Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Qanatê Kurdo û110 saliya wî 

 


 Bavê Zozanê

Iro 14.9.2019 li bajarê Essen ê li Almaniy e, Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya û bi alîkariya komela Hêlîn, simînarek taybet ser 110 saliya Qenatê Kurdo ji daykbûna wî bi bîranîn.
Simînar  katjimêr 17 dest pêkir û dor du katan berdewam kir bi beşdarbûna lêkolînvan  D.r Husên Hebeş û D.r Brahîm Mehmûd  ku herdû berêzan bi ber firehî li ser kar û xebat û berhem û tekoşîna  hêja Qenatê Kurdo sekinîn.
Mamosta Cemîl Brahîm  bi xulekek bê Deng li ser canê nemirên Kurdistanê dest bi pêşkêşkirina simînarê kir .


D.r Hebeş bihtirî 40 xuleyi li ser Qenat deng û axaftin kir çend rûpel ji pirtûka xwe ku li ser Qenatê Kurdo çêkirbû xwend, jiyangeriya wî bi temaşvanan da nasîn ku ew bi xwe mêrxasekî bi nav û deng bû di seranserî welatê Sofiyatstanê de û di hemî kar û barê xwede rewşenbêrî, ramyarî, rêkxirawî, leşkerî...

D.r Brahîm Mehmûd  jî beşek ji jiyana pro. Qenatê Kurdo ber bi çavkir li ser heskirin û welatparêziya apê Qenat bi firehî axivî, ku ewî  bi xwe kurte filimek û hevpeyîvînek taybet pêre  girtiye û çêkiriye ku ew li bal ti kesî peyda nabê ,dîkomintek be hampaye wisa  soz da civatê ku cara bê wê ewî filimî  ji bo mêvan û amadebûnên berêz pêşkêş bike.

Bêguman simînareke taybet bû ji hemî aliyên xwe ve, jimarek nivîskar û rewşenbîrê neqandî amede bûbûn herdû dektorê me jî neqandîbûn axaftin û pirs jî neqandîbûn .

Civat hemî bi dil rehetî ji şevê derketin, sûdeke baş ji simînarê qezenc kirin, pir agahiyên nû wergirtin ji ber herdû lîkolînvanan bi apê Qenat bi xwere jiyan kiribûn ew rû bi rû dîtibûn, xwendina xwe li ber destê wî tewakiribûn lome axaftina wan nerm û bi ken û şewq dihat.

Jiyana apê Qenatê Kurdo jî pirtûka D.r Husên Hebeş:

  Qanatê Kurdo li gundê Sûsizê yê bi ser navçeya Qersê ve di 12-ê îlona 1909-an de hatiye dinyayê. Piştî giştkujiya sala 1918-an ji aliyê karbidestên tirkan de, bêtirî sed 100 kesî ji malbata Qanat têne kuştin, ew kesên jiber kuştinê rizgarbûne, revîne, berê xwe dane Ermenistanê, ew jî ev bûn: Qanat, dêbavên wî Kurdo û Xezal, amojina wî ya bi navê Xezal û herdu pismam Reşîd, Ahmê û dotmama wî Zozan.

 Li gundê Korbilaxê, li Ermenistanê ew cîwar dibin, lê rewşa aborî li wir pir dijwar bû. Piştî demeke kurt Kurdo bi kurê xwe û bi herdû biraziyên xwe re Reşîd û Ahmê diçin Tiblîsê. Gava li wir kar dibînin endamên din jî tên wî bajarî. Di sala 1921-ê de bavê Qanat diçe ber dilovaniya Xwedê.

Dayîka Qanat mêrekî xwe dike û zaroyê sêwî li ba xizmê xwe Reşidê Osman dimîne. Di wan salan de li Tiblîsê dibistaneke kurdî, êvarkî hate vekirin. Birêvabir û mamosteyê wê Lazo (Hakob Kazaryan 1868 - 1926) bû. Li wê dibistanê xwandin û nivisîn bi elfabeyeke nû bû; ya ku Lazo liser bingeha tîpên ermenî amadekiribû û bi wê pirtûka „Şems“ –yekemîn çapkera kurdî li Ermenistanê - di sala 1921-ê de li Êçmîadzînê hatibû belavkirin.

 Ew Berhema bi xwe jî li wir dihate xwandin, herweha jina Lazo jî li wir mamoste bû. Şagirtên wê dibistainê, yên mîna Qanatê Kurdo, Semendê Siyabandov, Tîtalê Mûradov, Çerkezê Beko, Xalitê Çeto û hineke din bûn, wan dixwand û carina di şanoyên mamosteyê wan bo kurdî amadedikirin de dilîstin. Q. Kurdo bi roj solên xelkê boye dikirin û bi şev jî diçû dibistanê.

Di sala 1928-an guhartineke erênî di jiyana Q. Kurdo de çêdibe, gava partiya Komûnîstiya Ermenistanê biryara şandina heşt (8) gencên kurd dide, ku herin Lênîngiradê (Sank-Pêtirburg) li înstîtûta Rojhilatnasiyê, li Fakûltêta Karkeran (Rabfak), ya zimanan bixwînin.) .Divê ev rastiya jî li vir be çespandin, ku Ereb Şemo navê Qanatê Kurdo kir nav navnîşeya gencên bo xwandinê vebrajtî - Piştî temamkirina wê dezgehê çar kes ji wan li zanîngeha Lênîgradê dixwînin - Q. Kurdo tîne bîra xwe - ku tevî sê xwandevanên din: Edoyê Cango, Salih Cafarov û Emer Mîrzoyêv bûn.

Jêhatina Q. Kurdo bala rojhilatnasên mezin A. Freyman û Î. Orbêlî dikşîne û bi arîkariya wan asoyeke nû li pêş xwandevanê kurd vedibe; ew kurdologiyê ji xwe re dike armanca serekîn. Liser wan rojina weha rehmetî carekê ji nivîsarê vê portrêtê re got: Wê demê Î. Orbêlî nizanîbû, ku zayend di kurmancî de heye, Q. Kurdo ji wî re wê yekê dibelgehîne û mînayan liser mê û nêr re tîne. Weha jiyna zanistî ya Q. Kurdo destpêdike, dema hîn di kursa 3-an de bû, sala 1933-an di bin serperiştiya A. Freyman de Q. Kurdo û Î. Tsûkêrman du lêgerînan liser zimanê kurdî amadedikin.

Sala 1934-an yekemîn konfransa kurdnasiyê li Êrêvanê pêktê, bêtrî 50-î pispor û zana tê de pîşkdar dibin, di wê civînê de Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Erebê Şemo û Q. Kurdo lêgerînên xwe dixwînin. Ji salên 1936 ta 1939-an Q. Kurdo dibe xwandevanê dokotra li fakultêta filologiyê li zanîgeha Lênîngradê. Di bin serkakariya A. Freyman de lêgerîna xwe ya doktora liser: „Dirustbûna lekerên dijwar di zimanê kurdî de“ sala 1940-î pawandike.

Ji salên 1939 ta 1941-an Q. Kurdo wek pisporekî zanistî mezintir li înstîtuta Êtnografiyê ya bi Ekadêmiya Zanistî Sovyetî ve girêdayî dixebite. Dema alafa Cenga Cîhanî Duhem digîhne nêzîka Lênîngradê û bajar ji aliyê elmanên nazî ve tê dorpêçkirin, rêyên zanistiyê liber zanayan û herweha liber Q. Kurdo jî tên girtin, ew li dibistana topvaniyê dixwîne û di salên 1943 – 1945-an dikeve nav agirê cengê di bereya (front) duhemîn de li Prîbaltîkayê. Ew ordêna Stêra Sor û medaliyine din di wê demê de werdigire.

Sala 1945-an piştî temambûna cenga Nîştimanî li Sovyetistanê A. Frêyman daxwazdike, ku Q. Kurdo vegere ser karê xwe yê zanistî û weha sala 1946-an li instîtuta Rojhilatnasiyê dixebite.

Li wê dezegehê kurdnasî ji Q. Kurdo re dibe biwara serekîn; ew bi dilgermî dikeve nav lêkolînên zimanzanî tev zaravên wî, folklornasî û janirên wê, wêjevanî, êtnografî, dîrok, lê mecala serekîn jê re ziman bû. Weha sala 1949-an zimanzan Q. Kurdo li Êrêvanê pirtûkeke giranbiha bi sernavê „Gramatîka zimanê kurmancî ya kurt. Bona dersxanêd 3-4“ belavdike. Di wê de yekemîn car hewildana nasandina (klasîfîkesyon) cûreyên navdêrên kurmancî hatiye numakirin.  Piştî derketina wê pirtûkine dibistanî din têne çapkirin .

Ew berhemina pircaran hatine çapkirin, paşê berhemên din ji hemî kurdan re ta roja nemanê berdewambûn. Nivîskarê vê bendê ducaran ji serokê înstituta Rojhilatnasiyê li Lênîngradê di sala 1979-an, di dema şahînetkirina 70saliya Q. Kurdo de, rastiya bayexa xebatên zimanzanê navdar bihîst ku Kanat Kalaşêvîç wê tim di nav kurdan de bimîne; wî pirtûkên xwandinî jî amadekirine bo perwerdekirina şagirtên dibistanên kurdî.

Di warê sextekirina dîrok, ziman û rabûnrûniştina kurdan de ji aliyê cuda zanyayên cûrecûr de zana Q. Kurdo tucaran beramber wan bêdeng ne dima, ew tim di kêferata nasandina rastiyê de bû û di mercine tevî dijwar de, dema mera dibîne, ku hawîrdor bi her awayan ji mera re hatibe qedexekirin, ku mera bi dilînî rastiya dil bibêje, - ew di wê babetê de yekta bû - tucaran neditirsî; seriyê xwe lihember sextekarî û sextekarn daneniya, loma jî ew ji her aliyan ve dihate êşandin û di nav wan êşgeşkaran de mixabin carina kurd jî hebûn. Hîn terora J. Stalîn piştî mirinê (1953) jî Sovyet û mêjiyên intlelktuwêlen welêt bi sawîriyê dapoşîbû, ku ne asanbû rayên serbest bêne aşkerekirin.

Q. Kurdo bi wêrekî dinivîse dijî ew kesên bi zanebûn heyîna kurdan disextandin, weha  sala 1954-de lêgerîna xwe liser Reşîd Yasmî, dîroknasê îranî belavdike. Di wê de mêtod û awayên sextekariya mêjuya kurdan numadike.  Lihember ew kesên liser zimanê kurdî çewtî nivisîne, bi zanîn û bi nezanîn zimanzan lêkolîna „Rexneya nirînên şaş liser zimanê kurdî“ sala 1955-an diweşîne. Carina mera wek kurd, di bîhnên rastiya derûnî de ji xwe dipirse, ma çî kurdan heye, jibilî dijminan!! Erê, mixabin tenê ew pir in!! Û dost ji kurdan re peyveke leylanî ye. Lê fenomêna hîn kujertir; neheziya me kurdan ji hev re!! Di wê babetê de em xwedî rêkordên navneteweyî ne!!

Du bendên bayexdar liser nivîsevanê ermeniyan yê navdar Xaçatûr Ebovyan dinivîse, ew ta serdema me jî ektuwêl in; weha ew hatine navandin: Xaçatûr Ebovyan wek kurdnas û êtnograf“ û „Xaçatûr Ebovyan wek lêgervan û kurdnas“.

  Divê bêgotin, ku ew lêkolîn û nivîsarên zanistî yên Q. Kurdo afirandine hemî bi rûsî ne, mixabin ew nehatine wergerandin bo kurmancî, ez hêvî dikim, ku em şagirtên Kurdo û xemxurên çanda kurdî wan wergerîn zimanê dayîkê. Sala 1957-an berhemeke payebilnd di dîroka zimanzaniya kurdî de bi sernavê „Gramatiak kûrdskovo jzîka, (Kurmancî) , fonêtîak, morfologiya „belavdibe.

Serketina Mezin

(50saliya avakirina Pişka Kurdî)

Di 28-ê şibata 1959-an de serokê îRL ekadêmîk Î. Orbêlî fermana pişkeke serbixwe bo kurdnasiyê derxist di bin serokatiya xwe de bona lêkolînên liser dîrok, çand û zimanê gelê kurd, ku ew di 1-ê adara 1959-an de dest bi xebatê bike. Navê van pisporan di wê de hatibû rêzkirin:  Kurdoev K.K, Tsûkerman Î.Î, Rûdenko M.B, Mûsaêlyan J.S., Dementeva (Vasilyeva) E.Î. û xwandevanên doktora Smîrnova Î.A., Yosûpova Z. A., Eyobî K.R., Celilova Weha bi koşîşa Î. Orbêlî yekemîn koma pisporên zanistî liser tenga Sovyet û cîhanê hate demezrandin, ku wê xwe bi cuda pirsên zanistiyê liser gelê kurd mijulbike.

 Sala 1961-ê piştî mirina serokê wê Q. Kurdo dibe berpirsyariyê „Pişka kurdî“ (Kûrdskî Kabînêt) û ma ta roja dawiyê ji jiyana xwe, 31.10.1985-an. Pişka Kurdî li Lênîngradê lêgerînine serekîn di cuda biwarên kurdnasiyê de amadekirin, ew bûne bingehên zanistî rast ji lêkolînên kurdî re.

Xebatkarên wê bi karine mezin rabûne, yek ji wan karên giranbiha çapkirina „Ferhenga Kurdî-Rûsî“ (1960) ya Q. Kurdo ye. Bêtirî 34 hezar peyv û hevokên kurmancî û soranî cihên xwe di wê de dibînin. Ew şakara ta dema me jî kêmwêne ye bi struktur û awaya peyv jihevşelîn û ravekirinê. Ew navenda kurdnasiyê navdar bi saya çalakiyên tevkarên wê yên payebilind, di nav kurdên Kurdistanê de jî wek ronahiyeke zanistî hatiye naskirin, herweha pêwendiyên wê bi pir melbendên rojhilatnasiyê re li welatên ewropî jî hebûn.

Karê zanistî mezin yê di sala 1968-an de Q. Kurdo tîtêla (titel, latînî) Habîlîtasyonê D.S.C. liser wergiritye, lêkolina „Gramatika Kûrdskovo Yzîka na metêrialê dialêktov kurmandji î soranî“ di sala 1978-an hate çapkirin.

Wergera wê ya kurmancî di hizêrana 1990-î de li Stockholmê, „Weşanên Roja Nû“ hat belavkirin. Wê çiqas başbuya, ku ew kara ji aliyê zimanzanekî li Kurdistanê hatiye dinyayê, bihata wergerandin.

Ez pir poşman im, ku apê Qanat liser înîsatîva nivîskarê vê bendê havînekê dest ji karên din berdan, liser wê xebitî û bi kurmancî amadekir. Di 25 salên serokatiya Pişka Kurdî de Q. Kurdo bêtirî 85 lêkolînebend û pirtûk çapkirine, çawa şagirtê wî Cemşîd Heyderî dinivîse. Yek ji wan çalakiyan amadekirina „Ferhenga Kudî-Rûsî (Soranî) li gel Zera Usib bû, ya ku sala 1983-an li Mosko belavbûye.

Karên mezinan her mezinahî ye, yek ji wan mezinahiyên Q. Kurdo amadekirina pisporên kurdnasiyê bû, bi serkariya wî 17 kesan tîtêlên (Doctor PH. D) di zanistiyê de wergirtine, nivîsevanê vê bendê jî yek ji wan tîtêlwergirtiya ye.

Bêtirî 100 karî Qanatê Kurdo bi zimanên rûsî û kurdî belavkirine, birek destnivîs hîn ne hatine çapkirin.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark