Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Min ji Birêz Bernard Kouchner re, Wezîrê Fransa yê Berê

 


Konê Reþ

  Berî dor heftiyekê, di roja 18/7/2022an de, li ser daxwaza birêz Bernard Kouchner wezîrê derve yê hikûmeta Fransî a berê û þanda pê re ku, ji du siyasetmedarên Fransî pêk dihat, dîdarek xweþ bi birek nivîskar û rewþenbîrên kurd re li navenda HRRKê a Qamiþlo pêk hat.. Piþtî ku birêz Xalid Îssa ew bi me dane naskirin û her yekî ji wan gotinek got, birêz Bernard Kouchner xwest ku fikir, daxwaz û nerênên me wek nivîskarên kurd, di vê rewþa ku em li Sûriyê û Rojava tê re derbas dibin, nas bike.. Kêfxweþ bûm ku gotina pêþî dane min. Min jî ev gotina xwe bi kurtbûn ji wan re got:


  (Birêz Bernard Kouchner! Em kêfxweþ in bi hatin û dîtina we.. Hûn bi xêr hatin bajarê me û bi xêr vegerin! Ev dîdara bi we re dîrokî ye.. Em pê kêfxweþ in.. Nexasim ku we xwe li navenda Hevgirtina Rewþenbêrên Rojavayî Kurdistanê (HRRK)ê û nivîskaran girtiye.. Ev navenda ku tev çalakiyên wê bi zimanê kurdî, tîpên latînî ye. Wek ku hûn dibînin evên ku li pêþ we rûniþtîne tev rewþenbîr û nivîskarên kurd in. Tev bi kurdî diaxifin û piraniya wan bi kurdiya latînî dinivîsin.. Ew kurdiya latînî ya ku ji berî 90 salî ve, yekemîn car bi izin û destûra hikûmeta we ya ku di Sûriyê de desthilat bû, dest pê kiriye û ji wê hingê ve, di her çar perçeyên Kurdistanê de berdeste.
 Di sala 1932an de, dema ku Mîr Celadet Bedirxan, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên þer, di ber mafê gelê xwe de xerc kir; di destpêkê de bi siyasetê mijûl bû û hêza xwe di þerê polîtîkî de derbas kir.. Paþê, piþtî ku tev derfetên polîtîkî û þoreþgerî li ber hatine girtin, berê xwe da eniya ziman, rewþenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kir.. Wî, ji berî 90 salî ve bi destûra hikûmeta we li Þamê, di roja 15 Gulana 1932an de kovara xwe HAWAR, li Þamê, bi tîpên latînî weþand û bi wan tîpan di rûpelê pêþî de gotiye:
 "Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re riya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin..".  Hawara wî bi tîpên latînî, qêrîn û gaziya kurdan bû.. da ku kurd zimanê xwe biparêzin, pê xeber bidin û his û hestên xwe pê bînin der.
Birêz Bernard Kouchner! Em jî roja îro, li felet û xweþiyê xwe digerin.. Em jî dixwazin xwe nas bikin û xwe ji miletên dinyayê re bi zimanê xwe, xwe bidin naskirin..
  Belê ezbenî! Ji encamê wê destûrdana we ku kovara Hawarê bi alfabeya latînî li Þamê bê weþandin, roja îro, em kurdên Rojava, bi alfabeya latînî dinivîsînin.. êdî nema em zanin kurdiya xwe bi tîpên Aramî binivîsînin.. Herwiha bi dehan enstîtut, kovar û rojname li seranserî Kurdistanê û sirgûnê bi wê alfabeyê têne weþandin..   Nexasim ku ji dor 10 salan ve dibistanên bi zimanê kurdî li Rojava hatine vekirin, keç û xortên me di wan dibistanan de bi zimanê xwe û alfabeya latînî dixwînin.. Ez jî wek nivîskarekî kurd ji Rojava, li gor vê kirîza ku Rojava û Sûriye bi tevayî tê re derbas dibe, di rêka we re ji hikûmeta Fransî hêvî dikim, ya ku bi þoreþa 1789an navdare di dinyayê de, ku alîkar be bi me re û me bi van her du xalan biparêze: yek; ku em di gund û bajarên xwe de, li ser xaka bav û kalên xwe bi aramî û selametî bijîn, dudo; zimanê me bibe duyemîn ziman di destûrê dewleta Sûriya nû de..).
Û di dawiya goina xwe de, min ev pirtûkên xwe diyarî wî kirin:
1 - Dîroka Qamiþlo: Lêkolînek berfireh e, 375 rûpel e.
2 - Jiyana Rewþenbîrî bi Zimanê Kurdî li Cizîrê û Serboriya Min: 210 rûpel e.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark