Konê Reþ Bi vê helkefta ku 33 sal di ser koçkirina Hunermend Mihemed Þêxo re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez rola wî di parastina ziman û pêþxitina muzîka kurdî de diyar bikim.
Bêguman rola Mihemed Þêxo di parastina zimanê kurdî û pêþxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parast û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêþde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran þêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, þêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin..
Ji rexekî din ve, wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê
xerab de, di navbera salên1970-1989an de, hestê netewî kurdî di nav
kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan
de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban
nav kurdên Binxetê di sala 1974an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980î de,
qirkirina Barzaniyan di sala 1983an de, Enfal û Helebçe di sala1988an
de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989an de.. Ji ber ku ew ji xwe
piþtrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû..
Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî
gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên
netewî, ku bi kêf û þahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êþ, birîn û
derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê
yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê
kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat
re û her wiha ji evîndaran re jî..
Di sala 1965an de, dema ku ez
di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Þêxo jî di eynî dibistana
Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka
Mihemed Þêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û
hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamiþlo de
naskirî bû. Wî ahengên dîlan û þevbuhêrkên xelkên Qamiþlo xweþ dikir..
Lê Mihemed Þêxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed Þêxo di
hewþa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin..
Di sala 1966an
gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Di wê
salê de Aram jî di nav wan de ji Qamiþlo barkir û çû
Armenistanê..Yezdanê dilovan herduyan; Mihemed Þêxo û Aramê Dîkran bi
dilovaniya xwe þad bike.
Konê Reþ, Qamiþlo