Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rejîma Tehranê xwekujî kiriye çand!

 


Eskender Ceiferî

Gelek caran jin yan jî keç, bi sedemên cuda dawiyê li jiyana xwe tînin. Lê ya rastî ev e ku xwekujî, heman çand e ku rejîmê bi awayekî nerasterast di nav xelkê de berfireh kiriye.

Di demên dawiyê de rêjeya xwekujiyê li Kurdistanê zêde bûye û li gora ku çalakvanên sivîl didin zanîn, rêjeya salane ya xwekujiyê li wir ne kêmtirî rêjeya salane ya darvekirinê ye. Piraniya wan kesên ku xwe dikujin jî, jin in.


Ji berê ve jin weke jiyan tê dîtin û bi rêjeya bilind a xwekujiya jinan jî em dikarin bêjin jiyan û mirovahî ji nav diçin.

Xwekujî, kiryarek e ku mirov bixwe tê de biryarê dide dawiyê li jiyana xwe bîne. Mirov dikare bêje sedema sereke ya vê kiryarê li hemû civakan bêhêvîbûn e. Xwekuj, ji her çandekê bi her zimanekî û ji her neteweyekê be, digihe astekê ku li gor wî/wê neman jê re bi mifahtir e ji jiyanê.

Li gora zanyariyên ji çalakvanên Kurd, piraniya wan xwekujiyan ji ber sedemên weke abûrî, tûþbûna bi madeyên hiþber û ji ber pirsgirêkên malbatê ye.

Eger kerameta mirovan ji hikûmetan re girîngtir be, divê kesekî sivîl nekare bi hêsanî çek û sîlahan bi dest bixîne. Hebûna çek û sîlahan di civakekê de dikare fikra tundrew li pey xwe ve bîne. Eger salane 200 welatiyên Kurd ji aliyê wezareta Dadê ya Komara Îslamî a Îranê ve tenê darvekirin, zêdetirî 500 kesan jî dawiyê li jiyana xwe tînin.

Hebûna hebên naskirî bi Birinc û Siyanor jî dikare rê li ber xwekujiyê veke. Ew kîjan dermangeh e ku li Îranê, bêy biryara pizîþkan, heban nefuroþe!

Salane 800 hezar kes heta milyonek kesan li hemû cîhanê bi þêwazên curbicur dawiyê li jiyana xwe tînin.

Rêkar û rênimûniyên ayînî, dema ku tevlî siyasetê dibin, fikra mirovan jî diguherin. Li gor ola Îbrahîm, jiyan tiþtek pîroz e lê xwekujî jî gelek mezmûm nîn e. Japonî jî xwekujiyê weke qerebûya pêþîneya xirab dibînin. Li Hindistanê jî jina ku zilamê wê dimir, dikarî xwe bavêje ser agirê ku laþê zilam pê diþewtînin da ku ew jî dawiyê li jiyana xwe bîne.

Perwerdekirina zarokan li gor fikrên qedîm jî dikare sedemeke din a xwekujiyê be. Hin ji wan kesên ku bi vî rengî têne perwerdekirin, tevlî girûpên tundrew dibin û xwe di berjewendiya wan de dikujin. Li Kurdistana Îranê asta bilind a xwekujiya ji ber sedemên siyasî û abûrî, vê þêwaza xwekujiyê vediþêre.

Li gelek ji welatên Rojava, êdî xwekujî yan hewla xwekujiyê weke Tawan nayê hejmarkirin. Lê belê divê ji bîr nekin ku hêviyên jiyana xelkê li welatên Rojava eger gelek jî baþ nebe, lê hêjayî kerameta mirovan e.

Li hin welatan þêwazeke xwekujiyê bi navê Xwekujiya Alîkar heye. Hin çalakvan dibêjin hikûmeta Îranê jî bi kiryarên xwe ên abûrî û siyasî bûye alîkariya xwekujya qurbaniyan dike.

Êdî li hin welatan þêwirmendên xwekujiyê jî hene ku hêsantirîn rê ji bo xwekujiyê, nîþanî xelkê didin. Lê belê bi ti awayekî mirov nikare Îranê û Kurdistana Îranê bi welatê Rojava re danî ber hev. Wê demê nirxandina civakekê bi civakên din re çê dibe ku asta jiyana welatiyên wan jî weke hev be.

Hin siyasiyên Îranê pêþniyar dikin ku termê wan kesên ku xwekujiyê dikin, di qebristanên gund û bajaran de neyên binaxkirin. Lê belê wan ji bîr kiriye ku divê çavkaniya xwekujiyê bê hiþkkirin.

Mentiqa wan kesan Atêna berê ya Yonanê ye ku kesên bêy erêkirina hikûmetê dawiyê li jiyana xwe tînin, ji binaxkirina di goristanan de dihatin bêparkirin û bê navûnîþan li dervey goristanan dihatin binaxkirin. Dibe ku ew kiryar jî bikarin meyl û heza xelkê ji bo xwekujiyê kêm bikin. Lê dîsa jî nabe hikûmet ewqasî xemsar be ku li dewsa zuhakirina çavkaniyê, qurbaniyan weke tawanbar bide nasandin yan jî piþtî xwekujiyê, hikûmet dest danî ser milk û malên wî/wê.

Desthilata ku herî zêde bi þêweyek radîkal li hemberî vê mijarê derdiket, Berîtanya di sedsalên 19’an de bû. Eger li ser kesekî/ê bihata îsbatkirin ku hewla xwekujiyê daye, ew kes dihate darvekirin. Mentiqa desthilatdarên wê demên ên Berîtanya ji bo îdamkirina kesên ku dest davêjin xwekujiyê ew bû ku tirsek li cem xelkê çê be û li encama xwekujiyê bifikirin.

Ji xeynî sedemên han, hin bûyerên din jî çê dibin. Çendîn caran heta niha li Kurdistana Îranê bûyerên bi vî rengî derketine ku keçek ji aliyê saziyên ewlehî ve tê girtin. Tê gotin ku hêzên navbirî di girtîgehan de destdirêjiyê dikin ser wan keçan ku bi sedemên siyasî hatine girtin. Ji ber vê jî, hin keçên Kurd piþtî ku serbest têne berdan, dawiyê li jiyana xwe tînin da ku navekî xirab nekeve ser wan.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark