Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Hevdîtineke dostane li Dortmund di navbera her du Yekîtiyan de

 


roja çarþemê 18`ê tebaxa 2021`an, li bajarê Dortmund yê Elmaniya, her du Yekîtî: Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, û Nivîsîngeha Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civiyan, bi amadebûna mamostayan Ibrahîm El- Yûsif, Cemîl Ibrahîm, Xorþîd Þûzî, Hefîz Ebdulrehman, Sedîq Þerxî, Hejar Botanî, Bavê Zozanê û Elwan Þivan ji aliyê Yekîtiya Giþtî û Sebrî Resûl, Dilbrîn Þingalî û Ebdulazîz Qasim ji aliyê Yekîtiya Nivîskaran.  
Mamosta Xorþîd Þûzî (yê herî bi temen), bixêrhatina amadebûyan kir û kêfxweþiya xwe anî ziman, û paþî hevkarên her du aliyan bi rêzê peyvîn, û careke din bi germî pîrozbahiya  kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kirin.


Di hevdîtinê de, gelek mijarên girîng yên taybet bi çand û nivîsînê, pirsgirêkên çanda Kurdî, karê ji bo sivikkirina bargiranî û astengiyên dikevin li pêþiya nivîskarên Kurd hem li welêt û hem li diyasporayê û xweragiriya li hember zehmetiyên mezin hatin gotûbêj kirin, ku nivîskarên Kurd gelekî xem ji dest dijberiyên xwe xwarine, bi sedema stemkariya rêjîmên desthilat û dagîrker yên dijî çanda kurdî, hevdem ku Hevdîtin bi rehetî û xweþî derbas bû.




 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark