Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbestvanê kurd Şêx Memdûhê Birîfkanî (1922-1976)

 


Besam Mistefa

"Ez feqiyekê belengaz im ji feqiyên Dîwana Cizîrî"
Şêx M.Birîfkanî

Ji dema yekem helbestvanê Kurd Baba Tahirê Hemedanî-`Uryan-heta bi helbestvanên nû, qada helbesta kurdî bi hest û nest, hêvî û azwer û xwîna helbestvanan hatiye rengînkirin, xemilandin. Bi taybetî helbestvanên me yên kilasîk yên ku xweza û bedewiya kurdistanê di helbestên xwe de, pesin kirine û nemir hiştine.


Şêx Memdûhê Birîfkanî yek ji wan helbestvanên ku ji baxê helbesta kurdî ya kilasîk çêj wergirtiye û ji kaniya herikî ya Melayê Cizîrî û Feqê Teyran vexwariye. Kurdistan bi hemû bedewiya xwe di helbestên wî de, rû dide, û milletê kurd û zimanê kurdî tê pesindanê.

Jînenîgariya Şêx Memdûhê Birîfkanî(1911-1976):
Şêx Memdûhê Birîfkanî di sala 1911 ê zayînî li–Badê-ya ser bi–Dihokê- hatiye ser rûyê dinyayê. Di heft saliya xwe de, dest bi xwendina Quranê kiriye. Xwendina xwe ya olî li Birîfka li ber destê Mela Ebdullahê Etrûşî sê salan xwendiye. Piştre, li–Sipîndarê-dora salekê li ber destê Mele Ebdulxaliq Akreyî xwendina xwe berdewam kiriye. Piştre, li–Etrûşê-li ba Şêx Ebdulrehmanê Etrûşî bicîbûye, û li ber destê Hecî Mela Ehmed xwendiye. Ji Etrûşê jî, berê xwe daye-Kemeka-û dora du salan li ba Îsayê Salihê Kemekî xwendiye. Di sala 1931ê de, xwendina xwe bidawî aniye. Piştre, li Zaxo li ber destê Mela Ebdulxaliqê Akreyê bawernameya 12 `ilman wergirtiye û vegeriyaye Birîfkayê. Piştî ku Şêx Memdûhê Birfîkanî îcaza xwe li ber destê Mela Ehmedê Akreyî werdigire, di heman salê de îcaza Terîqeta Qadirî ji destê Şêx Mihemmed Rizwanî digire. Ji bilî vê, wî li Bexda û Necefê jê fêrên ayînî wergirtine.
Şêx Memdûh du jin ênabûn. Li Zaxoyê, sala 1938an keça Yusif paşa, xuşka Hazim Begê li xwe mehr kiriye, û di sala 1954an de jî keça Mela Mihemmedê kurê Ebdulxaliqê Akreyî mehr kiriye.Şêx Memdûh du caran çûye Heccê.
Di sala 1970ê de, Şêx Memdûh dibe endamê komîteya birêvebir ya nivîskarên Kurd. Her weha, yekem serokê êkîtiya nivîskarên kurd-tayê Dihokê. Ji bilî vê, ew endamê Korrî Zaniyarî Kurd bûye. Şêx Memdûh di hindek helbestên xwe de, xwe bi (Exlatî) nîşan dide. Û Exlatî naznavê Şêx Memdûhê Birîfkanî bû. Exlat navê bajarekî bakurê kurdistanê ye. Şêx Memdûh ji malbata Şêx Ehmedê Exlatî ye.
Helbestên Şêx Memdûh di gelek kovar û rojnameyan de hatine belavkirin, weşandinê, weke kovara Ronahî-Hawar-Birayetî, Nûserî Kurd-Kirêkaran, û di rojnameya–Bizav-.
Diyar e ku helbestvanê me yê hêja Şêx Memdûhê Birîfkanî ji zaroktiya xwe ve, hez ji edeb, wêje û helbestvaniya kurdî kir. Bandora kilasîkên Kurd–Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî..htd, ser şî`ira wî berz û diyar e. Şêx Memdûh xwe mîna "feqeyekî belengaz ji feqeyên Dîwana Melayê Cizîrî" dihijmart.
Şêx Memdûh di nîsana sala 1976an de, çû ser heqiya xwe û li bajarê Dihokê hate veşartin.
Gencîneya şî`ir û helbestên Şêx Memdûhê Birîfkanî mezin û berfireh e. Bi evîn û hezkirin, kurdewarî û ruhê niştimanperweriyê û eşq û heza kurdistanê xemilandî ye. Şêx Memdûh kurdperwer bûye û ew sitemkariya ku hatiye serê milletê wî, nepijirandiye.Zimanê Şêx rewan e û mîna çem û robarên Kurdistanê, wisa zelal, wisa paqij, diherike. Lê, her çawa be jî, ruhê netewayetî li nik ewî dabû ser aliyên dinê jiyanê. Şêx bibû fida û girêdayî doza gel û welatê xwe, û helbestên xwe terxan dikirin ji bo ax û xwezaya kurdistanê di gel helbestên ku di nava xwe de nêrîn û felsefeya wî vedihewînin. Her weha, wekî zanayekî kurd hiştin û parastina ziman û edeba kurdî jî weke erkeke xwe didît, û di vî warî de ferhengeke kurdî-kurdî di gel helbestên xwe di dîwanê de, dide çêkirinê. Şêx dibêje ku: "pêdivî ye em li edebiyata xwe miqate bin, her dem di hizra me da bit, wê ji hindabûnê biparêzîn". Hilbet, ev nayê wê wateyê ku, Şêx Memdûh dûrî ol û dînê xwe ketibû, lêbelê wî hezkirina ol û netewayetiyê bi hev re fêrî feqe û mirîdên xwe, dikir. Belê, Şêx Memdûhê Birîfkanî mirovekî hestyar û nefisbiçûk bû. Cîhana wî ya helbestvaniyê bi dostanî, hezkirin, ayîn û niştimanperweriyê dagirtî bû, ji bilî şahîkiya zimanê wî yê kurdî. Bê guman, ev hestên Şêx Memdûh yên neteweyî û welatparêziyê bûne sedema zindankirina wî û derengketina çapkirina helbestên wî yên ku bi kêmî di hindek kovar û rojnameyan de li Iraqê hatibûne weşandin, weke rojnameya (Welat) û kovara (Nûdem)-Karwan-Beyan-Rewşenbîrî.
Şêx Memdûh mirovekî aqilmend û bîrwer bû. Mirov, bi zimanê xwe yê xweş û rûyê xwe yê geş êsîrê kesatiya xwe dikirin, nexasime ku malbata wî-Birîfkanî-li deverê bi tundî tê hezkirin û qedirgirtin. Şêx Memdûhê Birîfkanî lêkolînên giştî ser edeba kurdî-zaravê behdînî-dikir û di wêjeya erebî de jî, xwedî zanayî bû.
Weke berê jî hate gotin, Şêx Memdûhê Birîfkanî, li ser şopa helbestvanên kurd yên kevin–kilasîk-bi taybetî M.Cizîrî û F.Teyran, helbesta xwe dihûnand. Şêx Memdûh bi şêwaza nivîsandina xwe gelek ji wan ve nêzîk bû, û her di warê ayînê de jî wekî wan olperest bû, û bi navê olê li piraniya dever û parçeyên kurdistanê geriyaye. Her weha, Şêx gelek gotinên kurdî yên kevin sax û zindî kirine û di helbetsên xwe de bikar anîne, di gel ku wî şî`ir û helbestên gelek helbestvanên kurd yên kevin komkirine û ji windabûnê parastine tevî ku gelek ji wan hîn nehatine weşandin, ne ketine ber ronahiyê de.
Di derbarê Şêx Memdûhê Birîfkanî de, Sebrî Botanî wiha dinvîsîne: "Şêx Memdûhê Birîfkanî di edebiyata me ya kilasîk de navekê girîng e".
Bê guman gera Şêx li piraniya bajar û gund û deverên kurdistanê bû alîkar ku zimanê wî yê kurdî xurt û bihêz bibe, û gelek zaravên kurdî di helbestên xwe de bikar bîne, û peyivên kurdî yên resen ji gencîneya ku dabû hev, derdixistin, û dikirin rist û hozan di pesindana xweza, xurista kurdistanê de. Reşîd Findî behsa hunera helbestê ya Şêx Memdûh Birîfkanî dike û dibêje: "Hozanêt Şêx Memdûh Birîfkanî di ter û nazik û ciwan in, û rehwaniyeka hunerê hozanê û şarezayiya zimanî lê diyar dibît".

-Berhemên Şêx Memdûhê Birîfkanî:
1-Laleşîn:beşê yekê ya dîwana wî-1997, Stockholm, çapxaneya APEC.
2-Ferhenga Birîfkanî:di sala 1950 î de hatiye nivîsandin. Kurdî-Erebî ye. Kurdiya wê bi herdû tîpên erebî û latînî ji aliyê Şêx Memdûh ve hatiye nivîsandin.
3-Berhevkirina dîwana Şêx Nûreddînê Birîfkanî (1940-1966).
4-Berhevkirina dîwana Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî(1940-1966).
5-(El Heqîqe wel Beyan fî tercûmet sadat Birîfkan) bi zimanê erebî .1961.
6-Pêncî û yek helbestvanên kurd.
7-Lîsteya dara malbata Birîfkaniyan.
8-Gelek gotar û çîrok û metelok û lêkolînên ser dîroka milletê kurd.

Helbest:

Welatê me
Şax û daxên di wilatê me pir e j`şengebiya
Çîçek û alal û beybûn qul bi qul ketine çiya

Nêrgizên ser di giran şermendê xemla te ne
L`çîmenên nazik û ter simbil diden aweriya
 
Sorgulên sîmayê rengîn l`terzina girtî xunav
Daxedar im bo binefşên xurmeî l`ber keviya

Çar kinarê keviya sosin û simbil xemilîn
Mêrg û baxên di beheştê didine ber çikiya

Heçî coma tu binê bexçeyê rizwan e wilat
Baxê Îrem te hebît dê bideye mizgîniya

M`irîya bînî lê danî sê şevan dê jêne ve
Her dema binêrî bihare kanî nûjdare giya

Ax ji zêr e l`çiya binêre dur û almas in hemî
Çendî cewher la yekser wê ji nikme çûn ciya

Rez û bax û çîmenan şalîl û balîl dixwînin
Deng û awazê şirîn kefte nihal û geliya

Kan û gencên d`wilatê me pir in mil dane yek
Sed hizar in tev bijar in makê kîmya ye giya

Serwerê çendî cihan heq bêguman erdê me ye
B`qurçeka avê ji dola sax diken bêvariya

Heçî vî erdî bibînît paşî jê bene derê
Şêt dibît hadir di gavê dîn û har kefte riya

Bes bibêje kêm birêje Exlatî nas î ji mêje
Cih biheşt e çiya û deşt e av `heyat e l`kaniya

Hilo Rabin
Hilo rabin gelî Kurda bi can û mal bi `ehd û soz
Binêrin faris û tirka l`me napirsin `ereb û rûs

Ji tirka ya me bû erd û hemî rêze hemî Tersûs
Hekarî û Tuncelî û Mereş Kemîşxane heta Toros

Hinek Qeyserî û Sêwas û hinek Toqat hinek Mêrsîn
Exne û Dêrsim û `Entab, Qerehisar û Artwîn

Bîngol û Şirnex û Cizîrê û Exlat û Mafarqîn
Sêwreg û Wêranşehir û Batman û Dara û Nisêbîn

Melatya, El`ezîz, Xerpût, Giresun û Adîyeman
Qerekose û Trebzon û Bazîd û Qers û Erdûxan

Urfa û Sêrt û Erzerom, Bidlîs û Mûş û Erzincan
Îslahiye û Îskenderûn, Diyarbekir, Mêrdîn û Wan

Eve hemî kurd bûn xurî zarî di kirmancî dixwand
Man bêxudan û bêxweyî lewra ku tirka j`me revand

Exlatî hindî ba dikir trika cihê me j`xu kirand
Kesê çi pisyar lê nekir derd û xema dil peritand
__________________
Jêder:
-Dîwana Şêx Memdûhê Birîfkanî, berhevkirin û amadekirina Zahid Birîfkanî,çapa didiwan, dezgeha Aras-2002.
-Dîwana Kurmancî, Ebdulreqîb Yûsiv.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark