Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çiqas li me tê Mirin!

 


Besam Mistefa

Li paþ asoyên þîn dinihêrim, çendîn kurt û dirêje ev jîna me.
Niha, bêriya ken û girî dikim. Du gav in, tenê du gav in û jiyan destpê dike. Niha, bêriya wî zarokê ku di bin siya dîwarê mala me de, di havîna germa þewatkar de mêraniya xwe ezmûn dikir, dikim.


Li hewþê, dara tûyan hebû. Di bin darê de, kalikê min yê rûboz û xweþik, bi çerxê xwe yê pirteqalî û dirêj çixare ji çixarê vêdixist. Di her hilmekê de, zozanên welatê li paþ þîn asoyan raketî, þîntir dibû. Bêrîvanên çavkilkirî di nav dûyê wî de, þîn dihatin.
Em zarok bûn dema ku ew mir. Dotmama min Menîce(kalikê min jêre digot Meno) pora serê xwe anî xwarê. Apê Xelîl ku tucarî nediçû þîniyan, di nîvê odê de-ciyê ku kalikê min lê hatibû dirêjkirin-li qelevîzka rûniþtibû û digiriya. Di nav giriyê xwe de digot: Ew henûn bû! Em zarok bûn, me nizanibû mirin çi ye û çima merivên me wisa digirîn. Giriyê me nedihat. Yekî em agahdar kirin û got: Bigirîn! Kalikê we mir!
Beriya kalikê me bimire, bavê wî jî miribû û beriya wî jî kalikê wî. Belê, sîstêma herî rêkûpêk û dirust mirin bû. Mirina ku piþî jiyanê cî digirt, lê ne di nava wê, anjî beriya wê!!
Ji xwere biramin: kalikê min heta mirina xwe jî bêhêvî nebû. Weke gelekên dîtir, ji ber sitema Tirkan piþtî þoreþa Þêx Seîd reviyabû hatibû binxetê û li wira bicî bûbû. Baþ tê bîra min, dema ew di nava odê de dimeþiya, çixareya wî jî pêre, gavên xwe dijmartin: Gavek na dido na sisê...ta dighîþte dehan. Disekinî, lingê xwe yê rastê heta jê dihat li erdê dixist û digot: Ha li vir kevirek heye, di bin de zêr veþartiye! Bost bi bost, axa welat di bîra wî de bû, qet bê hêvî nedibû. Venegeriya welêt, lê bêhêvî nebû.
Bêhêvîbûn mirin e.
Mirin ne yek e, renge reng e: Yên ku mirî tên dunyayê, yên ku di jiyanê de dimirin, û yên ku piþtî jiyanê dimirin! Mirina here biêþ û dijwar mirina dil e....mirina azwer, hêvî û baweriyê ye..dûrketina ji heriya pêþîn, têdaçûna di nav hizr û raman û teore û bîrdoziyên cuda-cuda de ye.
Mirin ne ewe mirovek ji xwe re heta hetayê raze! Mirin, jibîrkirina gewherê eslî û pêþin yê mirov e...veþartina hest û nestên mirovî yên xurû û sade ye: Ev çi cil û berg û derman û bihn û derew û fen û xap û hîlebazî ne? Ev çi bajar û hasin û dîwarên bilind û kolan û avahî û ronahî û çemênto ye? Ev çi reng mirin e!? Çi mirî ne li van kolanan digerin?!
Du gav in, tenê du gav û jiyan destpê dike.
Lêbelê, mirin çiqas li me tê! Êdî em hiþk dibin ji heriya xwe dûr dikevin..mirin e eva ku em dijîn....
Ka were kalo em çixareyekê bikþînin!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark