
Komek rewþenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê þehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin.
Rewþenbîr û nivîskarên kurd,
Mehdi Zana, Kone Reþ, Veman Linevai, Þeyhmus Ozzengin, Bubê Eser û Laleþ Qaso, derbarê girtiyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq kirin.
Di wê nameyê de rewþenbîrên ragihandiye: “Birêz Seroka Parlamentoya
Kurdistanê Rêwas Fayeq, wek ku cenaba te jî dizane, Mistefa Selîmî yê ku
wek endam û pêþmergeyekî PDK a Rohilatê Kurdistanê bû, di Nîsana sala
2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih
bûbû, Mistefa Selîmî piþtî 17 salan, di 17ê meha Adara sala 2020an de ji
girtîgehê direve Baþûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî
asayiþê YNKê dike.”
Herwiha di nameyê de tê gotin, “Mistefa Selîmî
piþtî ku li herêma Silêmaniyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayiþê
ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt
de, bi cezayê sêdarê dawiyê li jiyana vî mêrxasê Kurd tînin!”
Rewþenbîrên
jurd tekez dikin, “Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xiyanet e. Navê vê
welatkujî ye. Pêþmerge welat e û welatkujiyê rûda ye! Miletê kurd
xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e! Em wek ronakbîr, pêzan û
rêzanên, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin
þermezar dikin, ji Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî þikestî
daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste,
asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên
Kurdistanê bike!”