Ebdilmecît Þêxo
Gulên gulistana min herdem
rûlken bûn
Her sibehê min ew bi xûnava
dilên zarokên xwe av dida
Her sibehê min bi doþava pelên wan
tîbûna giyanê xwe diþkand
Her sibehê min li ber sîbera wan
helbestek buhuþtî ji gulistana
Melayê Cezîrî dixwand.
Lê vê sibehê, ew bi dîtina min re
hemû lal bûn
Keservedanên wan agirdanek
di stêrka dilê min de ava kirin
xûnavên lêvên min miçqandin
silava min di makê de
bi hilmên xwe qijilandin
ew lal,
lal bûn.
xxxxx
Erê!Qeþmerên serdemê
xwe di çavên min de
tûj kirin.
Ez kelûgirî bûm
bi qêrîna min re
gulgulîkan bi girîneke awazkirî
mîna kotirên zamdar
bi ser min de lorandin
de lorî ,lorî
kanî (Nêrgiza) me ?
kanî mûma sersala me?
de lorî,lorî.
Kanî hevalcêwiya me?
Kanî Buhara dilê me ?
De lorî ,lorî !!!
Kanî (Nêrgiza) me ?
De lorî ,lorî !!!
Em bi gorî…
……………)
2019