Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Nurî Dêrsimî - Jînenîgarî/Biography-Beşa Çaremîn

 


 Ibrehîm Şitlo

Dema Doktor ji Mîvanan re li ser Xebata Tevgera niştmanperwerî di peyivî , rola Mîr Celadet Bedirxan bi taybetmendiyek bilind danî Ziman.
Wêneya berêz Mîr Celadet Bedirxan wilo bi min û Mîvanan dida nasîn :
Kurdperwerekî bi rummet,Dilsoz, Zana, hişyar û bi Mêranî têgihiştî bû. Xwedî Kerîsma Serdarî û Rêberî bû.


Nimûnek ji Kesayetîya Mîr Celadet ji min re got :

„ Ez li Zanîngeha Istanbûlê bûm, me pêwîstiyek dît ku em beşek ji Xabata xwe Mafê Milletê Kurd bi Dewlatên biyanî bidin nasîn ta em dostanî û piştgêrî ji mafê Milletê Kurd re bi aliyê xwe xin. Îca me Biryar da ku em weke Tevgerek Kurdistanî pêwendî li gel Nûnerên Dewletên Ewrupa bikin. Me di komcivîna xwe de Berêz Celadet da pêş û wî jî bi germî pêşneyara Civatê qayîl bû.

Mîr Celadet pêşî sozek ji Nûnerê Ingliz stand.

Ew di Roj û Katjmêr çû ser soza xwe. Di Jûra Civate de 2 Kes amadebûn, yek Diplomasiyek Inglîz û Kesê din rengê Tirkan xuya dikir. Berêz Celadet ji Diplomasiyê Inglîz pirsî :

Ev Kes kiye ?.

yê Inglîz bersiva Mîr da û got : Ev Tercumane / Wergêre, Ez dibêjim carna pêwîstiya wî j ibo wergerandinê wê hebe. Em zanin ku Inglîziya te ne pêşketiye.

Civîna Nûnerê Kurd li gel Nûnerê Dewleta Birîtanya bi dawî bû, dema Diplomasiyê Inglîz bi Mîr Celadet re derket ber derêî ku wî oxirke, Berêz Celadet berê xwe da  Diplomasiyê Inglîz û jêre re got :

„civîna me yê bê ezê werim û ezê bi Inglîzî bi tere biaxêfim, pêwîstiya me bi Wergêr/Tercuman wê tunebe !. »

Piştî du heyvan, Mîr çû ser Soza xwe ba Konsuliya Inglîz. Di destpêka civînê de Mîr Celadet ji Diplomasiyê Inglîz re got : min di van du Mehan de xwe fêrî Inglîzî kir û pêwîstiya me ji Îro pêde bi Wergêr/Tercuman nema. Diplomasiyê Inglîz li destpêka Civînê ji gotinê Mîr bi gûman bû, lê dema civîn bidawî hat ew gelek bi Kesayetîya Nûnerê Tevgera Serxwebûna Kurdistanê Mîr Cladet Bedirxan kêfxweş bû.“.

Armanca Apê nemir Dr. N. Dêrsimî ji hewildana van Bûyeran ew bû ku bi min, Mîvan,  me tevan û Kêfşên nû bide Zanîn ku Zanebûn ji Kesê Kurd yê Dilsoz û Şiyar çeka serxwebûnê ye.

Doktor dixwest bêje :

„ Kurdno, binêrin, bibînin û bizanibin çawa Mîrê Kurd Celadet Bedirxan ne qayîl bû ku nikanibe Nama Milletê xwe bi Inglîza bide nasîn, çawa Berêz Celade bi vîna baweriyê û Hişyarbûna netewî kanîbû xwe di demek wilo kin…2 Mehan zimanê

 I nglîzî bi xurtî fêr bibe û kanibe bi Nûnerê Dewleta Brîtaniya gewre re guft û goyê Dîploasî bike.“.

Gelek ji serdanên dihatin ba Doktor bê pêşesoz li derî didan. Dema wî ji Mîvanê li derî dide bi Gûman bû, işaret dida min ez hema derbasî Oda Kitêbxanê dibûm û min deriya şimîtokî dikişand/ digirt. Min jî dema xwe bi xwendinê derbas dikir û piraniya caran jî Mîvanên ne bi Dilê me, Apê nemir ew zû bi rêdiketin û dikir ku ew biçin.

Serdana van kesan di pir rewşan de kurt bû, ji ber ku Apê Doktor hin çavdêriyan li mêvanê xwe dikir ji wî re diyar dikir ku ew dem kurt e an mijûl e an ku ew bi randevûyek derveyî ve hatibû girêdan, mîna ku ku ji wan re  digot:

Fermo demek din serdana me bike, Karekî min heye pêwîste ez …wilo dibû sedem ku ev ziyaretvan zû here. Çawa min dengê girtina derîyê mal dibihîst, hema Apê hêja jî dihat Rû li ken,Dilekî xweş deriyê şimîtok ji min re vedikir û digote min :

„ min ew rêkir, ew çû.“.û dûv re doktor bêhna xwe bi dilxweşî vedida.“

Piştî hatina Nûnerê Berêz Musa Anter Memed û anîna Pirtoka Kara Yara – Birîna Reş ,navê Birayê min pir caran di Goft û Gotinan de bi başî dihate Ziman.

 Her car ku ew ji Tirkiyê dihat Helb, min ligel xwe dibir ba Apê Doktor, ku wî jî bi Nûçe û Silavên Xebatkarê Kurdistana Bakûr digihandin û Taniya  Tîna Doktor bi Nûçeyên teze dişkand û Dilê Apê me bi Peyvên Birayê min – Nurî – kêfxweş û Morala wî bilindtir dibû.

Ica Birayê min jî zû kete Dilê Apê Doktor û Xaltîka giranbuha Ferîde xan her digot :

„Birayê te wê bibe Xelefê Apê te him navê wî jî wekî navê wiye !. »

Birayê min jî wê demê li Stenbûlê pêwendiya xwe li gel Berêz Musa Anter,Berêz Medet Serhed ü Kemal Burkay hebü. Lê diyar bû ku Têkiliya Birayê min li gel Berêz Musa Anter gelek xurtir bû,

Birayê min bi navê Xwendinê li Istenbûlê bû lê li dawiyê mala me têgihîşt ku wî  xwendin kiribû Perde û rastî wî hêza xwe bi her awakî dabû xebata Kurdîtiyê. Xwendin jê re bûbû weke Karekî dibera. !.

Çawa min Birayê xwe bire Mala Apê Doktor û pê danaskirin, wilo jî min Partî – P.D.K.S – bi Xebata Birayê xwe agahdar kir û bi Berpirsiyarê min wê Demê :Ebdilrehman Ehmed  (ji Gundê Çolaqa bû li Helebê dijiya) bi Birayê xwe re civand û piştre her pêwendiya Birayê min bi Partî re jî berdewam bû.

Her car ku Birayê min dihat Sûriyê ji bilî Namên bi Dev û Nivîsandî ku ji Doktor ü Partî re bixwere danîn, Her çi ji Pirtok û Rojname pêwîst didît Jî li gel xwe danîn, Apê Doktor gelek bi hatina Birayê min Dilgeşdibû, min û wî gelek caran Reportaj û Nivîsandina Rojnaman ji Tirkî werdigarandin Zimanê Erebî,

 Partî jî car carna di Belavok û Rojnamê xwe de Nûçe û Rapor jê digirtin û di Çapameniyên xwe de dinivîsandin û belevdikrin. Birayê min û ez ji Apö Doktor ü Partä re bûbûn destê pêwendiyê û Kaniya Nûçe û Agahdariya Dem û Dewrana Tevgera Netewî li Kurdistana Bakûr.

Rojekê, dema ku em rûniştibûn, apê Doktor li ser hevalê min Kurd ê Dibistanê, berêz Dilawer B - yê ku ez birim mala Doktor û ez bi wî dabûm nas kirin – pirsî ji helwesta exlaqî û welatparêzî, min li Apê Doktor vegerand ku Dilawer B.  xwedî Exlaqên bilind û Kurdek neteweyî ya baş e.

Piştî çend rojên din, wî axaftina me birrî û li min nêrî, heman dîsa ew pirs ji min kir, û min bersiva xwe ya berê dubare kir.

Ez ji Dubarekirina Pirsê şaş mam û min ji xwe pirsî :

Ka çima Apê min Doktor wilo ducaran pirsa Hevalê min Dilawer dike ? ez zanim ku ew Pirsan bê armanc nake, lê min Bersiv jê re nedît !.

piştî çend hefteyan, Doktor kûr li min nihêrî û ji min re got:

Tu Dilawar. B çer dibînî ? Ma hûn hîn hev û din dibênin û hîn jî hevalin?

Min bersîva wî da :

 Belê Apo, ez û Dilawer her roj li Dibîstanê hev dibînin û em bihev ra ne, ew Hevalekî min yê welatparêze, ew ji min çêtir e. !

Apê Doktor kûr… kûr li min nêrî û wilo ji min re got :

Tu xortek birûmetî,  û ji wî çêtirî.

Ez vê Pirsê ji te dikim ji ber ku ew carekê mexsûs – taybet - hate ba min û ji min re got:

« Baweriya xwe bi Îbrehîm neke û wî car din nehêle were ba te. Ew sêxure – Casûse ».

Gotinên Apê Doktor weke Dengê Zengleka xurt çend Xelek di Guhê min de kir tingînî, ez mam Lal, min nizanîbû ez çi bêjim !.

Bi dengekê Apê Doktor yê bilind ez car din li xwe şiyarbûm:

" Lawê min , guh bide min, tu rûmmetdarî  û carek din nebêje ku ew ji te çêtire, tu ji wî çêtirî."

Rojekê Apê Doktor ji min re got:

Lawê min, hîna dora 150 heb ji Kitêba min“ Dersim Kurdistan tarihinde“ li ba min mane, tê kanibî beşekî bibî veşêrî û çawa baş dibînî belevkî?.

Min, li ser xwesteka Apê berêz her car 10-15 heb ji kitêbê li gel xwe dibirin.Hejmarek dora 30 Kitêb min birin ba xwe mal. Min ew Kitêb li ba xwe her çendek veşartin.

Û 25 Heb jî min danîn Mala Xaltîka xwe ku mala wan li Kolana Qastel Heramî / Heleb bû.Hinek jî min li Mala Hevalekî partî-P.D.K.S – li kolana Suryan – Suryana kevin – danîn. Her car ku min Kitêb didan kê min Apê Doktor pê agahdar dikir.

Carekê çend hejmar ji Kitêba Doktor bi min gerek bûn, ez nêzîkî Mala xaltîka xwe bûm, hema min berê xwe da wir, dema ku min ji xaltîka xwe Kitêb xwestin, bi dilekî şikestî û dengekî fihêt ji min re got: Bavê Zarokan ew Kitêbên te hemî bi agir şewitandin, ewî ji tirsa wilo kir, tê biborînî.! Tu zanî ew Leşkere, ew tirsiya ku rojekê kontrola asayîşê were mala me û wan kitêban bibînin…! Ew ne bi dilê wî bû, lê ji tirsa wilo kir…

Weke her car min ew Bûyer jî ji Apê nemir re hewilda,

Gelek caran Şîret li min dikirin û hêviya wî her dem ew bû min di dan û standina xwe de şiyar ke, ku ne her kesê ku xwe rû nerm dike cihê baweriyê ye.

Herdem ku me li ser P.D.K.S an hinek kesan axaftin çêdibû,gotina wî ji min re di vî warî de ev bû:

„ Lawê min, dema ez te dibînim xortaniya min tê bîra min“.

Min jî carekê jê xwest ku vê gotina xwe ji min re bîtir şîrove bike, wî ji bi dilekî xweş ji min re wilo hewilda:

„ Li oda bavê min xerîb, xumal, gundî û cûre cûre Mîvan jî ta derengî şevê lê dicivîyan. Çend caran, piştî ku ode ji mîvanan vala dibû, ez û bavê xwe bitenê diman. Bavê min çend caran ji min re digot: Lawê min, tu xortekî pir delal û camêrî, lê halekî te  heye ez ji wî halî te ditirsim. Gotina bavê min di serê min de dima, digeriya, ez pê mijûl dibûm lê min nikanîbû armanca bavê xwe ji: HALEKÎ TE HEYE EZ JI WÎ HALÎ TE DITIRSIM nasbikra. Piştî ez çûm Zanîngehê Istenbûlê, ez weke herdem Havîna çûm Gund û ez li gel bavê xwe weke berê bi Mîvanan re ta derengî şevê mam û li dawiyê ez û bavê xwe bi tenê man. Bavê min car din berê xwe da min û gotina xwe ji min re dûbare kir: Lawê min, tu pir xortekî delalî, camêrî, lê halekî te heye ez ji wî halî te ditirsim.

Piştî ku Bavê min gotina xwe bire serî ez bi lez berv wî çûm, herdû destên wî ramûsan û jê re got: Bavê min, ez rica dikim tu wî halî min ku jê ditirsî ji min re bêjî!.

Bavê min li min nêrî û got: Lawê min, kî ji tere dibêje Kîrê min xeyare, tu dest davêjî mistek xoyê û didî şopê!!!.

 

Ibrehîm Şitlo

Kurdish& Islamic Studies

07.02.2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark