Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Ji Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye

 


Gelê me li Rojavayî Kurdistanê çavên wan her li guftûgoya Kurdî-Kurdî bûn, û li hêviyê bûn ko di demeke nêzîk de rêkeftin di navbera herdû aliyên guftûgoyê pêk bê, û yekîtiya rêza tevgera Kurdî encam bide, lê ev bûyerên dawî ko li Rojavayî Kurdistanê çêbûn, didin xuyakirin ko pêvajo ber bi rêyeke nebaş de diçe, û metirsiyê dixe dilê herkesî, nemaze ko çend nûsîngehên partiyên ENKS, bi destên kesin tûndrew ko her çendakî xelkê ditirsînin, hatin şewitandin, û heya niha kes ji wan nehatiye girtin, lê hemû kes zanin û dibêjin ko ev tawanker ser bi PYDê û PKKê ve ne, ji ber ko berî niha jî bi van karan rabûne, û rêvebiriya xweser heya niha deng jê nehatiye, û tiştek derbarî van kiryaran nekiriye;


û ji layekî din ve, ko cihê riswakirin û şermizarkirinê ye, hejmarek ji endamên YPG xwestine ko di tariya şevê de, û bi dizî, derbasî Başûrî Kurdistanê bibin, û şer bi pêşmergeyên ser sînor re kirine, bi niyaza ko zalgehên pêşmergeyan têxin destên xwe, û di ser re jî gerîllayên PKKê çend caran li navçeyên himberî Bakurî Kurdistanê, êrîşî pêşmergeyan kirine, û di encamê de çend pêşmerge şehîd ketine; bi mebesta agirê şerekî xwîndar bi pêşmergeyên Kurdistanê re vêxin, seqamgîriya herêmê têkbidin, yekrêziyê ji hevbixin, armancên nehezên gelê me, ên ko çavên wan bi herêma Kurdistanê û dam û dezgehên wê ên destûrî bar nabin, bi cih bînin, da ko desttêwerdanê têde bikin, herêmê lawaz bikin, û wan hemû bidestkeftên ko bi xebateke dûr dirêj, û bi xwîna şehîdan bi destketine, ji nav bibin, û ha vaye li ber çavên me hemûya ne, çawa dewletên ko Kurdistan dagîrkirine êrîşên leşkerî dibin ser herêma Kurdistanê, û ji layên siyasî û abûrî ve wê dorpêç dikin û givaşên giran lê dikin ...
تme weke Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, em van kiryarên guman lêkirî û yên ko têkoşîna gelê me di ber rizgarkirin û azadiyê de tê kirin, diêşîne; em van kiryaran bi xurtî şermizar û riswa dikin, û em ji hemû rewşenbîr û nivîskarên gelê xwe dixwazin ko li van metirsiyan û kiryarên xerab evên ko bi tenê di berjewendiya dagîrker û sitemkarên gel û welatê me de ne agahdar bin, li dijî wan rawestin, û em bang wan dikin ko çi tiştên ko bi destên wan ve bên bikin da ko ev guftûgoya li Rojavayî Kurdistanê dibe bi serkeve, û nehêlin ko pûç bibe yan bê paşguhkirin, û herweha piştgiriya desthelatdariya Başûrî Kurdistanê bikin, li himberî van hemû qeyranên destçêkirî, û givaşên giran ên ko dixwazin wê lawaz bikin, ezmûna wê pûçel bikin, û hemû encamdan û bidestkeftan ji nav bibin ...
Komîteya rêvebir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
17.12.2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark