Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Partiya Demoqrat a Pźžverū ya Kurd li Sūriyź ( 63 ) sal xebat li dijī Zordariyź

 


Dîrokeke dagirtî û pêžerojeke gež

Di çardehê Cehzerana sala 1957an de û berî bi 63 salan hejmarek ji pêženg û tekožerên kurd yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê ( Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî ) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên gelê kurd di welatekî Demoqrat de pêk bîne, Lê pižtî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemî heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji Lêxistin,kehrebe û kotek û ižkenceyên hovane, Lê vîna gelê kurd û Hižmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan celadan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina Agirê Newrozê li sêsid û žêst gundî kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, Ji wê rojê de hižyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.


Li ser Asta Nižtimanî ya Sûrî

Pižtî sala 1970 partiya me zêdetir di nav tevgera nižtimanî ya sûrî de xebitî û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cih girt û bi taybetî di dema damezrandina (Ragihandina Žamê) de û wiha xebata xwe berdewam kir di meydana nižtimanî ya sûrî de , Lê pižtî ku bayê guherînê bi ser Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî nižtimanî kurdî kir û bang li hemî aliyên tevgera kurdî kir ji bo li darxistina kongira kurdî.

Li ser Asta Netewî ya Kurdî

Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê di çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di pižtgiriya tekožîna gelê kurd li Kurdistana Bažûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê de kedkariyek mezin daye , Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat û Azad de , Lewre Partiya Pêžverû bi dirêjahiya salan rastî gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êž û azar dîtine ji çavsorî û zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi kadir û hevalên me re ji kehrebe , kotek û ižkenceyên giran ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de žerê me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin navnîžana Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî žerê me dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê li gor karîn û zanîna xwe Partiya Pêžverû herdem bi vîna gelê kurd û bi rêbaza xwe ya hižmend xebat û tekožîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya gelê kurd û parastina xaka kurdî.

Hevalên xebatkar û cefakêž

Bîranîna 63 saliya damezrandina partiya me li me dibe mêvan Bûka welatê me Herêma Efrînê û Serê kaniyê û Girê sipî hîn di bin agirê dagîrkeriyê de ne, Dewleta Tirk bi hovîtî û çavsoriya xwe berê xwe da gelê me yê Azadîxwaz û mirovhez û bi direjahiya 58 rojan bi hemî çekên xwe yên giran berdewam bû di topbarankirina bajarê Efrînê de , Li beramberî vê bêtarê Patiya Pêžverû xwedî helwestên wêrek û bîrbir bû li pêž dost û dujminan û bi taybetî žermezarkirin û nebeždarbûna me di kongireya (Sotžî) de û gelek pêžinyar û destpêžxeriyên din hatin kirin wek : Radestkirina Herêma Efrînê ji Dewleta Sûriye re da ku rê li ber dagîrkerên Tirk were danîn ji ber ku Herêma Efrînê Herêmeke Kurdî-Sûrî ye , Herwiha pêžinyarkirina vekižîna hêzên Ypg ji aliyekî ve û vekižîna hêzên Tirkî ber bi sînorê dewleta xwe de ji aliyekî din ve û avakirina rêveberiyeke sivîl ji xelkê herêmê re , Lê mixabin kes bi Hawara me nehat û pižtî pêncî û hežt rojan hêzên dagîrkeriya Tirkî û çete û çolaxên bi navê artêža nižtimaniya sûrî (Artêža Azep) têne naskirin di bin silogana (Elah û Ekber) de derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û dest bi talankirina vê herêma bêrdar kirin.
Di vê çarçewê de û di derbarî vê rewža awarte û hestiyar de ya ku di ser welatê me re derbas dibe Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd Du kongir girîng û çarenûsî kongirê Çardemîn û Pazdemîn li darxist , Di herdu kongiran de jî bi helwestin wêrek û biryarin pêžketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor nêrîn û rewža gelê kurd li Kurdistana Sûriyê bi derket û herî zêde li ser du xalên bingehîn rawestî : Ber bi Sûriyak Demoqrat û yekgirtî dûrî tund û terorê.
Yekîtiya Helwesta Kurdî di vê dema nazik û hestiyar de û avakirina biryara rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Li ser Asta Kurdistanî

Pižtî 63 salan ji kar û xebata partîzanî , Partiya Pêžverû pabende bi rêbaza xwe ya netewî di pižtgîriya Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de, û bi vîna gelê xwe di xebata xwe de berdewam e , û Tekožîna xwe di ber berevaniya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê dike û herwiha partiya pêžverû bi rolekî girîng radibe di nêzîkirina hêzên kurdî de û di xêzkirina siyaseta kurdî de di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de.
Bi hatina vê roja pîroz û žadî Ez bejna xwe li ber giyanê damezrener û sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîž û hemû pêžengên ku rêya xebatê ji mere vekirine diçimînim.
Herwiha ez germtirîn silav û pîrozbahiyan li hevalên xwe di Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî de dikim Herwiha ez hemî heval , dost û xebatkarên partiya me silav dikim û cejina tevahî gelê Kurd pîroz dikim û Hawara xwe dighînin hemî rewženbîrên me kesên Partîzan û Serbixwe û ez dibêjim ber bi xebatek zêdetir ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û pêkanîna xewn û hêviyên gelê me di welatekî Azad û Demoqrat de.

Bijî bîranîna (63) saliya damezrandina P.D.P.K.S

Sed silav li giyanê heval Ebdilhemîd Derwîž û li giyanê hemî hevalên me yên damezrener

Sed silav li giyanê Pakrewanên Partiya Pêžverû û li hemî pakrewanên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê

Mirin ji neyarên gelê Kurd re
Serkeftin ji doza Netewî ya Kurdî re

13 / 6 / 2020

Hižmend žêxo
Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê



 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark