Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Korona sînoran dibezîne

 


Mizgîn Hesko

 Bê guman, dixwazim ku ji xwînerên kurdî re, çîrokeke pir kurt bibêjim:
Hin afrîdeyên seyr, bi cil û bergên seyrtir, ji asîmanên herî dûr, ne ji galagsiya (Galaxy) me , ango ne ji rista kadizê lê dibe ku ji hin ciyên ku hişê mirovan neghiştiye wan .
Belê hin afrîdeyên seyr bê ku xwe ji mer re belî bikin, yan bê ku hayê me ademîzadên dilbijokên xewê ji wan û liva wan hebe, di hinavê tariya şeveke zivistanê de hatin û derbasî zemîna me bûn.


Hatin bi firokên xwe ên mîna Tepsiyên xwarinê û di nava çend çirkeyan de, hin qutiyên seyr li şûn xwe bi cî hiştin û bi bayê lez û bezê vegeriyan.
Di qutiyan de , vayrosên Koronayê hebûn,, weha da ku ademîzadan li ser rûyê zemînê bi rengekî herî sivik û hesanü  ji holê bên rakirin û weha ev qada keskîn û ciwan da ji hemwelatiyên atmusfêrên wan re bimîne.
Yan jî da ku incama lêkolînên xwe ên di warê zanistê de, li ser me mirovan bikarbînin, me bixin bin ezmûnên xwe.
Ma em bixwe ademîzad ne weha bi serê wan lawirên belengaz dikin......?

Tekez hûn ê bipirsin: Jêderê vê çîrokê çiye, we ew ji kû aniye, yan di kîjan pirtûkê de we ew xwendiye..?
Min bibexşînin, ev çîrokeke ji nîgaşê min e, min ew di hişê xwe de afirandiye û li vir wê bi mebest parve dikim û dinvîsim.

Lê divê ku em jibîr nekin ku di rastiyê de, ne zor e ku tiştên weha jî hebin yan di hin dem û dewranan de peyda bibin, û ji xwe em dizanin ku hin kes hene  tekeziya dîtina ( Fliegende Untertasse bi Elmanî, flying saucer bi Engilîzî ,   (الصحون الطاىرةli hin cihan kirine, û di xeyala zanistê de jî hin lêkolînê di derbarê wan de  hene.
Herweha Amerîkanan bi taybetî pir Filmên weha dane çêkirin ) Science Fiction)  û bi dîtina min ew vê yekê bi mebest, bi armanc didin çêkirin. Belê û ji bo çêkirina filmên weha bi melyonên dolaran tên terxankirin.
Bi wê çîroka ku min ew li jor nivîsiye, ne ku tenaziyên xwe dikim, ji xwe baweriya min bi zanistê û hêza zanistê pir xurt e, lê ma naxwe Korona/ Corona , Covid-19 / ji kû hat.....?

Di pêvajoya dîrokê de, li piraniya welat û şaristaniyan, vayros,û nexweşiyên ku zû vedidan peyda bûne, ji wan jî ( Kolêra, Cuderî,Mirina reş, Infeloneza ya Tilûran, ya Berazan, vayroza خbola).
Ji incama wan nexweşiyan, bi melyonan mirov canê xwe ji dest dane û hin şaristanî ji holê hatin rakirin.
Ma peyda bûna Koronayê weko Fhنnomen e, diyardeyeke xwezayê ye, ev ji bo pîvana neşteciyên zemîna me serrast bibe.....?
Gelo ma gerdûn serê nevîçirkên xwe dixwe, da ku ew hejmara pîlankirî derbas nekin...?

غ îro di vê serdema me de, vayrosa Koronayê û dijwariya wê li ser cîhanê, zemînê û ademîzadan, îro û nemaze di van rojan de ku Vayrosa Koronayê bûye çîroka rojnamegeriyê, alavên ragihandinê, medya sosiyal , kolanê, dibistanê û hwd.

Tekez ne dektor im, ne jî pispor im da ku Vayrosa Koronayê ( Kovid–19) şîrove û analîze bikim, lê hin bîrdoz û dîtin hene ku dibêjin Korona  bi destên mirovan hatiye çêkirin, lê eger ev dîtin rast bin jî , di incamê de ew ji kontrola mirovan derketiye.
 korona sînoran dibezîne, dujminekî nuh e, ne dîtber e, ji malbata vayrosan e, ku zû namir e, ne jî mirovên ku ew vayros wergirtine zû nexweş dikevin , ji ber ku pêdiviya vayrosê bi nêzîkî du heftiyan heye , heyanî şûna xwe bigire, û bandora êrîşên xwe bide xuyakirin.

Dewleta Sîniyan gihiştiye asteke herî berz di warê teknîkê de, bazaran cîhanê êdî dane ber xwe.
Ew mirovên pir zîrek û zana ne, gelo ew çi mufayê ji xwarina اilan dikin, ma ne ev hezarên sala ne ku ew vê yekê dikin û heman goştî bi kar tînin...?
Tê gotin ku vayros bixwe ji اilan hatiye û mirovan weha ew ji xwarina wan wergirtine...!?
Lê pirseke vekirî li vir tête holê:
اima vayros niha gihaye mirovan, û Sîniyên têghiştî û şareza çawa nikarin derman jê re peyda bikin...?
Pisporên ku pir alavên modern, robotan, û Entrenêt dane çêkirin , çawa heyanî vê gavê destgirêdayî mane....?

Belê ...em hîn di bîstên pêşîn ên sedsala bîst û yekê de ne, û hîn bi hezaran mirov rojane tên kuştin, hin welat bi giştî ketine nav karwanê çûn û nehatinê, welat vala dibin, mal wêran dibin, çekên qedexekirî bi awayekî hişkere û vekirî li ber çavên cîhanê bi giştî tên xebitandin.
Rojan e,,,,bi hezarên zarokên bê guneh ji birçiya dimirin, cîyografiya zemînê tête guherîn...ma ev jî ne ji incama dilbijokiya hin dewlet û mirovên ku di hicreyên tarî de me û cîhanê kontrol dikin...?
اima em li wê yekê haye nabin ku goka zemînê bi temamî di metirsiyê de ye, û hin afrîdeyên ademîzad dilbijoken serweriyê, me mîna mişkên lêkolînê bikar tînin.

Ma rast e ku vayrosek mîna koronayê bê çare ye, bê derman e...û ew êdî ji kontrolê deketiye û weha bi awayekî ne dîtber zemîn daye ber gef û êrîşan xwe....?
Ma pêdivî bi çend melyon qurbanî ji ademîzadan heye, ta ku derman peyda bibe û hêminî misoger bibe....?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark