Bihrî Bênij
Þêxê min þêxê þêxan li vî warî
Min rexne kir bi tundî û bi dijwarî
Pelû dibû her sehne û her cîwarî
Xwe ne veþart piþt ti perde,ti dîwarî
Bang kir gelê di çû pey þêx bi hevsarî
Dijî qesabên ser milet kirin tarî
Bin eþkencê can çû bihiþt payedarî
Xemilî bi þûna daran ji zordarî
Amade bû ji zindanê ta mezarî
Bo azadî serxwebûnê bo rizgarî
Qamiþlokê te lerizand milet barî
Te veqetand regezokî ji serbarî
Hiþkere bû çelengê kurd ji sersarî
Xwe ne dît þêx lawek Kurdî giran barî
Te lev anîn Musulmanî , Kurdewarî
Ne Meeþûqî ti aþiqkkî bê hedarî
Bi lez bi bez di xwest berê evîndarî
Mukurhat li þaþiyên þêxê kevnarî
Derbarê jin, miletê Kurd bi hewarî
Celladên xwe riswa kirin li jîndarî
Bi þehîdî diz û çeteyên gemarê
Zilamokên desthelat bê þerm û arî
Li pey te Kurd bi aþîtî dagirt þarî
Zîndîlokên parastinê bi çekdarî
Þîrheram û kolekên xwe hatin arî
Xwaringeh û dikanên Kurd û embarî
Talan kirin cam û derî anîn xwarî
Ev ne sinçê Erebaye bi vî karî
Sinçê dûvê desthelatê weke marî
Ji bo wê herdem bi ewt û bare barî
Kurdê li bûyeran dima seyr û darî
Ket êtûna kefteleftê bi neçarî
Zarok nasî þerê Kurdan û candarî
Zanî Kurde xelkê mafê rewa xwarî
Zanî ku Kurd ne þehîdkî ddê hezarî
Qamiþlokê na rûnê ser vî azarî
Toza salan da diweþê diçê arî
Ji bîr nakê pakrewanan ne bindarî
Roja Kurdistana biçûk bik diyarî
Bextê kêye piþtî Meeþûq bbê diyarî?
Qamiþlo ... 10/6/2005