Rêzadaran:
Malbata nemir,
Hevalbendên rêça xebata wî,
Beþdar û temaþevan,
Îro em 32 saliya navdarekî bejn bilind bi bîrtînin, kesayetiyekî qedrbilind di hiþ û wijdanê gelê Kurd de, rêzdar Dr. Nûreddîn Zaza, yê ko bi hevkariya qevdek têkoþerên dilsoz bingeha qonaxak e nû ji xebatê di dîroka miltê Kurd de danîn.
Rêzdar Nûeddîn di bêhtirî meydanekê bi awayekî serkeftî xebat dikir, di warê zimanzaniyê de, helbest, çîrok, gotar..
Herwiha xebtatkarekî wêrek û bê westan di meydana dabinkirina mafê
gelê xwe de, ko bi giranî baca wê xebatê ji can û rewanê xwe danî:
Zinadan, ,êþkence, sergûn, koçberî, ko li þûna xwe valahiyek e berçav
hiþtibû.
Kesê pêvajoya wî biþopîne, wê taybetmendiya wî eþker
bibîne, bê çawa xwedan nerînek e taybet bû di warê nivîsînê de, û wek
nûxwazekî dihate nasîn, wiha jî di warê xebata xwe ya siyasî de di ber
mafê gelê xwe de xwedan tayebetmendiyeke cuda bû.
Bê guman
lidarxistina bîranîna kesayetiyekî mîna Dr. Nûreddîn Zaza ji hêla
malbata wî û hevalên wî yên dilsoz cihê þanazî û dilxweþiyê ye, bi ser
ko hinekî dereng jî hat.
Em bi hêvî ne ko malbata wî, yan jî hevalên
rêça wî, karibin di siberojê de senterekê bi navê wî ava bikin, ko
karibin bêhtir ronahiyê berdin ser kar û xebata wî ya rewþenbîrî, çandî,
û ramyarî,
Hem jî xelatek e salane bi navê wî di van warên bihûrtî de bê binavkirin.
Em
wek rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF (yekemîn rêxiatina Kurdî li
Sûriyê 2004), kar û xebata wî weke mafnasekî dinasin, û di nirixînin, û
em þanaz in ko hevalekî me di komîta amde kirin û li darxistina vê
bîrabînê de ye.
Dr. Nûreddîn Zaza û hevalbendên xwe zindî dimînin di hiþ û wijdanê gelê me de.
Silav li giyanê wan yê pak bin.
7-10-2020
Birahîm Yûsif
Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF