek rapor ,
daxuyanî gotarên siyasî nivîsandinê û bi wî pênûsî êş û azarên gelê xwe
belgekirine û gihandine kesên demoqtar û azadîxwaz.
Bi vê bûyera reş em dibêjin :
Bi navê te û bi navê kurd û Kurdistan
Bi
sond û peyman emê dilsoz bimînin li ser raman û pirensîpên ku tu û
hevalên xwe di ber de xebitîne da ku gelê me dighê mafên xwe yên netewî
di welatekî azad û demoqrat de.
Silav li giyanê mamosteyê perwerdekar û xebatkarê dilsoz û cefakêş Ebdilmenan Şêxo
Bavê Hişmend tu namirî
Tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
18 / 8 / 2022
Komîta Navendî ya
• Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Herwiha
gelek peyamên sersaxiyê ji malbat û partiya wî re ji aliyê xebatkarên
pêşîn , hevalên kevin de û ji aliyê heval , dost û hezkiriyên wî de
hatin şandin.
Di dawiya ahengê de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd
li Sûriyê spasiya nûnerên partiyên siyasî , dost , heval û tevahiya
mêvanan kir ji bo beşdarbûna wan di vejandina vê bîranînê de û hêviya
serkeftinê ji her kesî re xwest.
Ragihandina Navendî ya
Partiya me a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê








