Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 20 Saliya Koçkirina Seydayê Tîrêj (1923 – 2002)

 


Konê Reþ
 
Ey bilbilê dilþadî, hela wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweþtir, ji ney û nay û bilûre..

Karwanê me va bi rê ketî, lê þevreþ û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêka me dûr e..


Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê þûr e..

 Wek ku diyare, tev þîn û þadiyên me di meha Adarê de ne. Koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23ê vê meha Adar de ye. Anku di roja 23 Adarê 2022, (20) sal derbas dibin. Bi vê helkeftinê kêfxweþ dibim ku xwendevanan serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav kurdên Binxetê de bikim.
  Bi helkeftina ku di roja (23.03.2022)an de, 20 sal di ser koçkirina Seydayê Tîrêj re derbas dibe, bi min xweþ e ku bibêjim; Seydayê Tîrêj, helbestvanekî Kurd bû ji nifþê Kevin, ew nifþê ku ji destpêkê de pîþ bi nivîsandina Kurdî Latînî kiribû. Roja îro piraniya wî nifþî koçkirine wek: Mîr Celadet Bedirxan, Dr Kamîran Bedirxan, Qedrî Can, Reþîdê Kurd, Osman Sebrî, Cegerxwîn, M. Ehmed Botî, Melle Ebdulhadî, Melle Ehmedê Namî… Seydayê Tîrêj jî, heval û hogirê van kesan bû û bi wan re ketiye kar û bare xebat û berxwedanê de, di meydana ziman, tore û rewþenbîrîya Kurdî de xebitîye; bi teybetî nivîsandina bi zimanê Kurdî û ji wî heyamê dûr ve berhemên xwe di kovarên Bedirxaniyan de belavkirine, ew kovar û rojnameyên ku di navbera salên (1932-1946)an de li Þamê û Bêrûtê çap û belav dibûn, wek Hawar û Ronahî li Þamê, di bin berpirsyariya Mîr Celadet Bedirxan de, (Roja Nû û Sitêr) li Bêrûtê di bin pirsyariya Dr. Kamîran Bedirxan de.

Konê Reþ, Qamiþlo, 22.03.2022



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark