Mizgîn HeskoGelo çi rewşa ziman di helbestê de ye, ango tu çawa zimanê helbestê dinirixîne? Bê
guman û dema ku kesekî wiha sade, hezkiriyê helbesta kurdî pirseke wiha
bike, mirov bi hesanî dikare bersivê bide û bibêje ku zimanê helbestê û
bi her halî ne zimanê rojane ye. Ew zimanekî pir cuda ye, hesan e û di heman demê de jî zor e. Û
dema ku hevalekî/e helbestvan û nivîskar heman pirsê bike, mirov dikare
yekser bibêje: ku helbest û ji hemû hêlan ve zimanekî dewlemend û
zengîn e, hem bi wêneyên dengane û bînerane, hem bi metafor û sîmbolên
xwe, hem bi hestên guvastî, bi muzîk û rewanbêjiya xwe, bi mijarên xwe
dagirtî ye û wiha jî dikare nîgaş û realîzimê li nav hev bixîne û ji wan
deqekî sosretîk bîne qad û cirîda afrandinê. Belê û di avakirina
helbestê de, hevok û bêje wateyên xwe ên nuh hildigirin û ji nav wan
parçeyên cuda, cuda ristên bedew bi harmoniyeke balkêş yek tabloyê tînin
meydanê.
Lê dema ku rexnevanekî ji xwe bawer û ji azmûna xwe pişt rast were û
dubare heman pirsê bike, dêmek pêdivî bi bînferehiyê û mijûlbûnê heye! Belê û beriya ku dest bi bersivdana xwe bikim û wiha hinekî têde kûr biçim, pêdivî bi ravekirina yek xalê heye: Mixabin
û ji warê rexneya wêjeyê ve, hîn em pir jê dûr in, ne me pirtûk û
materyalên baş hene û ne me ferhengên nûjen ên têrmên wêjeya hevçerx
hene. Bi giştî ne me rexnevan hene. Tekez û bi dîtina min gotina Nirxandin bêhtir cî girtî ye, ev ku em bizanibin û li gor piraniya ferhengên kurdî ên heyî: Rexne=
yek wateya xwe heye, eyib û kêm dîtin, derz yan qelşa di dîwarekî de,
kêmasiya di avahiyekê de, leke û hwd, ango hemû rexên neyênî yan dîtin û
xwendina celebê nîgatîv.
Belê ji lewra gotina Nirxandin bêhtir spehî û hêja ye, bêhtir dikare bi herdu rolan ( Erênî, Neyênî ) rabe.
Bi her halî dê vegerim mijara xwe û bersiva dereng mayî. Bi
dîtina min û dema ku ew kesê pispor û xwedan tezeyên bilind pirseke
wiha hestiyar bi hêminî û mebest bavêje ber çavên mirovê afrêner, êdî
pêdiviyeke lezgîn pê heye ku mirov heman pirsê bi rengekî din bixwîne: Bi wateya rola ziman di heyîna mirov de û heyîna mirov di nexşeya zimên de! Heyîna giyanê behreyê û arezûyê di hebûna giyandar de û hebûna giyandar di kûrahiya giyanê gerdûnê de! Heyîna zimanê têgihiştinê di avakirina hebûnê de û avakirina hebûnê di heyîna zimên de!
Ma ziman ne hebûna mirov bi giştî ye?! Mebest hebûna rewa û dirist, lew bi helbestê û bi zarekî dagirtî xaçerê, têlên rêsayî, endîşe, nîgaş, matmayîn û sosret?! Ma
ziman ne jiyan bixwe ye û ne mirov bixwe ye, Lew ew mirov di xelwetgeha
xwe a nivîsînê de kûr, kûr diçe û bi mircanan vedgere?! Gelo ma helbest bi matiryalên xwe, ne sazvan û avakera hebûnê ye?! Gelo ma ew ne seyrana di kûrahiya mirov bixwe de ye?! Gelo ma armanc wê û bi kîjan zimanî be, ne hebûn e?!
Belê
û ji bo bersivdaneke bêhtir zelal û bê mij, dê hinekî ber bi raberdûyê
de vegerim û dê hinekî ji azmûna xwe li vir li qelem bidim. Dema ku
zaro bûm (5,6 ) salî bûm, ez li serê girê gundê li polik û kevirîn herî
bedew, herî cêwaz digeriyam, û di govend û dîlanan de, bêhtir ji gotinên
stranê ez derbasî rih û giyanê vegotinê dibûm, derbasî awaz û ritmên di
mûzîka de dibûm û wiha jî wêneyên di ristan de pir bala min dikişandin.
Da ku li vir bêhtir mijarê rave bikim, dê li jêr nemûneyekê ji çanda me a devkî raxînim. Di strana delalê Ayşê de dengbêj dibêje:
Delalê Ayşê, delalê Ayşê Û ez ê tenbûrekê çêkim ji çarde perdan Û ez ê têlan lêkim ji biskên yaran.
Delalê Ayşê, delalê Ayşê Û ez ê tenbûrekê çêkim ji çarde perdan Û ez ê têlan lêxim jî hestûyên maran.
Belê
hîn ji wê serdemê û bi şûn de min dizanî ku zimanê stranê( helbest)
zimanekî cuda ye, hewil dide ku wateyên ciwaniyê bi pelîne û derbasî
bîreweriya gerdûnê bibe. Çi sosret e ne?! Çima tenbûr û diyardeya biskên yaran û ne tiştekî din û ma ev hema li hev siwarkirina ristan bû yan çi din heye? Belê
mirov dikare li vir kûr di wêneyê de biçe, kî bîra tenbûrekê dibe ku li
şûn têlan hunermend biskên yaran bixebitîne, ma kî ji mirovê evîndar
hestiyartir û naziktir heye ku ta bi biskên pora wî/ê wiha di lerizîneke
bê hempa de ne?! Kî dikare û li şûn têlan, hestûyên maran bikar bîne, ma di rastiyê de hestûyên maran hene?! Belê,
bi tenê hozanvanekî Xwedan afrêneriyeke berfereh dikare wiha bike, bê
tirs, bê dudilî dikare wêneyên dengî û bînerî bîne qada çêjkirinê û bê
sansor metaforan di pêlik û beytên helbesta xwe de bi cî bike. Di
dema kilasîkan de, me pir nemûneyên rastteqîn û şaraza hebûn ku wiha wan
bi wêrekî pir mijar dabûne ber xwe, tekez Melayê Cezîrî bi vê yekê
navdar bû û ji ber ku îro piraniya helbestên wî li vir û wir, di Google
de peyda dibin, pêdivî bi nemûneyan nîne.
Bê guman, min ji
demsalên çinînê, ji Zêrê bênderê, ji bîna axê û sunbilê, ji berf û
baranê, ji kevir û latan pir hez dikir, ango min baş guhdarî û çavdêriya
siruştê dikir, ew deng û reng di nîgaşê de dibûn tablo, carna bi zar û
ziman dibûn û min jî bi zarekî dirist lê matmayî bi wan hebûnan re dida û
distand. Ew zimanê helbestê bû, lew min hîn xwe baş nas nedikir û ne
min dizanî ku ew sîsika yekem bû ku hez dikim wiha hebûna behriyê binav
bikim, belê ew hebû lê min nedizanî ka ew çi ye?
Û di dema Pola
yekê a dibistana seretayî ku wiha û ji nişkayî ve ketim ber bextê
zimanekî pir ji min dûr, min xwe û bi xêzikên bê wate dinexişand û xwe
derdibirî, paşê wa pê hest bûm ku heman xêzik ne bê wate bûn, ew xêzik û
piştî qunaxa lêgeriyanê, ango xwenasîna zarokekî xwedan behrî pirojeya
nivîsîn bûn, belê û niha her ku li wê serdemê vedgerim, dizanim ku ew
diyardeya qaşo seyr pilana destpêka gotin û hevokan bû, pilana destpêka
helbestê bû, lew min bi zimanê Erebî destpê kir.
Gelo ma mirovên
serdema kevirîn, ne wiha dikirin? Li ser kevir û latan, di hinavê
şikeftan de û bi nîgar kirinê xwe derdibirîn û nexişandinên giyan û
hebûna xwe dikirin?
Herî zêde û di bengeha dîroka yekem a
mirovaniyê de, mirov hewil daye ku çawa mabe xwe bibêje û xwe derbibire,
bi wateya pirojeyên afrêneriya hebûnê.
Ji lewra jî û ji ber ku
helbest keça zemîna xwe ye, ew dîrokê, erdenîgariyê, şêweya hizirîn û
ramanê û çawaniya derbirînê û hwd di nava xwe de hildigire, ji lewra jî
cîranên me ên Ereb digotin ku helbest dîwana Ereban e, doseya hebûna wan
e.
Helbest tabloyeke rengîn e, lê bi deng e, zemîna xwe bi
şêwekariyeke herî bedew dinexişîne, helbesta ku ji mêj ve ji mytosê (
mîtolojiyê ) û hin têgehên din vexwaribû a niha berê xwe bêhtir daye
realîzimê û felsefeyê!
Di berhema ( Ji Bexçika jiyanê) ku berî
çendekê hatibû çap kirin, min hewil dabû ku rê bidim danasîna helbestê,
belê di dema ku felsefe lêgeriyan e, lêpirsîn û vekolîna mentiqa rastiyê
ye, helbest ne dûrî wê yekê ye, lê li vir helbest derbirîna mentiqa
ciwaniyê ye, helbest diyaliktîka bedewiyê ye. Helbest keçkaniya
nivîsînê ye, neynika çand û wêjeyê ye û dapîra hunerê ye û di dema ku
felsefe diyardeyan bi dirêjahî û bi bînferehî rave dike û wan bi hûrbînî
li qelem dide, helbesta ku bi min felsefeya ciwaniyê ye tê û pir ji
agahiyan bi rengekî guvaştî û sosret arasteyî me dike û wiha giyan
dilivîne.
Dema ku Sukrat ( Suqrat ) Xwedanê rêbaza diyaliktîkê digot: Ma ez çi zêdeyî yên din dizanim? Wiha
kûr û vekirî weke Ristek helbestîk ew hevok me ber bi pir guman û
meydanên nuh ve dibe, lê ew feylesof û hizirmend bû û ne helbestvan û
Hozanvan bû !
Pişt re şagirtê wî Platon ( Afalton ) helbestvan ji
komarê qewirandin, ji ber ku ew fantaziyê belav dikin, ew bixwe sîk û
sîbera rastiyê ne û ne rastî bixwe ne. Dêmek Platon baş dizanîbû çi
bandora helbestê dê li hemwelatiyên komarê hebe, bi wateyeke din bi qasî
ku Platon ji helbestvanan ciz bû, wiha jî helwestên wî mukirhatinên
zelal bûn ku helbest roldar e û gotin û zimanê wê bi bandor in. Belê û
dema ku Platon ji dayikan dixwest ku ew êdî ristên diltezîn û wêneyên
şer û cengên qirêj ên di Alyazê û Odêsê de ên ( Homîros ) ji zarokan re
nebêjin, da ku wiha nefis nizim û bask şikestî perwerde nebin, di heman
demê de û dubare wî dizanî bû çendîn helbest hêzdar e . Bê guman û
dawiyê Platon helbestvanan dibexişîne, lê ev dibin sîka hin şert û
mercan de, tekez ew î dixwest ku berê wan ber bi coş û handanê ve bibe.
Her
çendîn ku rêzan û paşengê felsefeyê aqil û hiş bin jî, her çendîn ku ew
ji tiştên orjînal û rastîn hez bike û ne ji tistên çêkirî wiha jî
helbest bi bedewiya ku di fabrîkên di paş hestan de heyî û li wir hatine
meyandin, belam ew careke din ji incama hizirînê ye. Dêmek ristên ciwan ên helbestê û nemaza ya modern, hevçerx û nûjen herî orjînal in. Her
wiha û dema ko ol û xwedan, xwediyên wan têgehên rastîn in, tabû ne ku
mirov nêzîkiyê li wan bike, di heman demê de felsefe tê û wan dide ber
tîrên gumanê xwe û ha li wir jî helbest tê û bi bawerî û têgehên çêkirî
razî nabe. Helbest tê û bê sansor, bê tabû sînoran bi zimanê xwe ê
nazenîn dibezîne û hewil dide ku bigihêje Xwedawendên hezkirinê û
wekheviya gerdûnê û dixwaze ku bi hestên toleranzê mirovan binixumîne.
Belê
wiha û Erebên ku bi helbestên xwe ên kilasîkî navdar, baweriya wan bi
(ş) yê helbestê û helbestvanan hebû, ewan û bi mebest dixwestin ku xwe
bigihînin pergala xwedawendan, da ku bêhtir nirxekî pîroz bidin xwe û
helbestên xwe û wiha sîtaveke zêrîn ji zimanê xwe re misoger bikin.
Lê
dema ku Cibran Xelîl hat û got: ku helbestvan padîşah e, Xwedan ew
rêkiriye da ku mirov fêrî xwedawendiyê bike, mebesta wî pir kûr û dûr
bû, ew î dixwest ku bi zarekî nerm û afrêner bibêje ku erka helbestê
bilind e, avakirina hestên mirovanî ne, avakirina hebûnê ye, hebûna bi
riya ziman. Ma birastî û vekirî çi sûd ( mifaya) nivîsîn û hunerê bi giştî hene, ku ew me hînî sinc û rewiştên mirovanî nekin???
04.Reşmeha 2021
|