Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cêwîbûna rêbaza dîrokî û evînî di romana vîna evînê a nivîskar Luqman Silêman

 


Rêber Hebûn

Vîna evînê mîna çîrokek e rastî di nav xwe de þêwaza zindî ji danîna xelekên bi hevgirêdayî ye, têde mirov dikarê demek e zor ji dîroka kurda û pêkhatiya xiristiyanî yê ligel kurdan bi hevdû re rastî tund û tojiyê hatibûn têbigihe, û ol dibû destika bingehîn ji dewamkirina qirkirin û destdirêjiyê, lehenga romanê Çeto û hezkiriya wî Þengê mînaka hevjiyana hevbeþ diyar kiribûn û dixwest nivîskar Luqman Silêman bi rêya vê romanê  ne tenê behsa buyerên çêbbûyî bike,


 lê jiyana millet di wê çaxê de, û kiryarên dewleta Tirk dermafê gelê kurd bi rêya þopandina nivîskar ji kêþeya leþgeriya neçar, ew çûna bê veger , bi þêweyekî tenik û zîz jiyana mirovê kurd,  hizrê wî  û hurgiliyên jiyanê û peywendiya  takesan bi hevû re derbirîn bike bi giyanê wê çaxê, û ev yeka ji xwendinek e kûr û dirêj ji dîrokê ve pêktê û herwiha diyar dike peywendiya nivîskar bi xwedî temenmezin re, têkiliya wî ya zindî bi lehengê vê romanê, û pirsa li ser ziman timî ew e , gelo çawa xelk di wê çerxê de jiyabûn,  û bi çi rengî mirov berxwe dide, çawaniya ramandina civakê û nêzikbûna mêrên ol ji desthilatê, û bandora gotara olî li ser millet , cêwîbûna ol û siyaset, û lîstina wê rolek e serek e di jiyana civakan de, û rewþa kêmbûna zanînê , xizanî û perîþaniyê.

Ev roman bi awayê sînariyo filimekê hatiya danîn, û bi rêbazek e dîrokî behsa rewþa demekê û cihekê dike li herêma cizîra Botanê û cizîra bin xetê  heta Dêrikê dike,  û di navbera herdû xetan de deshilat ji hevdû cuda dibin, û yê li herdû aliyan de ziyan û êþê dikþînin  dîsa kurd in.

Çawa ol dibe destikek e ji cudakirin û parçekirina civakê û dîtina civakê ji evîna du kesên cudareng , ligel nakokiyên oldaran yên hinekan ew herdû evîndaran  lihevdû mehir kirin û hinekan ji hevdû dane berdan
 wek ku di van xêzan de diyar dibe , wisa lehengê romanê ji danerê vê romanê re dibêje :

(Luqman binêre çi hate serê min!
Wê þeva ku min Þengê revand û bir e cem mele Hisên ji min re negot: Madem te nuha jinik revandî ye li te nayê mehirkirin, ne jî pirsa mêrê Þengê kir, yan pirsa zarokên wê kir.
Di wê þevê de mele Hisên Þengê li min mehir kir, ji min re negot dibe ku ev jinik ducanî be ji mêrê xwe.
Mixabin pismamê min mele Fendî ji Þengê ji min da berdan bêyî ku ji min re bibêje û dêrê ez ji Þengê dame berdan bêyî ku jêre bibêjin.
Binêre bi navên olan çi anîn serê min û Þenga Xeristiyan?)


û di nav wan herdû pêlên dijwar , zimanê evînî digere di xêzên vê romanê de, mirov dixe rewþek e hestiyar de, cîhan li vir dûbar e dibe bi awayekî hunerî tê avakirin, û wek ku huner bixive û vê jiyana hevgar binirxîne û helwestekê beranberî wê deyne, ew evîn çawa destpê bû û çawa bi dawî bû di nav tirs, bizdan , û dûrketin û hevdîtin, û bi dawiyek e xemgîn ev roman bidawî bû,
wek ku em dibînin R 302:

(Çeto digot: heger ku ez û Emînê carek e dî li jiyanê vegerin, ez ê carek e din wê birevînim û ji wê pêve min kes navê, nedikarim ji kesî hez bikim wek e hezkirina ku min ji þengê hezkirî.
Xwedê mala bêbextiyê wêran bike!, xwezî mirovan tu caran ji hev hez nekiriba, daku ev barê giran hilnegirtiban.)

 Helbet huner û sazkirina rêbaza romanî li vir bi awayekî romantîk hatibû hunanadin, û tevinekê di nîgaþê xwendevan de rêsandibû , ligel pesindana cîgehê  deþt û newal û çiya û xanî, têde erdnîgariya Kurdistanê diyar dibû, bi rêya wênegirtina cihê mayîna çeto  û reva wî ji cindirmeyan ,geh bi Ehmed re û geh bi tenê, û ew çûna di navbera herdû parçên kurdistanê de, û jiyan bi yek þêweyê bû , zor û iþkence , pepûkî û bêzarî nîþanek xuyanî bû di riwên kesayetên vê romanê li ser cudabûna navdariyên wana, û dema mirov li dîroka berê dinêr e, berketî dibe  dema niha û rêbaza çûyîna qunaxên demê , û xalek pir girîng heye divê ez bînim ziman û ev xal girêdayî ye bi rêbaza romana dîrokî û kêm romanivîs berî xwe didene vê rengê nivîsandinê , ji  ber ku pêdiviye li ser romannivîs dîroknas be jî , û herdû þaxên zanistên mirovî bi awayekî afrênerî bikarbîne ji bo xizmeta hunera bi bandor , hunera hêjayî bi serpêhatiyên mirovê zanyar û keda wî beranberî dadgehên keysbaz û zorkaran .
pergalek e hunerî dagirtî êþ, xemgînî û bi pergalek e romantîk û hestiyar bê avakirin, wisa romana vîna evînê xwest rewþa gelê kurd bi nimûneya lehengê romanê diyar bike,  û dikarîbû nivîskar têde azariya civakekê bîne ziman ji nifþê niha û bê re.
https://youtu.be/ZNmE9jM1HLE

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark