Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi boneya pnc saliya koa daw ya nivskar Kurd Qedr Jan yektya git Ahingek di xelat dan bi nav Qedr can

 


Sedîq ernxî

Jînen gerya Qedrî Can
Sala 1911 Li Derika Çyayê Mazî dayikbû ( liver gelek dan û standen liser rastya salbûyine heye)
Navê wî yê fermî: Ebdul Qadir kurê Eziz Can , Tê naskirin bi navê (Qedrî Can) Diwan dema de guhdani pê hebû.
ensê wî hebû ku kete Qutabxana Seretayî li Dêrkê dûvre li mêrdînê dibistana lîse bi dawikir.
Ew û Hevalê xwe Reîdê Kurd diçin Qonya Dibistana Mamosteyan dixwinin, lê Mixabin bidawî naynin vê Qutabxanê ji ber Çalakvanya wanî Netwî dijî Kemalîstan.
Direvin ji ber  zordarya Rayedarên Tirk berê


xwe didin Rojavayê Kurdistanê  (Amûdê).
Temnê wî dor 17 sal bû. Li wir Cegerxwîn berî wan hatubû, Ew Pêewazî kirin, bibarê wan Rabû.
Tevlî temenê wî yê Piçuk dorî sala 1928 bû di Salekî de hînî zimanê Erebî bû, Duvre jî  xwendina xwe berdewam dikê li selemyê
Qutabxana Mamostayê, Demekî li Entakya dibê Mamoste duvre tê  dibistanên Qamilo û Amudê de dibê Mamoste.
Lê mixabin di salen 1942 de Ferensî dagîrker   bûn  li sûrî ew veguhistin amê jiber  metirsyên wan ji Bandora Ramanê wî.
Li amê dîsa li Dibstanên tara Kurdan de dibê Mamoste, dûvre karê Îdarî dikê di wezareta Perwerdehiyê
Li ame bi xanima Nilfer Osman Bek
re Hevjin dibê di kûr û keçek ji wanre Çedibin.
Li wir têkilî Grupa Azadî Xwaz dibê ji

indamên wêy Çalak bû. Herweha Tekilya wi bi Komela Xweybûnê re dibê dema Kongera dawî sala 1931 têde bi nêzkay naskirin girgirên Kurda li amê ên Penabr û dûrxistî li wir de, nemaze bedirxanyan û malbata Cemil Paa Dyarbekirlî, Memduh Selîm, Hemze baksî, û Osman Sebrî, Xaild begda jî ..lê hinek Di bandora  Remanê Xalid Begda de ma, dibê Dostê Kominîstan lê ne Îndamê wan,
bitaybetî pitî têkçuna orea Agrî Dax wê demê  nakokî di nav Îndamen xweybûnê çêdibin.
Sala 1931 Qedrî Can hêla Bedirxanyan Girt ji bo vejandina  Mirat û Folklora Kurdî bû alika bi mîr Celadet Bedirxan re di her dû Kovarên wi (Hawar 1932-1943) û (Ronahî  1941-1945) .
di  jimarê 1de Sala 1932 di Hewarê de nivisî  Herweha di Rojnemen birayê wî

kamiran Bedirxan (Roja nû û Stêr)
Li Beyrûte, têde Çirok û Hilbestê xwe diwand.
Di sala 1957 de amade dibê li Kongira Xortên Navnetewî diçê Mosko wê Barzanî ji bibînê li wir Helbstekê dyarî dikê ( Serdarê Kurdan Barzanî)  bi dest nivis bi tîpên Erbî.
Pitî wê  Çûyinê Ditna wî ya civakî hîn xwurttir bû,  Cara duwem Barzanî  dibînê li Bexdê sala 1958 pitî vegera wi ji Sovyetê û nameykê jêre Rêdikê 14/10/1958
Barzanî jî  carekê bi xwe Amade dibê li Xelatdana wi de.
Qedrîcan Hilbestvan, Çirok nivis û werger bû
yek ji Helbestvanê herî Mezin ên
Gelê Kurd bû wek bavê Helbesta nûjen,a kurdî wê demê de tê nas kirin  di helbesta  (rya teze)  de .

 dîsa yek ji Helbestên wi yê binav ( Gula Sor) hate sitran ji gel Ciwan Haco
Li ser Barzanyê nemir di sê Helbestên wî pir heja hene.
Lê ev kesayetya han ne tenê Hilbestvan bû xewdî Xebateke pir Hijmar bû di warê Rewen bir yê de , Ronak bir, Zana , Syasetmedar, di salên (1959-1961) zindan dibê di sê car. Gelek Sala di bûrînê li libnan û Iraqê ji ber karê xwey Edebî û Syasî.
Li amê hember qedexekirna Zimanê Kurdî li Sûrî, Dersên Kurdî dida Xwendevanên xwe  yen dibistanê.
Diwê demê de  di Ramanê Sosyalizmê de ew Cegerxwin nêzik hevin di  baweryan de lê ji aliyê forma hilbestê ji hev cihêne .
Tevlî kû Qedrican demekê di dibistanen Osmanya û tirkan de xwendye lê bandora vê yekê di nivîsan û ramanê wî de naxwuye.
Bêhtirîn  devokê mêrdinê bikar aniye, û

dîsa jî wî Zimanê tevahiya Kurdistanê vekoliye guhdarî kirye an jî bihistiye
Ta kariye bibê pêengê Helbestvanya kurdî
Ya pêeroj a ku bê cê wî hatiye nivîsin, pêketî û nû jenin, hem drûv û hem jî naverok.
Di warê çirok nivisîn li pey xwe gelek çirok hetin ( gundê nû ava, serencam , Gulçin, muhra Silêman, heyva Çarde evî, rojên drbas bûy…..
Gelek Gotar jî di Ronahî û Roja nû de nivîsine wek: bihara Derikê, Sileman Bedirxan, îna Xalê min…
Pêgotina dîwan yekem ya seydayê Cegerxwin nivîsan diye.
Di warê wergerê de Çiroka ivanê kurd ya Ereb emo de alikar kirye, çiroka Menfelutî ji Erbî wergerand (tayek sipî) herweha çirok nivîskarê rûs grigorî petrof ( li welatê zenbeqên gewir)

Li dawî Wek her dawî li dinyê
1972 .9 .tebaxê li ame çu ber dilovanya xewdê li goristana ex Xalidê neqbendî
Li taxa kurdan hat veartin.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark