Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ciwanên Bakurê Kurdistanê di Newrozê de kolan û meydan bi al û sembilên netewî xemilandin

 


Mahir Hesen

Ciwanin Kurdistana-Tirkî di pîrozkirina Newroza 2022an de, dîsa li bajarê Amed bi niþtîmanperwerî û hez û hestên berz ala pîroz a Netewî  ber bi jor ve bilind kirin û bi wêneyên serwer û rêberên me, kolanan xemilandin. Çend hêja ne ku li ser dest û tiliyên wan bakurê welat piþtî êþ û nexweþiyek dûr û kûr dikene û konê þîniyê diçirîne û dîsa Gulîstan û Gul û daristanên Amed , Mêrdîn, Wan, Þernex, Sêrt û Cizîr  bi barana ji tavên Þoreþiyê têne avdan, û li ser Ciya û deþtên bakurê welat,  li ser lat û zinarên wê, bost bi bost bi tîpên zêrîn navê xwe di nivîsînin û dibêjin va em hene, Omîd û hêvî vegerandin û gelek kêfxweþî belav kirin ji bo pêþerojê.


Gava Ciwanên Kurdên Bakurê Kurdistanê serkeftinek bû ku armanc û plansazên nemana netewa Kurdî li wî parçeyî gurr kir, û bû hewldan ji bo avakirina nifþekî dilsoz û resen. Çawa ji kela Amed heya Barzana berxwedanê, ji Peravê dicle û Ferat bo xup-xupa ava çem û cobarên Mehabata birîndar, ji Newroza 2022an bo Þoreþa Elûnê û Pêþmergeyên dilêr, di sînga asmanê welat deng vedan û li hev vedigere û her tiþt bi kurdî axivî di bin siya Ala netewî de.
Bi dîdariya herî mezin, serê sibeha Newrozê ve ketine rê û cadeyan da careke din li kolanan govendê bigerînin û Ala xwe hembêz bikin û girîngiyeke mezin pê dan, û li qada Newrozê jî Al di aheng û coþ li asta herî bilind bû.
CNK, di kêleka berevanîkirin ji mafên xwe yên rewa, xwedan roleke girîng in û berçav jî bûye bo pêþdebirina zanayî û wekhevî û diyar kirin ku tim wê berdwam bin li ser xebatê bo parastin û bergirîkirin  di ber netewa xwe de, û bi ti awayî jî ne amade ye di bin ti zextekê de ku Ala xwe biruxînin an jî dev ji xwestek û daxwazên xwe yên rewa berdin.
Bijî ciwanên netewî yên Kurdistan, bijî ked û hizra we


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark