Lêkolîn û șirovekirin: CankurdBê guman karekî ne asan e, ku mirov li ser helbestvanekî mîna Awazê Kalo tiștekî ber bi çav binivîse, ji ber ku ev helbestvan, bi kêmtirîn li ba roșengbîr ên Kurdaxê (Çiyayê Kurdan), yek ji nivîsevanêd gelek payebilind û jêhatî ye, hem di warê zimên de, ku yek ji kesên bi Kurdîyeke zelal û rêzimanparêz dinivîse û hem jî di warê wêjevaniya xwe ya kêmnimûne de.
Yê dî, ewe ku du rêgah hene bo șirovekirin, nirxandin û lêkolînê di
warê helbestê de. Rêya yekemîn ewe, mirov bi lez û bez di ser
helbestdanekê re here û hinde nimûne ji pevek û wêne û rewșên helbestvan
bi kar anîne, bide ser hev, bê ku dema xwe pir bi wê berhemê re derbas
bike, û rêya dî, ewe ku rexnevan derbas bibe bin çermê nivîskar, wekî
Christoph Bode di nirxandina romana Aldous Huxley (Jîhana nû ya wêrk) de
kiriye, ku rexne ya wî ne kêmtir navdar e ji wê romanê, û tê de bi
hostayî, bi zanîn û kanîn hemî bingehên rexne ya wêjevanî parastine û bi
kar anîne, ku êdî ev rexne di dibistanên bilind ên wêjevaniyê de tê
xwendin û fêrkirin û bo hinde zimanên navdar jî hatiye wergerandin û
nema kesek dikare bibêje, ew ji Christoph Bode zanatir e di rexnekariyê
de.
Di vir de jî, pêwîst e em di navbera „nasdan a pirtûkekê“ û
„rexneya pirtûkekê“ de șaș nebin. Min bi xwe gelek pirtûkên dostan bi
kurtî û sivikî dane nasdan û li ser wan belav kiriye, lê wan nasdanên
min ne rexne bûn û divê ewana wilo wek nasdan bên pejirandin.
Ji bo lêkolîna helbestekê an jî helbestdanekê sergotinek, ten „govd“ ê serekîn ê rexneyê û kurte pîvana rexneyê pêwîst in.
Di
sergotinê de, divê nasdana pirtûkê bi kurtî hebe: Navê nivîsevan, dema
weșandinê, li ku hatiye çapkirin, hejmara rûpelan, cor û babetên wê,
mijarên pirtûkê û șêwe yê vehûnandina helbestê, û bê guman hejmara
fermîkirina pirtûkê…
Di tenê rexneyê de, pêwîste rexnekar li ser
gelek bingehên rexneyê raweste û li gor wan helbestan an helbestdana li
ber xwe binirxîne, ji wan bingehan: Bi kar anîna zimên ji aliyê
helbestvan ve, ew zimanê gelêrî an akadêmî bi kar tîne, di zimanê
helbestvan de pir peyvên windabûyî hene an her xwendevanek têdigihe
zimanê wî, ritma (إيقاع) rêzên helbestan, kevne șêwe ye, nûjen e, tev li
hev e, em dikanin wê pirtûkê li gor çerx û deman bi kijan dema wêjevanî
ve girê bidin, ma șașî û çewtî yên zimanî gelek in an pir kêm in, șașî
yên çapê hene an ne, ji ber ku eger hebin, ewana dibin egera têkçûna
helbestê, pevek ên ku helbestvan bi kar anîne kin û kurt in an dirêj û
giran in? Wêne yên wêjeyî, pêdaçûn „مبالغة“ û îdiyomên zimanê xwe yê
neteweyî gelek bi kar anîne an ne. Ev giring e ji ber ku li hinde
navçeyên welêt, ku gelek fireh e, wan îdiyom bi kar nayên an jî nayin
têgihîștin… Bo nimûne: Em Kurdaxî dibêjin Xalo kevirê jina xwe avêt, ev
jî bi wateya (Jina xwe berda) ye, lê ne dûr e, ku ev îdiyom tenha li
Kurdaxê heye, li navçeyeke dî ya welêt, dibe ku bi șêweyekî dî tê gotin.
Hîn axazên „daxwazên“(1) dî yên bingehîn hene, divê mirov li gor wan
naverok û mijarêd helbestan bi wan binirxîne.
Li dawiyê, pêwîste rexnevan bi kurtî û kinî encamên lêkolîna xwe ya wêjevanî bide ser hev û bersîva hinde pirsan jî bide, wek:
-Niyaza an xwasta helbestvan ji van helbestan çî ye?
-Ma ew gumana te ya serekîn di mafê wê pirtûkê de bi cîh bû?
-Van helbest li gor vê demê ne jî, mîna ku li gor dema xwe ya nivîsandinê bûn?
-Nirxandina te bi xwe ji van helbestan re çî ye?
…
û hin pirsên dî, ku bi pirskirina wan û bersîvdayîna wan, mirov dikane
wê rexnê jî binirxîne û li gor pîvanên rexne ya helbestî têxîne ciyê wê
yê guncaw „مناسب” di nav xebatên rexnekariyê de.
Dîwan a helbestvan
Awazê Kalo (Bi sêveke gezkirî di singa min de) bal û dîna min kișand, ku
ev berhema helbestê, wê ciyekî bala û bilind li ba rexnevanan bigire,
bi șêweyê çapê, bi mijarên wê, bi nûjeniya mijaran li gor du deman, dema
ku helbestvan di bindestê deselateke xwînrêj de bû û ji xwendina zimanê
xwe yê dayîkî bêpar ma bû, û di dema ku gihaye jîhana azad, ku tê de
dikare xewn û pêjinî yên xwe bi azayî derbixîne, yê ser dilê xwe bo
jîhanê binivîse û bê ku tirsek di pișta wî keve, nalîn ên xwe bike rist û
peyv ên nivîsandî.
Ji her aliyekî ve, li gor bend û merbend ên
zimên, Awazê Kalo, bê ku çû be dibistaneke kurdî li welêt an li derve,
bi Kurdiyeke zelal û asan û wêjeyî helbest ên xwe vehûnandine, çanda
helbestî ya navçe ya Efrînê parastiye, hêgin kiriye û bê guman pir di
bin hukariya çanda devkî ya stranên Çiyayê Kurmênc de mayî, ji aliyê
wêne yên derbirrînê ve, ji aliyê binperdekirina hinde wêne û peyvên
berbest „qedexe“ di nav Kurdaxiyan de û ji aliyê roșengbîrî ve, ku ew
baș dizane, wê gelek kesên ne xwende jî helbestên wî bixwînin, û lew re
pêwîstî dîtiye, bi șêweyekî ku her Kurdekî Kurmanc, li her derekê, van
helbestan bixwîne û têbigihîne niyaz û armanc û giriftariya wî, liyanî
ya „eșqa“ (2) dilê wî û kizotên di kûraniya hinavên wî de.
Ew ji
ber jêhhatiya xwe li ser bergê dawî yê pirtûka xwe dinivîse: Helbestên
min pir biçûk in…“ Lê ya rast ewe, ku ew helbestvanekî mezin e û
helbestên wî jî pir mezin in. Van 232 rûpelên ku tê de 40 helbest û
helbestok hene, hema bi gelek wate yên dilê mirov dihejîn in dagirtî ne,
mîna mêweke tiriyê hingivîn ê Kurdaxê, ku di havînê de mirov li vê
dûriyê bi bîr tîne…
Mixabin, xwezî li dawiyê ferhengokeke piçûk jî hatiba lêkirin, wê hîn baștir ba,
-----------------------------------------------------------------
(1) Ehmedê Xanî peyva „Axaz“ bi kar aniye
(2) Di gelek stranên Kurmancî de stran wilo dest pêdike: „Dilê min liyan e, dilê min liyan e…“ Bi wate ya „Dilê min așiq e.“