Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi helkeftina çilê helbestevanê hêja Hadî Behlewî

 


Boniye-Suad Cegerxwîn

Çil roj Li ser çûna te derbasbûn Kekê Hadî
Koçkirina te ji nav me,xemgîniyeke pir mezin ji me re çêkir, kul û êþên me tev nûkirin.
Bavê Nuhat
Bê guman nexweþiyê cihê xwe di canê te de baþ girtibû,êþ û azarî bibûn hevalên te yên sermedî
Bar li te giran kiribûn lê te xwe ji nexweþiyê re qet neçimand û di tariya jiyanê de te rê da hest û ramanên xwe ku di pirtûkan de cî bigrin ,îro wêjeya kurdî bi wan hatiye xemlandin.
Va dawiya êþ û azariyên te hatin û tev rawestiyan lê mixabin te bi xwere razandin û te ji nav me revandin
Çil roj li ser koçkirina te derbasbûn


Bi rastî xemgîniyeke pir zor e lê mixabin em nikarin li ber mirinê dest hilînin!
Mirin pir tehl û dijware keko lê bê guman
diyardiyeke xwezayî û giþtî ye, ra lê nabe.
em tev di vê rê de ne.
Kekê hêja
Min soz dabû ku ezê li ser naskirina me bi hevre rojekê binvîsim, berî ku tu ji nav me barbikî,
lê mixabin tu çû û te em tev xemgîn kirin.
Êdî ezê vegerim rojên kû derbasbûn
Ew demên ku tevî nexweþiyên xwe pir xweþ û bi wat bûn.
Kekê hêja
Min ne îro te naskiriye  
Ji zûve herdû  malbatên me pêwendî bihevre kirine
Dema rojên xweþ gavaku malbatên me bi hevrebûn
Di yek rê debûn û bi yek armancî  xebata netewî dikirin.
Gava ku hersî mele Þêxmûsên rêzdar bihevre di rêxistinekê de  xebat dikirin
Hersî stêrkên ku di demên reþ û dijwar de tekoþîn a xwe bi dil û can dikirin (Mele Þêxmûsê Qerqatî, Mele Þêxmûsê Þêxî û Mele Þêxmûsê Hesarî-Cegerxwîn)
Bê guman endamên malbatên me jî çavnerînê wê xebatê bûn û rêça jiyana xwe li gor prensîpên xebata wan  nîgar dikirin .
îro roj em tev encamên wê demê ne.
Mînak berbiçave
Ku te wek helbestevanekî kurd  Pênûsa xwe ji bo    wêjeya zimanê kurdî xweþ bikar aniye û  te pirtûkxana kurdî bi berhemên xwe xemilandiye.
Hêja Bavê Nuhat !
Li mala me û li gundê Girzîn em gelek caran civiyan e , keniyane û beþdarî þahiyan bûne
Ew danûstandina zaroktiyê
Herdem jiyana mirovan divejîn e,geþ û bi wat dike.
Bi rojan em li gundê Girzîn  diman û em tev wek malbatekê diliviyan     
Gelek caran win dihatin Qamiþlo , mala me
Dîsa bi pûte me bihevre li gengeþeyên mezinên xwe guhdar dikir.
Bi saya xebata  wê demê, me xwe avakir û me rêça jiyana xwe nîgar kir
Dilovaniya xwedê li wan teva be ku em di rêxistinekê de ( Benda Azadî) civandin û rêça me bi tekoþînê xemilandin.
Êdî bê tirs me kesayetiya xwe ava kir û li ser lingên xwe rawestiyan.
Bê guman kesên ku ji kaniya resenên xwe vexwaribin
wê di rêça wan de berdewam bikin û ji bo prênsîpên xwe serkeftiyên bê hempa bikin.
Êdî bi pûte me li dû wan de berdewam kir.
ev helbest û zanestiya te ya îro ,encamê wê demê ne hêja.
Axaftin geleke û bê dawî ye lê divê  bi dawî  bibe.
Kekê Hadî
Tê her bimînî  stêrkêk li asîmanê Kurdistanê  diçirise.
Nivîsên te wê her û her pirtûkxana kurdî bixemilînin
Bi asa û asûde razê Bavê Nuhat
Tê Herdem di bîr û xeyala me de bijî !

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark