Bavê Zozanê Bi rastî ji mêjve ev gotar -peyvên Erebî di helbesta Kurdî de -wek babetek e balkêþ bala min dikþand lê pirê caran min nedixwest di vê babetê de binvîsim ji ber pir sedeman. yek jê tirsa min ew bû ku ez wek nivîskar nikaribim mafê vê babtê wek tê xwestin þirovebikim yan jî bi hemî þax û cûreyên wêve ber biçav û zengîn bikim.
Bi rastî hemî helbestvan ê wê çaxê wê demê wê qunaxê(Sed sala
þazdehan û berî wêjî) bi eynê reng û þêw e dinivîsandin wek ku çavhev
dikirin,ta ku naveroka helbesta wan jî nêzî hev bûn, mîna Eliyê
Herîrî,Melayê Cezerî û Feqiyî Teyran wisa ta Ehmedê Xanî jî û pirê din
jî,ku ev navê jorîn wek mînak ne wek jimar min nîþankirin. Ji
xwe tevan bi wî rengê kilasîkî xuya helbestên xwe diristin,dihûnandin,
ta ku carna malikek yan jî movikek bi serê xwe bi tevayî bi Erebî dihat e
pêk anîn di helbestê de. Lê pirsa me wek min diyar kir çima
gotin û hevokên Erebî û biyanî di helbesta xwede bi kar tanîn vajî wilo
jî ku helbestvanê me yên vê serdemê, gênc û xortên me dixwazin bi
zimanekî xirû, bi kurdîyeke zelal binvîsin,ta ku gotina Erebî di
helbesta xwede wek tiþtekî lewaz,þerm, dibînin ku pir caran gotinên
latînî li þûna ya Kurdî bi kar tînin heger rastî wê newên lê her û her
xwe ji ya Erebî dûrdikin,jê direvin ta ku esta helbesta xwe pê neþkênin
pê lewaz nekin, wisa ew di ramin û wek min got çi gotin be bilanê
dikarin bi serbilindî di helbesta xwe ya nûjen de bi kar bînin lê ji
gotina erebeî ciz dibin . Di baweriya minde ev çend xalên jêrîn bersiva pirsa me ya jorîn çime? Dide:1-Bêguman helbestvanên me yê kilasîk hemiyan xwendina xwe li ber destê þêx û melan li ber destê feqeyên misilman tewa kirbûn xwendina wanî sereke ya Olî bû ,bi zimanê Erebîbû loma bi çavekî giran li zimanê Erebî di nerîn,didîtin ku zimanekî bi rêk û pêk e çiko zimanê Qura`na pîroz e , vêce cihê þanaziyê bû li nik wan heger pê binvîsin û bixwînin.
2- ji xwe tîpê Erebî di nivîsansina xwede bi kar tanîn lome ti piroblêm li nik wan ne dihate peyda kirin ku peyvekî yan hevokekî Erebî derbasî helbest xwe bikin.
3-Ev kar wê demê bûbû wek nîþana qûnqxa wan,wek hînkirina wan bi çendî zimanan ,wisa jî pirî gotinê wan girêdayî bû bi Xwedanê jorîn ve pesin û xisalên wî di helbesta xwede nîþan dikirin,evîn û heza dilber ê bi evîna wî ya mayî ve dihûnandin ku ji xwe mihr û Ciwanî ji xweda dest pê dike.
4-Pirê caran çav û qam û biskên yara xwe bi rengên tîpên Erebî ve girêdidan (qam wek tîpa A ya erebî dihat nîþan kirin, birû bi nûnê ve girê didan ,wisa bisk jî bi lamê ve .. û ta bdw)
5-pir caran jî helbestvan xwe wek kole didît li devê deryê dilberê ,xwe herî nimiz didît ,ev jî ji kiltûra Que`ranê hatibû ,pihtrî wisa jî xwe bi rengê Sa berhevdikir ku mîna wî li ber sîka devê deryê dilbera xwe rûdine û lavlavê jê dik e.
Çend malik û movik ji helbestên helbestvanê me: Eliyê Herîrî(1009-1080) Naxwazim
helbestan þirove bikim bi qasî ku tenê peyva Erebî ezê bi xêzekê di bin
de wê nîþan bikim,ji ew bi xwe ,xwe nîþan dide: xelkno werin bibînin çi hûsneke bi kemal e heyran ji dil bibînin ji sene` zewal celal e.
Dîsan ji nû eþqa berê `Ecîb letîf û cindî ye ezman(ziman) nezan û Rûmî ye Ageh ji eþqbazan niye mest û xumar û serxweþ e E’niya bi nûr zilf têne ser
E’niya bi nûr zilf têne ser Rengîn dibin þems û qemer
Melayê Cizerî(1570-1640) Der heq me husna te nizanim bi çi teþbîhê bikim »Fî ehseni teqwîm« lew hatiye tefsîrê Destê qudret Destê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab Dilber þikêna þekerek Þikêna Dil bendê dava zulfekê Keftî kemenda ulfekê Hel fî yedi l-meftûni þey? Ew keyfe eþne` ya feta? Sebahul Xeyr Xana Min Ji xwe nîvê helbestê bi Erebî ye Sebahul xeyr xana min, þehî þîrîn zebana min Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min Te alellah çihzatî tu çih wî þîrîn sifatî tu Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu Heyat û reheta can im"sebahul xeyr ya xanim!" Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê Feqiyê Teyran(1590-1660) Min helbesta hebestvanê hêja Ey dilber ê wek minak bi tevahî ber bi çav kir ji xwe peyvê Erebî xuya û eþkerene bê ku ti xêza li bin wana deynim Ey dîlberê, ey dîlberê wey nazika dêm qemerê qamet ji mûma fenerê wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera gerden letîf wey nazika qamet elîf qamet ji reyhana zerîf wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera bejin zirav dêm þûþeya tijî gulav wey esmera tilî zirav wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera gerden ji `ac wey nazika mislê zucac qamet ji rey`hana qirac wêran ez im, malim xirab
Ey dîlbera qamet mîsal wey nazika dêmî þepal `iþq û me`hebet min li bal wêran ez im, malim xirab
Ey dîlberê, way dîlberê feryad ji destê kederê cur`ek ji ava kewserê wêran ez im, malim xirab
Subhan ji þahê zulcelal wey nazika sahibcemal ji xwendinê kirim betal weran ez im, malim xirab
Çavan hiltînî bi mest e cindiya misrî bi dest e l` kuþtina min te bi qest e wêran ez im, malim xirab
Tu bi qesta min dikujî tu kafira, dil nasujî gelek sotim kirim rijî wêran ez im, malim xirab
Gelek sotim, kirim kibab kirye bi min, sed reng xirab ya "leytenî kuntû turab" wêran ez im, malim xirab
Ya "leytenî kuntû fexûr" wey nazika min te ji dûr bê hiþ kirim xalê di hûr wêran ez im, malim xirab
Bê hiþ kirim xalê di qer biskê siyah, zulfêd qemer `iþq û muhbeta min li ser wêran ez im, malim xirab
Sotim, birajtim bê `hisab lê pirsî bo kirme kebab kirye bi min sed reng `ezab wêran ez im, malim xirab
Sub`han ji þahê bi tinê xalek ji xala gerdenê ez dîn kirim berdam dinê wêran ez im, malim xirab
`Iþqa mecaz peyda bûye îro li min dijwar bûye hîvî dikim `heqîqî ye wêran ez im, malim xirab Ehmedê Xanî(1650-1707) Mem û Zîn Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah
Ey metle`ê husnê `iþqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî
Namê te ye lewhê nameya `iþq ismê te ye neqþê xameya `iþq
Bê neqþê te, neqþê xame xam e Bê namê te, name natemam e
Namê te ye sahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd
Medmûnê muraselatê la-reyb Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb
Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb
Me`sûq tu yî, bi fexr û naz î `Aþiq tu yî, lêk bêniyaz î
Mutleq tu mufîd û mustefad î Bêþubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Nar î tu di qelbê `aþiqê zar Þehîdê kerbrla Fate ‘umrî fî hewa ke ya hebîbî kulle hal Ah û nalem hem demem þod der fîraqet mah û sal Ger benim kanim dilersin çokden olmiþtir helal Dîn û ebter bûm ji iþqê, min nema ‘eql û kemal Dila Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî Ey mutribê demsaz Cana! Bide min boseyekî her we bi dil xwaz
Rûhê min û sirra di ruxê yarê bi yek ra Roja ezelî bûne bi dil hemdem û hemraz. Dawî: Bi
kurtî dixwazin bêjim ku sedema yekê û dawî wek bersiva vê babetê ka
çima helbestvanên me serfiraz û þanaz bûn bi karanîna gotinên Erebî di
helbestên xwede ewbû ku Misliman bûn û zimanê Qura`nê wek zimanekî bala
û pîroz didîtin.
|