Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li Bosna helbestvanź Kurd Husźn M. Hebež hate xelatkirin

 


Festîvala Rojên Helbestê ya Navnetewî li Sarajevoyê xelata ku bi navê "Bosnian Stećak" da helbestvanê Kurd Husên M. Hebež (Hussein Habasch)
Xelata Navneteweyî ya Helbestê li Bosna, xelata herî bilind e, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Hersek (Herzegovina) ve tê dayîn, û yek ji girîngtirîn Xelatên Balkanê yên Wêjeyê ye. Yek ji sedemên dayîna xelatê ji bo helbestvan Kurd ev e: "Ev xelat nirxek bilind nîžan dide ji bo xebata we ya ji bo helbestê ya li berbiçav û beždariya we di wêjeya ku rûmeta azadî û mirovahiyê bilind dike...".


Di kongreya rojnamevanî de derbarê dayîna xelatê de hate gotin: Yê îsal xelata Ykîtiya Nivîskarên Bosnayî "Bosnian Stećak" wergirtiye helbestvanê Kurd Husên Hebež e ku li Almanyayê li sirgûnê dijî. Ev kesek taybet e, Mile Stojic, serokê Desteya Rojên Helbestê li Sarajevo, got. Bi awayekî helbesta wî nêzîkî me ye, ji ber ku ew li ser wêrankirina welatê kurdan, û terorîzma ku li dijî gelê kurd tê kirin, dinivîse. Me îsal Husên Hebež hilbijart, ji ber ku li Ewropayê dramayeke žer a mezin diqewime ku hinek dibêjin destpêka Žerê Cîhanê yê Sêyem e û êdî nema kes li Rojhilata Navîn difikire, ku drama wê bi salan e didome. Ji ber vê yekê me biryar da ku xelatê bidin helbestvanekî kurd, sirgûnî û mirovekî ji welatekî wêrankirî wisa Stojic got. Wî got ku Husên Hebež bo gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin û sala bê Yekîtiya Nivîskarên Bosnayê dê bijarteyeke helbestên wî çap bike.

Xelat berê ji bo helbestvanên herî mezin yên cîhanê hatiye dayîn, wek helbestvanê Polonî Tadeusz Różewicz, helbestvanê Filistînî Mahmûd Derwîž, helbestvanê Amerîkî Charles Simic, helbestvanê swêdî Lars Gustafsson, helbestvanê Almanî Michael Krüger, helbestvana Božnî Bisera Alikadić...

Festîvala Rojên Helbestê li Sarajevoyê festîvaleke navneteweyî ye ku ew ji sala 1962an ve her sal bi beždariya helbestvanên ji Božna û cîhanê tê lidarxistin.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.5
Bi Tevahī Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark