Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyaniya dawiyê ya konferansê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

 


Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, li roja þemiyê 3/4/2021, yekemîn konferansê xwe li ser tora Online, ji ber ku nikarî rûbirû lidar bixe ji ber rewþa tenduristiyê ya tirsnak li cîhanê ji encama belavbûna bela Korona, ku bi giranî ziyan gehandiye gelek welatên cîhanê, û hin bendên tund li her kesî hatine standin.
Þerê felaketî yê ku rejîmê li ser miletê Sûrî bi giþtî û gelê Kurd bi taybetî sepand, û paþî encamên trajîk yên li pey wê, tevî ku herêmên kurdî rastî çend êrîþên terorîstî û dagîrkirina herêmî hatin, ku bûn sedemên koçbarkirina bi mîlyonên sûriyan, di nav wan de bi sedhezaran mirovên Kurd, ku welatê xwe çolkirin û penaberî welatên Ewropa bûn, ji wan bi dehan kesên nivîskar û rojnamevan, ji ber vê yekê Yekîtiya Nivîskaran xwest ku nûnerayetiyekê ji bo nivîskaran li welatê diyasporayê ava bike, bona rêxistinkirina kar û xebata nivîskaran li gorî îmkanên heyî ji bo pêþkêþkirina xizmetkariyên rewþenbîrî û zimanî, her wisa nivîskaran xwest ku konferansê xwe lidar bixin ji bo timamkirina karûbarên duyemîn kongirê Yekîtiyê yê þeþ salan dereng ket ji ber amadenebûna piraniya endamên wê yên li welatên Ewropî.


Konferans bi bixêrhatina beþdaran û sirûda netewî ya Kurdî destpê kir, û her wisa amaje bi girîngiya lidarxistina konferans hate kirin, ji bo bidawîkirina xebata karê sendîkayî yê Yekîtiyê.  

Piþt re komîteyek  rêveber hate hilbijartin, û tevî astengiyên kar li ser torê Online bi wê dema dirêj, lê belê Nivîskaran karê xwe berdewam kir, û hemû beþdarên Konferans wekî endamên nûneratiyê hatin pejirandin, û biryar hate standin bi pejirandina xala taybet bi nûnerayetiyê di pêrewa navxweyî de.

Herwiha çend peyam û nameyên pîrozbahiyê ji bo pîrozkirina konferans ji aliyê hin hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên akademîsyen yên navdar hatin, ku di dawiya vê daxuyaniyê de ne.
 
Endaman bi berpirsiyariyek mezin û bi xwîþk û birayetî bendên di rojevê de gengeþe kirin, û endamên Nivîsîngeha nûneratiyê wekî saziyek berpirsiyar hate hilbijartin ji bo rêvebirina karê rêxistinî û rêveberiyê di dema pêþ de.

Peyamên pîrozbahiyê:
- Partiya Demokrata Kurdistanê - Iraq (liqa 6)
- Partiya Demokrata Kurdistana Iranê / Þalyar Neqþbendî berpirsiyarê PDKÎ li Almanya
- Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye (PDK-S)   - Latîf Ozdemir serokê HAK-PAR
- Ibrahîm Yosif - Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.
- Profesor Knyaz Îrbrahîm Mirzayof, Serokê Konfederasyona Kurdên Sovyet û Kazakistan
- Hejar Þamil serokê Enstîtuya Kurdî ya li Rûsyayê
- Jiyan Ahmed, serokê Komela Dostayetiya Kurd û Alman
- Omar Koçerî, serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistan- Sûriyê
- Komeleya Kurdên Misrê / Akram Xelîl
- Þengo Nûredîn Zaza, kurê nemir Dr. Nûreddîn Zaza
- Hamed Gohary lêkolîner û dîrokzan ji Rojhilatê Kurdistan.
- Dr. Xalid Husên, rexnevan û akademîsyenek Kurd, Tirbesipî
- Înayt Dîko nivîskar û rojnamevan, Efrînê
- Abdullah Jundi nivîskar û zimanzan ji Baþûrê Kurdistan.

2021/04/05
Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Ewropa



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark