Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Ezela ber bi rojê ve

 


Bêwar Brahîm

Di wê şeveqa sar û cemidî de , serê xwe ji bin lihêfa xewnên sipî û kabûsên reş derxist , li navbera maxên beştên şikestî , tebabekî , mêze kir , li xurînî , çixareyeke stûr pêça û bi agirê birçîbûnê vêxist , û hêdî …hêdî , dûmana çixareya xwe berda binê lihêfa sar û cemidî .


Dîwarên jiyanê , li ber çavên wî , bûn neynikên şikestî û kerizî , dîmenên zelal dikirin perçe .. perçe .
Bi laşekî giran , bi hestekî birîndar û dudilî , xwe girêda û berê xwe da cihê kar .
Zêrevaniya imbarên Genim , di / Mîra / de , karekî zor giran bû li ser milê wî , lê agirê birçîbûnê , goşt û hestiyan dide ber şewata xwe .
Di gel ku ew mirovekî bi wijdan û dest paqij  bû , lê …, Iblîsên perîşaniyê  car..caran berê wî didane çewalên Genim , her carê têra tenûreke nan , bi xwe re dibire malê .
Bi sedema vî Genimî , Mişk ji mala wî xalî ne dibûn , bibûn ji kufletê malê .
Jin û her sê zaroyên wî , ne li malê bûn , rahişte beroşeke orte , hineke ji Genim xiste binê wê , û li ser tifika zilim û zorê , bi rûnê stiriyên beyabanan , hêdî ..hêdî  qeland , û bi jehra reş û sipî , ew Genim tevda û li hev xist .
Ji reqreqa tav û birûskên xedir , xiyanet û xapandinê  , reqreq û lêdana deriyê malê , ku bê kilît bû , ew di cih de lerizand , lê … dema çav bi koma leşkerên dewletê ket , kevçî ji destê wî kete erdê û çavê wî ziq mane vekirî .
Susret û lerizandina wî dûm nekirin , , ew bi dahf û bêhnan , li pêşiya xwe ajotin ziandanê , bê pirs û bersev , laşê wî di nav Darên lêdanê de , bû mîna kirasekî rizyayî , tiştek ji dijûn û siqêfên wan seh nekir , bi tenê dengeke derbasî guhê wî dibû :

- Haaaa … dizê Genim , Tû û kê hevparên hevin ?! hûn Kurd ji berê ve diz û xayinin !! Te ev ceger ji ku ve aniye , ta wisa bi tonan Genim ji dewletê didize ??!!!!
Di gel ezara êşkence û lêdanê jî , lê … , qamçiyên peyvên wisa , dil û  giyanê wî birîndar kirin , kawî û kerameta wî ji hev tarûmar kirin , nemerdî nekir û got :

- Em Kurd , ji we û rêberên we  bi şeref û romettirin , min bi tenê çend çeng genim , bi xwe re dibire malê , lê… hûn welatekî ji Genim û Petrolê  didizin ûûû …???
Sed mixabin … , ku peyva dawîn , di gewriya wî de , bû qêrîn û hawar , di bin darên lêdanê de , bi vemirandina qêrîna dawîn , mûma canê wî vemirî .
Mîna laşekî , yê lawiran , termê wî avêtin dawiya Pîkabekê zinger-girtî , û bê mehder ew avêtin ber deriyê mala wî , dema cîran lê kom bûn , berê Tifingên xwe dane wan û gotin :
- Laşê vî Segî !! bê deng , ji derveyî bajêr veşêrin , me silogan û xwepêşandan navên !!!
Piştî meşiyan , cîranan rahiştin termê wî û derbasî malê kirin , lê ji susreta qederê , terim ji destên wan hate xwarê , dema çav bi her sê zaroyan û diya wan ketin , li dora beroşa Genimê qelandî bibûn terim , ku ji birçîna binê beroşê paqij kiribûn  .
Cîranan , çar gor , di hindirê malê de kolan , ew  veşartin , deriyê malê bi zincîra perîşaniyê girtin û meşiyan .
Buharan tovên xwe belav dikirin û diçûn , havînan werzê xwe hiltanîn û bi kelkela rojên dijwar re dibuhijîn , Payizan pelên xwe rût dikirin û bi bayê re difiriyan , ewrên zivistanan barên xwe datanînin , bi berif û baranan re dibariyan , demê kir û ne kir , ku navê mala wî , di nav rûpelên ferhenga jibîrkirinê de tomar bike , nikarîbû .
Ji akama zilim û zorê , ta roja îro , tovê tiştekî li şûna mala wî kad nade , lê … çar darên Berûyan , bi serbilindî , vîn û deyaxê , bi berbangên rojê re û bi ronaka azadiyê re , li ber ava nejbîriyê , şaxên wan dikenin û pelên wan diçirisin .

* Ev çîrok min bi zimanê kurdî afirandîye  , û di kovara Nûbûn ê , bi şaşî di beşê wergerê de hatiye belav kirin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark