Idrîs HisoRoja 24.02.2020an li Sentera Akadîmî û Komelayetî ya EnKawa li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bi boneya imzekirina pirtûka wî ya bi sernavê Dema Şahîno Distirê, Sê Şano simînarek ji aliyê Encûmena Rwşenbîrî ya Vekirî ji nivîskar Ehmed Ismaîl hate saz kirin.
Hejmarek ji nivîskar û hezkiriyên wêje û şanoyê li simînarê amadebûn, simînar ji aliyê helbestvan Tara Îbo hate pêşkêşkirin.
Di destpêkê de Ehmed Ismaîl yê ji Almanya hatibû Hewlêrê, behsa ezmûna xwe di bewarê nivisandina Şano de kir, diyarkir ku, şanoyên ji bo zarokan nivisandiye şanoyên wî yên herî serkeftî bûn û li ser wan çend xelat bidest xistine û ew şano li gelek welatên Erebî hatine derhênan û pêşkêşkirin.
Nehêniya serkeftina wî di vî warî de li gorî ku ew
dibêje ev e: “Min xwest ez berê xwe bidim zarok û ji zarokê di hindirê
xwe de rizgar bibim, min nexwest ez li zarok binerim wek kesekî bê nerîn
û çav, lê min li zarokan nerî wek mirovekî xwedan giyan, nerîn û hiş,
min xwest ew bêje ev tiştê ji wî re tê pêşkêş kirin xweş e, bi nirx e
yan na?, min ew nedanî pêşiya şanoyekê û ji wî re got divê tu wisa bike û
wisa neke, min şîret li zarok nekiriye, lê ez nêzîkî giyan û rewanê wî
bûme û min nexwestiye girêkên derûnî yên di zarokatiya min de bi min re
hatine çandin, bi sedema dîktatoriyeta di hemû biwaran de li welatê me,
di nivîsandinên min de bo zarokan derkeve.”
Derbarê aya şano di vê
serdema belavbûna teknolojiya pêşketî de dikare cihê xwe bibîne û dika
şanoyê dikare cemawer li xwe bicivîne got: “Erê, lê helbet divê şano jî
li gorî hemû pêşketin û guhertinan were pêşkêş kirin, herdemê şano
dikare cihê xwe bibîne û bibe hokarekî xwedan karîger di belavbûna
ciwaniyê û rewiştên mirovayî de, lê helbet divê şano jî karibe li gorî
gohertinên serdemî xwe bide nîşan dan.”
Derbarê vê çalakiyê endama
Encûmena Rewşenbîrî ya Vekirî Tara Îbo got: “Em gelekî bi hatina Ehmed
Ismaîl bo Kurdistanê kêfxweş bûn, da ku ew li ser ezmûn û tevgera Şano
li Rojavayê Kurdsitanê bo me biaxife, û em vê bi derfeteke baş dizanin
ku navdarekî Kurd di bewarê Şano de li nav me be û ezmûna xwe di vî warî
bo me behs bike.”
Nivîskar û helbestvan Ferîdon Saman got: “Wek em
dizanin tevgera şano di salên 70 û 80 î de xwedan rol û bandoreke
berfireh bû li ser xelkê, lê ji ber gelek hokaran rola hunerê bigiştî li
welatê me lawaz e, helbet ev yek jî ji ber ku zemîneke guncaw ji bo
şano û hunerên ciwan nîne, tevî peydabûna peymangehên hunerên ciwan li
Kurdistanê lê berhem û encamp gelekî kêm in, divê li ser vê diyardeyê
were rawestandin û hokar û encamên vê berbiçav werin girtin.”
Simînar bi pirs û pêşniyarên amdebûyan û bersivên Ehmed Ismaîl û bi dilşadî bidawî bû.
EnKawa 26.02.2020z





