Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rola medyaya serdest

 


Rêber Hebûn

Dan û standina neçê bi civakê re dihêle bê bawerî û dûriyek e ewqas di navbera takes û berketiyên wî û nirxên zanyar de çêbibe,  herwiha aloziya têgehan tê ancamdan  bi encamê belavbûn, û bê peygerî û hûrbînî, wisa hêsan dibe li ser medyaya serdest ku civakên yên rastî gunokirina zanyarî bûne kontrol bike, û hêsan dibe dîtina cemawerên bêharbûyî ji çi gotarek î li ser  medyayê belav dibe, û bê guman ku ev bûye tiştekî devîbûyî, ji ber ku pirbûna destikên berhemdana nûçeyê , û kêm nasîna takes hundirê civakê, kiryarek e dudil û zorkar berhem dide, nikare mêjiyekî jevkirî,rexnegir û şopîner çêbike, lêbelê hişmendiyek e li xwe danîn û hilxwarî ava dike, û dikare tiştê ku tê belav kirin dûbare bike, di dema ku medya berdewam nûçe û zanyariyên gelek çilwer û jîrbûyî çêdike, li rex berdewamkirina mêjiyan bi mêtina çi tiştê tê belavkirin bi rêya serdevk û perdeyek e qayim ji xwendina çêja gelêrî.


Ew rewrewk bi kûrbûn di kiryar de xwe cîgir dike, û dibe têgehên suriştî, û takesan pê bawer dibin, wisa mildan û radestbûn bi wan xweş dibe, û pişaftin û helandin têne pêkanîn.

Armanca pişaftinê çûna nirx û taybetmendiyê  ji civakê , ji ber ku me gelek netew dîtin ku pişaftina bi zorê wana kirin bê ziman û bê taybetmendî , û hêdî hêdî  netewk e bê erd, ji ber vê yekê helandin di çarçoveya nijadiya serdest ewa dawî encamek e bi rêya wê tunekirina nasnameya rastîn bi serdikeve , beranberî serkeftina çanda serdest û komên nirxên wê, ji ber ku ew çandek e bi hêza xwe serdest e, mînak serdestbûna zimanê ingilîzî li ser cîhanê ta bibe zimanek e cîhanî pir belavbûyî, ji ber ku ev ziman kesên pê axivîn pêşî inglîz bûn, karîbûn bi derbasbûna çerxên qirkirin , pişaftin û mêtingeriyê zorpê bikin, û ziman bi rêya ol tê zorpêkirin,  ew hîştibû serdestkirin li ser erd û ferehkirina semyanê hêsantir be bi rêya zimanê erebî û reweştên koçerî di ol de, û wisa erd bi xelkên xwe tê daqurtandin, û herwiha osmaniyan hewil didan zimanê tirkî zorpê bikin dema hebûna wan û herwisa, ji ber ku belavbûna zimên bi serdestbûnê ve girêdayî ye, û çûyîna çand bi bilindbûna yek çandê ye, û ewa desthilata serkotker e a serdestiyê bi gelek awa û bihanan zorpê dike.

Di dema niha de , medya berz bû ,taku  erkên jor destikên kevinşopî yên xwe li dor hêzê ve gilover kiribûn  pêkbîne, ji bo zoreng bi eyînî gavê berdewam bibe, û bi rêya abonekirina hêza leşgerî , ji bo berdewambûna malgirtinê li ser çand,erd û takes û parastina çi tiştê  ku dagirkerên berê zep kiribûn, (diyarbûna zorenga di navbera mîla sinî Turkiya- li hember mila şêî- Îran) li kêlek xwesteka neviyên mêtingeriya kevin ( Emerêka,Rûsiya,Turkiya, Îran) û rabûna pêşbirkê  berve çekdarîbûn û pêşbirka pêşsazî ( Koriya bakur, çîn, Îran).

Û dema mekîna medyayî bibe destikekê ji bo kûrkirina qelşana civakî, û rêxistina jiyanê û têgehên wê yê sirûştî bê lêdan ji berjewendiya bazirganiyê bi nirx, dibe derbirînekê li ser cengek e giştî li hember nirxê jiyana pêşî yî timî zanyar parastibûn,lê ew bûye armanc ji  xwediyên  mafyaya aborî yê kar dikin bi ked ji bo jiyana ku li ser bingeha dadperweriyê hatiye avakirin têk bibin, û pêş vê yekê  li ser milên zanyar  lawên hebûnê  gelek erk pêş wan  in  bi kurtî ji bo rûbirûbûnê geştir biparêzin bi rewanekî ramanî û sincî, ji ber ku zorenga sermedî di navbera alîgirên jiyana pak û alîgirên xirabî  û kirêtiyê li her demê de diyar dibe,û eger me van zorengan kome ser hev bikra li ser cureyên sedem,encam,çawanî û pergalên wan we me karîbû kurtas bikra bi yek zorengê giştî û diyar di navbera hêzên ronakbîriyê û hêzên çavkariyê, û zanîn berdewam li kêlek ew hêza ye, a ji bo vejîndana bedewbûn, maf û xêrê kar dike.

Em dikarin bibêjin ku eniyên ronahiyê radibe bi berzbûna xebata zanyar a zehmet û dirêj ji bo çêkirina jiyanek e li ser wekhevî û xweşiyê , bi rêya berdewamiya ked û duristbûna hewildanê, û rakirina zordariya  ku li pey mirovê afrêner dikeve bin siha sîstema serkotkirin û bêrolkirinê, û têkoşîn ji bo rakirina vê zordariyê û guhertina wê bi cîgehek e pak ji bo afirandinê herdemî ye û naye rawestan, û ne tenê di çarçoveya şûnekê  ye ji hebûnê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.16
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark