Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: (Ey Sirûda Netewî .. Mizgînî ) 2 Helbest

 


  Ahîn Zozanî

Ey Sirûda Netewî

Fîxana bilbilan
awaza  çivîkan,
rengê buharê
nimêja jiyanê
landika lorîkan..
û devoka þîrmijan
ey sirûda netewî


Çiyayê Kurdistanê
rengê te jîn dike..
Kevir û xak û zemîn
peyv bi peyv
te ava dikin..

Keç û xortên Kurdan,
pêþmergê serê çiyan
dayikê þehîdan,
û zarokên hîmdar
tev sirûda jînê dibêjin;
ey sirûda netewî

Ey vîna dildaran,
evîna te û gel
evîna Mem û  Zîn e…
tevdana Beko-ewana
hêza dilê we nahejîne..!!
Birûska dilêriyê
tovê kînê sotand
"Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman"
kesk û sor û zer
li asîman hate vedan…
ey sirûda netewî…!!

7.2.2007

-----

Mizgînî

Di biyaniya jiyanê de
dest li ber rû,
dilekî melûl û çav bi hêvî bû
bi biþirîna roka Kurdistanê
mizgîna serok Barzanî
dil ronahî bû
xunav ji dev bariya,
rû  bi ken geþ kir
mij û dûmana
li dor al û sirûda netewî
bizirî û bela bû
bi þadî gel dîsan di sayiyê de ew dîtin…

10.2.2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.77
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark