Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zro, romana evna ne li ser axa welat

 


Idrîs Hiso

Romana Zêro romana yekemîn a nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, Ezîz Xemcivîn e, roman di sala 2019an de ji aliyê weanxaneya SERSERA ve hatiye belav kirin.
Mirov dikare bêje di salên dawî de hejmareke berbiçav ji romanan ji aliyê nivîskarên Kurd ve li Rojavayê Kurdistanê hatine nivsandin, bi êweyekî ku mirov hest bi geepêdanekê di biwarê romanivîsê de dike.
Lê mixabin bêhtirê romanên ku gihtine ber destê min û min ew xwendine, nivîskarên wan Kurd in, lê berhemên wan bi Erebî ne.


Wek nimûne romanên Jan Dost, êrîn Xetîb û Helîm Yûsif û hin romanên romanivîsên din.
Romana Zêro bi zimanê Kurdî (Kurmancî) hatiye nivisandin, ev yek bi xwe jî ji bo min cihê destxweî û spasiyê ye, ev nayê wateya ku romanên din bê nirx û sûde ne, na lê bi tenê min xwest balê bikînim ser girîngiya nivîsanidna romanê bi Zimanê Kurdî.
Romana Zêro mijara evînê, kêe û zehmetiyên nifên nû di bin desthildariya rêjîma Bass de li xwe digre.
Di romana xwe de, nivîskar kêeya ciwanên Sûrî û bitaybet ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê dide pê û diyar dike bê çawa ji ber stemkariya rêjîmê, ne tenê li ser xaka Sûriyê lê belê li ser xaka Libnanê û li dijî gelê Libnanê jî, êdî xort berê xwe didin dervî welat.
Romana Zêro romaneke tijî evînî, helbest û hest in, lê mirov heger li liv û tevgera kasayetiyên Romanê tema bike wê bibîne ku gelek caran nivîskar xwe xistiye dewsa wan û kesayetî hetine ji bîr kirin, bi êweyê ku xwêner gelek caran xwe ji bîr dike ku ew romanekê dixwîne, lê belê ew nerîn û hewlwêstên nivîskarî dixwîne, lewma fakterê cokirinê (Tewîqê) tê kutin û xwêner hest bi dûbarekirina mijaran dike û êdî dixwaze bûyer û titên nû bibhîze, lê nivîskar gelek caran titên ku hatiye gotin bi heman êweyî dûbare dike.
Wek ezmûna yekemîn ya helbestvan û nivîskar Ezîz Xemcivîn mirov dikare bêje ew pêngaveke erênî ye û êdî romaneke nû li pirtûkxaneya Kurdî bi zimanê Kurdî zêde bûye, lê dibe ku heger mirov hin rûpelan ji romanê bavêje hest bi ti guhertinê neke.
Bi her halî mirov bi xwendina romanê dê careke din bi rêya çîroka kesayetiyên sereke di Romanê ku Zêro û Darînê ne ê û azarên gelê Kurd bixwîne û çawa hemû hewldan ji aliyê desthiltdariya Sûriyê dibûn jibo biavtina neteweya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û tinekirina Kurdan li tevahiya Sûriyê.
Roman di sala 2012an de û bi koçkirina Zêro û Darînê bo dervî welat bi dawî dibe, mîna ku nivîskar dixwaze bêje ku ti derfet ji bo jiyaneke bi rûmet li vî welatî nemaye û her xortek dixwaze êdî ji welat barke.
Ezîz Xemcivîn dixwaze bi rêya çîroka evîna du Kurdên ku ji ber stemkarî û zordariyê, ne li ser axa welatê xwe dijîn, ji bo xwênerê xwe cîroka azerî û êa gelê xwe vebêje, û bide diyarkirin ku heta niha tevî têkoîna ku dibe û tevî qurbaniyên giran, li ser axa welat evînî wek azadiyê bi bend û zincîr e.
Gewîlan 23.03.2020z
Rojnama Kurdistan 01.04.2020z

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3
Bi Tevah Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark