Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xwendinek di rźveēūna Diktor Nūredīn Zaza de

 


Hižmend Žêxo *

Dost , Heval û xwendevanên hêja bi babeta bîranîna 33 saliya koçkirina serokê partiya me Diktor Nûredîn Zaza , Ez vê kurte nasînê li Ser zaroktiya wî , jiyana wî ya rêzanî û rola wî di nav xebata çandî û di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de diyarî hemû Nivîskar, Rewženbîr û hezkiriyên wî dikim.
Di 15’ê Sibata sala 1919’an de li bajarê Me’den a Elezîzê nêzîkî Amadê li Kurdistana Bakur hatiye jiyanê .
Ew Ji malbateke welatparêz û kurdperwer bû , xwendina xwe ya seretayî di sala 1930 î de li Siwêregê dixwîne û ya navîn jî di sala 1938’an de li Amedê bidawî dike , dema žoreža Žex Se’îd pîran di sala 1925’an de destpêdike, bavê wî (Ûsib Efendî) û birayê wî yê mezin Diktor Nafiz alîkarî û pižtgîriyê didin vê žorežê , Lê dema žorež têkdiçe ; Ûsib Efendî û Diktor Nafiz tên giritin û pižtî serbest berdana wan di sala 1938’an de tevî Nûredînê13’e salî ji Amedê derdikevin û derbasî Sûriyê dibin , pižtre berê xwe didin bajarê Helebê û li Žamê bi cî dibin .


Li Sûriyê Diktor Nafiz karê xwe yê bijîžkiyê berdewam dike , lê xebat û têkožîna xwe ya kurdî jî ranawestîne û bi rolekî berçav radibe di damezrandina ( Komela Xuyebûnê ) de û di sala 1946’an de dibe serokê wê komelê , pižtî žewtandina gundên kurdan ji ber serhildana ( Ihsan Nûrî Paža ) , Zaza gelekî xemgîn dibe lewma ew û hevalên xwe yên dibiatana Firansî žandeyekê çêdikin û nivîsekê ji baylozxane û nûneratiya Ewrûpayê yên li paytexta Sûriyê Žamê re dižînin û nerazîbûna xwe didin nîžandan , Her wiha gelek hewldanan dike ji bo damezrandina ( Komela Hêvî ) û pižtre Dr Zaza xwendina xwe ya amadeyî li dibistana Firansî bidawî tîne û hewl dide ku tevlî refên žoreža Kurdistana Îraqê bibe , Lê di sala 1944’an de ji aliyê hêzên ewlekariya Îraqî ve tê girtin û li Mûsil û Bexdayê tê zîndankirin .
Pižtî ku tê berdan , di sala 1945’an de ew diçe Libnanê da ku xwendina xwe ya zanîngehê bežê zanistiya rêzaniyê li zanîngeha Firansî bidawî bîne , demekê li Radiyoya Beyrûtê di bežê kurdî de kar dike û pižtî ku êzgeh tê girtin , Ew dibistaneke kurdî vedike , her wiha li wir malbata Berdxaniyan nas dike , bi wan re kar dike , ji bo kovarên ” Hawar û Ronahî ” û di vê çarçewê de alîkariya mîr Celadet Bedirxan dike.
Pižtî ku bawernameya xwe ya zanîngehê di sala 1947’an de distîne di 1949’an de berê xwe dide Siwîsrayê ji bo xwendina asta bilind li wir bixwîne , di sala 1956’an de bawernameya Diktora di Felsefê de distîne .
Bi dirêjahiya vê demê de wî dest ji kar û xebata netewî ya gelê xwe berneda û hewl dida ku li Ewrûpayê jî êž û azariya gelê xwe û rewabûna doza netewî ya kurdî di nav civaka ewripî de bide naskirin.
Di sala 1949’an de ew û hejmarek ji hevalên xwe ( Komela Xwendekarên Kurd ) avadikin û dibe serokê wê komelê û pê re jî ew û hevalên xwe kovarekê bi navê ” Dengê Kurdistan ” bi zimanên Kurdî , Firansî û Ingilîzî derdixin û diwežînin.
Di sala 1956’an de ew Diktora di zanistiya rêzanî de distîne û careke din vedigere Sûriyê da ku xebat û têkožîna xwe berdewam bike û li zanîngeha Žamê dibe mamosteyê Felsefê .
Di sala 1957 an de hejmarek ji pêžengên kurd wek ( Hemîd Derwîž , Osman Sebrî , Hemzeyê Niwêran ) yekem tevgera rêzaniya kurdî li kurdistana sûriyê damezrandin bi navê ( Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) , Nûredîn bi žêweyekî ne ažkere pižtgiriya wan dikir di wê gavê de û pižtî dan û stan û têkildarî bi hevalên Kurdaxê re weke ( Režîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Žewket Henan û Xelîl Mihemed ) bi žêweyekî fermî ew hevalina û Dr Zaza jî tevlî vê xebatê dibin û di roja çardehê Cehzerana sala 1957an de damezrandina partiya me radighînin û Diktor Nûredîn hate hilbijartin serok ji partiyê re .
Di wê demê de qonaxeke nûjen û ber çav ji xebata netewî ya Kurdî li Kurdistana sûriyê despê dike , cemawerê gelê kurd li dora Dr. Zaza û Partiya Pêžverû kom dibin , ev pêngav dibe cihê metirsiya çavsor û neyarên gelê me û bi taybetî desthildariya yekgirtî ya ( yekîtiya Sûriyê û Misirê di sala 1958’an de ) , Lewre di sala 1960 de dest bi girtina çalakvanên rêzanî kirin û hevalekî me nema û nehat girtin û ižkence nedît ji aliyê wan zordaran ve, û di wê salê de Diktor Nûredîn jî tê girtin û 18 heyvan ew di zîndanê de dimîne.
Di zindanê de ew nivîskê dižîne ji serokê dadgeha ewlekariya dewletê re li Žamê , Ev nivîs gelekî hêja û giranbuha bûye ji ber ku rewža herêmê bi gižtî û mijarên rêzanî dinav nivîsê de hatinne . Naveroka wê dibêje ku mafên gelê kurd ên hebûn û jiyanê li warê wî li bakurê Sûriyê hene , gereke çanda wan bê parastin , û ti carî çand û dîroka kurdî tevî ku ev qas žer , kužtin , barkirin û bi dûrxistina ji nižtiman û xaka kurdî , Lê gelê kurd tu carî winda nebûye û nehatiye pižaftin , Lewre divê biratiya gelan li herêmê pêk bê û kužtina gel û çanda wî tawaneke li dijî yasa û zagonên mirovahiyê ne .
Pižtî ku Diktor Nûredîn ji zindanê bi derdikeve , di nav hevalên xwe de bi taybetî, û di nav tevahî civaka kurdî de gelekî bi nav û dev dibe , Lê di wê çaxê de hilbijartinên perlemanê di sala 1961’an de çêdibin , Dr. Zaza bi navê Partiya xwe derbasî hilbijartinan dibe û dighê asta serkeftinê lê hêzên desthildariyê bêbextî û sextekariyê dikin û wî digrin , Pižtî ku ew serbest tê berdan diçe Libnanê û gelek têkîliyan bi kesayetiyên navdar ên Libnanî re çêdike weke : Kemal Canpolat , Her wiha di vê çarçewê de ew peywendiyan bi serkirdeyên žoreža kurdî ya Bažûrê Kurdistanê re çêdike, Lê ew peywendî dibin sedema nerazîbûma hikûmeta Libnanî, radibin wî digrin û di riya Urdinê re wî radestî Sûriyê dikin û li wir jî careke din di sala 1966’an de 7 heyvan tê girtin , di wê demê de Sûriyê dibin desthildariya Partiya Be’is a žovînî deye û wî sirgunî Siwêdayê dikin.
Di sala 1967 an de ew diçe Turkiyê cem birayê xwe Režo , Lê ewlekariya Turk pê dihesin , mafê nižtecîtiyê nadinê û didin peyî wî lewma ew neçar dimîne ku ji Tirkiyê bi derkeve û di sala 1970 de berê xwe bide Ewripa û li Siwîsrayê bi cî dibe.
Diktor Nûredîn di sala 1973’an de li Siwîsrayê û di 53 saliya xwe de bi jineke rojnamevan re bi navê “Gilberte Favre” re dizewice û kurekî jê re tîne , navê wî dikin”ChangoValery”(Žengo) , di dawiya temenê xwe de ew li Lozanê weke mamosteyê zimanê Firansî li dibistanên wê kar dikir.
Diktor Nûredîn di roja 7’ê Çiriya Pêžî de di sala 1988’an de li derveyî welêt li xerîbiyê li bajarê Lozan li Siwîsrayê koça dawî dike û li wir tê vežartin .
Diktor Nûredîn Zaza ne tenê siyasetmedar bû û hew , Lê belê ew xebatkarekî wêrek tekožerekî payebilind û hižmendê gelê xwe bû , Herwiha ew rewženbîr û nivîskarekî zîrek bû , bi sedan ji gotar û nivîsên wî rûpelên herdu kovarên “Hawar û Ronahîyê ” xemilandine û zengîn kirine , û destana “Memê Alan” veguherand tîpên latînî û çap kir , Romana “Živanê Kurmanc” a Erebê Žemo ji Firansî wergerand Kurdî û di sala 1982’an de pirtûka bi navê ” Jiyana min a kurdewarî an Hawara gelê kurd ” bi derxist û di vê pirtûkê de behsa jiyana xwe û têkožîna gelê kurd dike , Her wiha xwedî rolekî berçav û sereke bû di damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de.
Diktor Nûredîn Zaza guhdaneke mezin dabû Zimanê Kurdî û mijarên rastkirin û pêžxistina zimên , Lewre wî camêrî bang li kurdan kiriye û dibêje :

Gelî Kurdan !
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tižtî bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêžve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Ji Berhemên wî :

- Bangeke ji bo miletê kurd di Sala 1982’an de .
- Žerê Azadî – Helbest / -Beyrûd ( Li Ser žoreža Kurdistana Bažûr )
-Pirtûkek bi navê Bîranînek , ji bo komcivîna Afro – Asiyawî li Qahîrê.
-Wergerandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji zimanê Firansî wergerand zimanê kurdî.
-Nivîsarin di rojname û kovarên Firansî de.
-Wergerandina pirtûka Živanê Kurd ji zimanê Firansî wergerand zimanê kurdî.
-Wergerandina pirtûka Basîl Nikîtîn a bi navê ” Kurdan ”
Bi zimanê Firansî Ma cîbicîkirina de kurde ( jiyana min a kurdî ) 1982 – Siwîsrayê
Bîranîn – çapa yekem – 2008/ Stenbol, ji wežanên Avesta.
Gulê ( Berhevoka çîrokên wî ) çapa yekem Gulana 2007 / Diyarbekir.
Memê Alan bi latînî .
Keskesor .
Kurdistan , Bi firansî .
Herwiha bi dehan nivîs û gotarên wî bi zimanê Firansî û Erebî di rojname û kovarên Libnanî de hene.

Jêder û Çavkanî :
Hemrež Režo , kovara çiya, hejmar 3
Kovara Bîr , hejmar 1
Kurmancî ( wežana Enstîtuya kurdî ya Parîsê ) hejmar 4 zivistana sala 1989
Pittûka Jiyana min a kurdî an Hawara gelê kurd ya Dr Nûredîn Zaza
Malpera Dengê Kurdistan
Pirtûka Dîroka wêjeya kurdî.

Xwendevanên hêja

 Di dawiya vê kurte nasînê de Ez dibêjim sed mixabin û heyfa gelê kurd ku nikare li siyasetmedar, Rewženbîr û xebatkarên xwe bi xwedî derkeve.
Hezar silav li giyanê te be ey Hižmendê rêbaza Partiya Pêžverû.

Diktor Nûredîn Zaza ji bîr nabe û ew herdem di dil û hižê me de zindiye.

19 / 10 / 2021

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark