Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tekane bernameyê qerf û tinaziyê bi Kurdî rawestiya

 


Idrîs Hiso

Youtuberê Kurd Ekrem Osman ku xwedanê tekane bernameyê tinaziyê ye li ser tora medyaya civakî YouTube di postekê de li ser rûpela xwe ya Facebook ragihand ku ew dê bernameya xwe ya bi navê NOSITIVE bide sekinandin.
Di nav bi dehan kenalên telvizyonê yên Kurdî herwisa radiyo û kenalên Youtube de hîç bernameyeke tinazî ji bilî NOsitive li gorî agahdariyên min nîn e. Lê niha jî ji ber hokarên cuda Ekrem Osman jî dixwaze bernameyê xwe rawestîne.


Derbarê vê biryara wî min pêwendî ligel wî kir û min xwest nasbikim hokarên vê biryarê çi ne?
Erkrem Osman got: “Bernameyên tinaziyê di nav ragihandina Kurdî de nîn in, min xwest vê valahiyê  dagirim, lê karvedanên ne pêşbînî kirî derketin holê, ew karvedan ji çîna xwedêgiravî rewşenbîr, zana û pêşengê civatê ne.”
Herwiha got: “wan rewşenbîr û kesayetiyan famkirin ku ez zimandirêjiyê li ser wan dikim, ne wan bi şêweyekî tinazî rexne dikim û bi çavekî din, ew çavê ku dibîne nivîskar, helbestvan, hunermend jî wek xeynî xwe ne, ew jî dibe di cihekî de baş kiribin û di cihekî de xirab kiribin, ne tenê hema divê em karên wan bilind û dûr ji şaşitî û heleyan  wergirin û binirxînin, mîna ku ew qet şaştiyan nakin.”
Ji aliyekî din ve got: “Lê mixabin diyar bû ku heta vê vê gavê jî di nav civata Kurdî kes xwe xelet û berpirsiyarê karê xwe heger bi şêweyekî nebaş hate encamdan, nabîne… tevî ku kes bê kêmanî nîn e.. ji ber vê û ji ber hin hokarên din ez dê bernameya xwe bidim rawestandin.”
Bernameyê NOsitive dixwaze nameyekê bighîne xelkê Kurdistanê, bi zimanekî sade nêzîk ji zimanê xelkê, ku her kes bihêsanî dikare têbighê, ew name dixwaze ji xelkê re bêje kes di ser rexneyê re nîne, xelik jî dikarin nasbikin bê berhemê rewşenbîr, niviskar û hunermendan, di çi astê de ne, wate dixwaze bêje berhem dualî ye, aliyê berhemdar û aliyê xwêner, ne tenê divê xelik hemû tiştî wek ji wan re tê gotin, qebûl bikin, çi ji rewşenbîran çi siyasetmedar û çalkvanan be.
Girînge temaşevanê Kurd hemû core bernameyan bi zimanê Kurdî li ser ekranên telvizyonên Kurdî, yan jî li ser tora medyaya civakî bibînin, lê mixabin kêmaniyeke mezin di bername û dirama de heye, lewma temeşevanê Kurd berê xwe dide bername û diramaya bi zimanên Erebî, Tirkî û zimanên din, lewma girîng e ev şêwe bername berdewam bibin, alîkarî bi wan re bê kirin û asta wan ya teknîkî jî bilindtir bibe.
NOsitîve, bernameyekî wek logoya xwe tûj e, bi zimanekî tûj nêzîkî babetên civakî û siyasî dibû, lê mixabin ku piştî berhemînana bêhtir ji 40 xelekî Ekrem Osman biryarê dide ku ew dê bernameyê xwe rawestîne, li gorî agahdariya min, gelek bînerên bernameyê daxwazê ji Ekrem dikin ku ew di werzekî nû de û bi şêweyekî bihêztir vê bernameyê berdewam bike, ez jî dengê xwe wek bînerekî tevlî dengê wan dikim.
Duhok-Kampa Gewîlan 25.06.2022 







 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.11
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark