Rêber HebûnSarter1 meqate dibe ku a din bike dojeh, ji ber ku mirov nikare xwe ji pirs û êşên xwe rizgar bike, li gel wê di hebûniyê de bi derya de diçe,ta a din ji takes re kelemek î bibîne ,û bi heman demê zanyar kedekê dide bin siha çi gotarê an deqekî ji kesê wergirtî re radike,ji bo ku kêşeya hebûnî a ku tevahî rêzên jiyana me kêmxewî dike bi belge bike, nexwe mirov a tekî tenê ye a bijareyên xwe li ber hebûna ragihandî radike, û encamên bijar e û sersaxiyên xwe li pêş tişt û dûxayan de hildigre, û herwekî ku a din ji tevahî berdewamiya jiyana me re kelemek e nimûnî saz dike,lê em jêre dibin deyndar, ji ber ku ewa xeleka giringtirîn e ji xwenasîna me re û çawaniya em bi destê wê di jiyanê de bibin.
Got û bêjiya heman û din di rêbaza gerînê ye ji kêşeyên hebûnî re, û
zanîna a em heta çi radeyê dikarin sûdê jê wergirin, û dibe ku hebûna
êş di bîrê me de bi nerîna me ya got û bêjî ve tevderbasbûyî be, ji
misogeriya rêza jiyana ku li ser pêşveçûnê berve dawiyê hatiye
avakirin, lêbelê mayîna demborînê di mirov de qayimtir e û li ser ban
de tê xuyakirin, û dema em behsa Sarter dikin û gotina wî tînin ziman
,dema got ku a din ew dojeh e , em nîşanên giring jê derdixînin , û li
vir Sarter di şanoya xwe ya bi navê (rûniştina nepenî) dibêje : “dojeh
ew kesan in.“
-------------------------------- 1- Jan Bul
Îmard Sarter 21 Cehzeranê 1905 li Parîsê -15 Nîsanê li Parîsê 1980 , ew
fêlesof ,romanivîs û niviskarekî şanogeriye , niviskarê sînariyoyê ye û
rexnevanekî wêjeyî ye û çalekvanekî siyasî ferensî ye. Ew
kesên yên hewil didin ku rêbaza jiyana xwe bicî bikin , û herwiha ji
bo me bi kelem û zehmetiyan ve bitemirînin, û kedekî didin ku di rêya
me de aloziyan biçînin, û herwisa hewildana afrênerî ê ku em di hundirên
xwe de ronî dikin, rê dûz dike ji got û bêja ez û din bi awayekî pir
diyarbûyî, wek mînak: dema em dibêjin ku dildar dixwaze henasa hezkiriya
xwe bi henasê xwe ve tune bike, di dema ku di kiftika dîmena riyalist
de em raman dibînin ku xwe li dû hev dike ji bo ku rêbaza xwe ya saxlem
dûrî dîtinên wijdanî ên zindî çêbike, û bê guman meraq ji bo çareseriyê û
nêzikbûna ji vac, ji ber ku jiyan têkelek e ji têgehên ne tebitî , û ew
xewinên ku têne mirov, û parekî ji ramanbûna wî dibin, dihêle ku henasa
afrêner hewil bide jidil ta bi rastiya afrênerî bighêje xweşiya
armancbûyî, û ewa sazkirina rêyên bikêr ji hevrazbûnê, bi têgehîbûnek e
bacgirtî ,yê ji pisporî, ajok û kanîbûnan tê encamdan, em wana ji
kelika vê girteheviyê pevdiguhêrin û di mijara hewildana evînkar ku
bi parçeyê xwe ya din ve bi yek bibe, û ev mîna peywendiya afrêner bi
alavên heyîn ,cîgeh û kêşeyên wê û bi afrêneriya xwe re , û bê guman ev
tişt pêktê bi pêvajoya têkelbûna komelgî ligel van pirsgrêkan, ta
bibe kedek e bi hêz ji bo afrandinê. Têkelbûn bi bîr re ne wek
ew têkelbûna pêkhatî ye di peywendiya evînî de, di nav jin û mêr de, lê
dema ew têkelbûn pêk tê, evîndar kesayeta hezkiriya xwe winda dike, û
tenahiya eza xwe vedigerîne. Em dibînin ku ew eza , bijareyên
henasê di parçebûn de diyar dike, û gera wê ya berdewam ji çarenûsan re
ji bo rewşên yên demborînê nîvî dikin û berve pêşerojê ve diçin û eger
ku evîn ango meraqa me be ,ku em hez bikin , ewa jî çûna me ye ji bo
vekolîna heyîna pêşveçûnê ye ji baştirîn re , bi xwestina xêra dûrtir bi
navê wê ya rastîn. Û pêjna afrênerî bi tevahiya xwe bêhtir
diponije li kêşeya henas û din , û wana bi eynî demê pesin dike, û
hewildana henas ku xwe bi yê din re bi yek bike bi awayekî wijdanî,
ango ewê din dixwaze hezkirina me bi wateyê ku pêdiviya xwe di wê de
dibîne bijî, di vir de bedewiya hewildanê pêktê ,û herwiha mercê
afrênerî bi gera li jiyana yê têde zanyar pêş dikeve çêdibe, bi
rêveçûna xwe bi vê pêla civakî re berve rastiya hebûna a ku bi
bedewbûnê darizandî ye, tevî got û bêja pevçûna sazger li her koş e û
derbar de û serdeskirina wî bi hemî rêgeh û meydanên cuda, êdî hebûna
evîndar li pevçûnek e berdewam de ye, wek her hebûnek e din, û hindî em
di henasê xwe de bi rêya eynikên hebûnê biramin , her ku wê rastiya me
ya bedew bêhtir diyar bibe, û bi rêk û pêkbûna û lihevhatina xwe ligel
sirûştê wê berfirhtir bibe,wisa wê hizrkirina bedewbûnê xwerû be, û ji
pend re nimandin be, ji ber ku pend lawê bedewbûna ku di hebûnê de cîgir
bûye, û pêzanîna me bi hebûnê pêknaye bê ku em derbasî rakêşeriyê
nebin li vê cîhana ku bi nepeniyên xweşiya bi seyr cîtengbûye, bi
gerîna di nav ferehiya wê ya bê sînor de, ta ku em xwe binasin, û
herwisa hebûn yê ji me ve xuya dikir wek ku buhiştek e akincî, tiştên
wê yên veşartî aşkere nabin ger ew pêzanîna takesî nebe û ewa : ez e,
eza a dixebite , ked dide, dixwîne û li çûnxaran de digere. Ev
rastiya pêketina zanyar çêdike ji bo rizgarkirinê ji baskên têgehên
kevirbûyî, û mirov wê bi xweşiya rêvebirinê ji xwesteka evînê bîr
nebe eger bi bi bûyerên dem û cih ve di cêwîbûna wana de nerame, ji
ber ku nepeniya bedewtirîn bi vexwastina aliyên girêdayî bi huner û
zanistên mirovî ve, û her tişt dibişkive bi rêya got û bêja takes û
sirûştê di nav jîndaran de, û xuyakirina ew civak bi saya hevgirêdana
qayim di navbera tevinên afirandina saxlem ê di heyînê de niştecî ye, û
di xwesteka henasa takesî di lêgerîn, afirandin û ketina hundir bi
kûrahî berve bedewbûnê, û rexne jî parek e biserîbûyî ye ji pêvajoya
afrênerî , û ewa hevcisniyek e din e û riwek e beranber e ji got û
bêja takes û sirûştê, hebûn û jîndar, afrênerê deq û pê de çûyê deqê,
felsefa û şîrovekarê wê, van cotbûnên beranberî hevdû demasalên hevdû
yên kêm temam dikin, ji ber ku rexne ji deqa amadebûyî dixwe, û nirxa
afrênerî bi giştî diyar dibe dema pê de çûna şîrovî a ponijî di nava
wan de û herwisa.. li vir nîşanek e girîng e ji kesên yên li pêş
me û jiyan û ramanbûnên me de dibin kelem, ji ber hebûna wan dimîne ew
dojeha fortdayî ji hemî tiştên yên di jiyana me de ne, ku em wana bi rêk
û pêk dikin ,û bê guman ew kelem di navbera henas û ponijîna tam de
dibe asteng, û her tim dibe dojeh û şerodî ,bi sedema hebûna kesên din,
yên kedên mirov ji bo parastina rewanê û rêxistinkirina pêdivî û
palnerên wî hizr nakin, û ne xem e ji bo wan ew bedewbûna a ku di çûna
nav sirûştê de heyî ye, û sûdwergirtin ji taybetmendiyên bedewbûnê ye,
ev hîşt ku hêrs û dilgiranî bibe encamek e a ku li hember hêzên kirêtî û
reşepêşkirinê radiweste, ên beranberî raman , xewin û xwestekên me di
rengînkirina jiyana me bi bedewbûn, ramanbûn û zanîna hewildar ve
disekine. Got û bêja hebûna afrêner li rex kelema mirovî de û
derdê heyî li cem berdewambûna afirandinê û pakiya wî ye, dema em Sarter
dibînin ku derd di yê din de dibîne, û hebûna me wek henas e barekî bi
ser de ye, û Sarter dibêje : (bilî ew din e, eza ku ne ez e) û ji vir
ew dîtina zanyarî pêktê berve hestkirina bedewbûnê, û ketina di nav
nîşanên wê yên germ de, û rêvebirina ser alavên bergirî dide me, tê
kurtaskirin di meqatebûnê de, lê li rex tofekê vê bedewbûnê bindest û
dûr dike, çima girtehevî ?!, li vir birastî mîna armancekê ji zorengê
ye û ewa got û bêjiya hebûnî diyar dike, ji ber ku du tof hene, tofek e
tenik afrêner jiyana xwe bi rêve dibe bi rêya piştpêbestkirina xwe bi
jiyana xuristî û tiştê ku di nav de mîna bawerî bi komek yase , bi rêya
wê jiyana nimûnî tê rêxistinkirin û ev reftara lêkolînerên jiyana gelek
aram û wate di kiftika xweser de ye, beranberî wê tofek e qezencî heye
bi malgirtin û desthilatiyê bawer e, ji ber ku ew bingeha vê tofê ye û
cihê serpereştiya wê ye, û bedewbûn di sebaret wê ewa bidestxistina
tiştan e , û diyarkirina bedewbûnê ewa di gezenckirin û desthilatê de
ye. Naxwe du ragehên ji hevdû cuda hen e,bi berbaweriya li ser
bihaneyekê (şîrovekirinek e rêzimanî) bi şîrovekirin û ravekirina peyva
(ne) em dibînin ku jiyan naye jiyankirin ji bilî li ser sergeha pêşbirk û
bilîxwebûnê , di pêşdebirina rêyek li ser rêyek ê , û herwiha lîska
aşkere li ser têla mayînê ji kesê hêjatirîn re. Gurbûna afrênerî
di hevketinê de ye ligel zîrekbûna qezencî, û xwestekên tevahî zanistên
mirovî ku em li mirov digerin ji derveyê hawîra zanistê ve ê girêdayî
bi bendên hiş û wênegirtina wê, û herwiha dûrî xûlbûna wijdanî bi
hemetkirina li ser wijdanê wekî pîvanekî ji sererastkirina rêzên çewt
ên mirovan li qonaxên xwe yên dîrokî de ên dagirtî wate û fêrkirin
piştpêbest kirin, dema raman pikaranîn ji yek ji du wênegirtinan an
bingehkirina hişmendiyê an wijdaniya bêsînor a ku bi zanînê bawer nabe,
ku ew zanîn dikare di naverokê xwe de hemî tiştan têbigihe, û ji vir
Sarter dighe encamekê ku tunebûn û veqetandin û dûrketin di navbera ez û
din de heye. Cengên bi ser ricîmên rojhilata navîn de tên bi
gotina guhertina sîstemên wê, di eynî demê di naverokê xwe de guhertina
êşê bi rewşek e dagirtî qerebalix, derew û tevhevî diraje, nîşan dide ku
guhertin ji derve naye sepandin ,lê vînek e cemawerî jîhatî li peye ,
ji ber ku têgihiştin bi pêwîstiya guhertinê ew pêdiviya civakan e, lê
hêzên derveyî ew bi deziyên vê lîstokê wek diyar dibe dilîzin, bi
gurkirina zorengên yên nayên rawestan û aram kirin , û rewşa siyasî a bi
agirên sîtemkarî û destwerdana derveyî dorpêçbûyî ye. Û
berketina vê kêşeya qewimî di kokên civaka destgirêdayî bi zincîrên
serperestiyê û belavbûna derdên desthilatê di saziyên wê de, ewa cihê
hêviyê ye di pêvajoya berhemdana deqa afrênerî, û hatibû
piştpêbestkirin, ta di jiyanê de berztir bibe bi rêya ramana a nûnertiya
çareseriyê dike , ev ya parek î girîng e ji deqê, ji raberbûnên
helweşîn û parçebûnê, û ne diyarbûna pêşkerê, û çi berketin li cem asta
gewdehê û tiştê şanî, ligel wê a din dibe mîna çi mijarê an tiştekî,
lêbelê di rewşa dîtina derdê civakê divê em destê xwe deynin li ser
dûriyên wê ya deronî û encamên ricîma zordar di hundirê avahiyên wî de, û
qerebalixa ku têde çêbûye ligel şerên derveyî, û axaftin li ser vê
dirêj û aloz e, û di cengê de pêkanînên şahiya aram kêmtir dibin, û
ramandin li cihên wêranbûyî zehmet dibe, û ji van mehnedîtina li ser
binpêkirinên yên di dilê bîr de cîgir bûn e ,dibin hemî rojeva
axaftinek e bi êş, û hemî rê ne ji dermankirina rûmeta binpêbûyî re bi
destê qamçiyên serbir û carne jî ji sedema cenga ya destara xwe dizîvir
e ta dilaraman bikuj e, di dema ku dîmenk tê girtin ji xirabtir
gunehek e nuh dîtî, em dibînin ku li ser derdê jinê li cengê de tê tîr
kirin, ji ber ku ew hemî encam û bûyerên cengên yên mêr çêdikin dikşîne,
û parastina jinê ji birîndarên şer re, bi ewlebûna berzkirina
peywendiya mirov bi cih re, têkiliya wî bi a din re, û dîtina civakê ji
jinê re ji ber ku ew jîndara a herî ku sertbûna cengê hildigre, ev
dihêle ku em li bûyerê binêrin bi paldana li ser dan û standina mirov
pê re, wek wateyekê ji wê têkiliya di navbera ez û bilî, û Sarter li vir
dibêje: (Ew têkiliya di navbera ez û din peywendiyek e tiştbûyî
ye, heta ku her yek ji wan bi a din re wek gewdeyekî an mijarekî dide û
distîne , xwe bi wî ve bi ti awayî girênade.) û çavdarîkirina
bûyerê ewa lêgerînek e ji vê got û bêjê re ye bigiştî, û herwiha
girêdana rûberûbûn, û girêdanan di nav wan de berz dike, û wateyan ji
van beranberbûnên wana ve bervajî dike, bi derxistina temaşevan ji
panava ponijînê, ji ber mirov aliyê diramî nabîne ji bilî rêbaza got û
bêja henas û a din , ji ber ew rewşên mirov û qonaxên wê yên cuda ligel
beranber diyar dike ,û naveroka vê girêdana ramanî ê cîgirbûyî
vedikole ,li paş berzbûna temaşevan,û danîna helwestên zindî beranberî
rodanên çêbûyî li civakan de û çarenûsên wan, awayên ramandina wan û
alavên weşdanina bîrdoziyên wana jî kontrol dike. Û bê guman ku
peywendiya cihî di navbera got û bêja cotbûnan de û tiştê di navbera wan
de ji peywendî û kelemên dijberbûyî bi cih re ye. Lê nivîs vê
gengeşa li ser encamên gotobêja berdewam li hebûnê de diyar nake bi qasî
ku hewil dide baca serpêhatiyên mirovan veguhêzîne, di çarçova rêbaza
dan û standina hûrbînî ji zanistên mirovî re bi giştî, ji ber ku mirov
dike bine û armanca bingeh ji kiryara hebûna xwe re. De em bi gotina Yohena Ci Istosîncer biramin di pirtûka wî de a bi sernavê çima navnetewan diçine şer : (herdû
alî wê bibêjin ku sinc ew bihana şerê wan e, û herwiha jî bingeha vacî
ji destpêka cengê tê piştpêbestkirin li ser nirxandinek e pir pêde
çûyî ji geşbîniyê ji encamên şer, birîndarî û lêçûnê, û li ser
wênegirtinên şaş ji niyazên dijmin .) bi kabê lîstin ew civak li
tûnîla heldêrek e ne aşkerebûyî biribû, wê birêve bir ta bibe êzing ji
çavkariya xwediyên aborî û mafiyên wan, û ev me dihêle ku em vegerin
Sarter dema got : ( Ez berketî a din nabe wek ew bûye,lê berketî wî dibe
wek ew dibîne di çarçova werzê serpêhatiya xwe ya taybet de, tê wê
wateyê ku nerîna ez ji bilî re nerînek e kurtas e û têwerbûyî ye, tevî
ku ew dîtinek e serveyî ye li ser gelek cureyên hestî cîgir dibe , û
nakeve kûrahiyên bilî bi rêya nêzikbûnê jê re û hevsojî pê re.) naveroka
pirsgirêkê ewa berdewambûna zorengê ye, û pêşxistina devdanan li yên
din in, di çarçova ne çareseriyê, û mirov wisa li dû hev tên ji bo bi
baweriyan bigrin li ser hisabê damendelêtiya hindan, û wisa serdestan vê
pevçûnê gurtir dikin li gorî berjewendî û ecnîdeyên xwe, û wisa dîtin
rûberû bilî birastî wekî ku Sarter dîtibû kurtasî ye , bi wateyê ku ew
tewere ye di sînora ezeziya kirdeyî de ye a di heya xwe de bi ew
baweriyên ên wê bi rêve dibe ve girêdayî ye. https://youtu.be/5tmsq7Drc1Y
|