Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bi Konê Reþ re gerek li Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)

 


Idrîs Hiso

Dawî berhemên nivîskar û helbestvan Konê Reþ romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) ye.
Dema mirov çav li navnîþana vê pirtûkê dikeve, pêþbînî dike ku wê çi di nav herdu qapên wê de be, bi taybet dema ku ev pirtûk ji aliyê nivîskarekî mîna Konê Reþ hatibe nivîsandin, çinku vî ciwamêrî temenê xwe terxan kiriye jibo nivîsa bi zimanê bav û bapîran û bi tayebet derbarê dîrok, filklor û serpêhatiyên devera Beriya Mêrdînî û gelek mijarên din ku ne dûrin ji dîrok û jiyana xelkên vê deverê û têkildarî hevin.


Pirtûk ku ji weþana Sîtav e û ji 270 rûpelî pêktê, vegotina jiyanameya nivîskar bi xwe ye, lê jiyanameya nivîskar çîroka Beriya Mêrdînê bi giþtî li xwe digre.
Çendî girînge mirov li vegotina çîrokên heyamên derbasbûyî guhdar bike, lê ya girîngtir ku ew çîrok bi nivisandinê werin parastin û jibo nifþên bê were veguheztin, ev karê girîng Konê Reþ li xwe girtiye û berhemekî giranbuha û pîroz li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye.
Pirtûk dikare bibe dîroka herêmê ku bi þêweyê vegotinê rasteqîneyên deverê bo xwêner vedighêze.
Di pirtûka Beriya Mêrdînê de xwêner dê li Beriya Mêrdînê bigre û bi zimanekî kurdî nerim û resen li çîrok û serpêhatiyên heyamên derbasbûyî ku heta niha jî bandora xwe li ser jiyan û tevgera xelkên Rojavayê Kurdistanê dike guhdarî bike û bixwîne.
Wê zaroktiya wê demê, xwendina olî, destpêkirina dibistanên fermî, çîrokên Qewal, Mela û Derwêþan, dengvedana Þoreþa Barzaniyê Nemir, rewþa jinê di civatê de, çîrokên parçekirina Kurdistanê bo SERXET û BINXETê û destpêkirina desthilata Erebî û xwendin û perwerdeya bi zimanê Erebî û qedexekirina Zimanê Kurdî, çandina mayinan di kezeba beriya Mêrdînê de û qurbaniyên ku xelkê vê beriyê dane û didin da ku bi vîna xwe û evîna xwe hebûna van mayinan pûçbikin, çîrojka Sultana Serhên û Þemsa Mihemed xayê Deqorî bixwîne û bibhîze wê verge di nav bîranîn nivîskar de bijî û li ser zimanê wî û beþekî dewlemend ji dîroka deverê bixwîne û di nav de bijî.
Di romana ku mirov kare bi dilrehetî navê Romana dîrokî an jî jînenîgarî lê bike, adet û nertî û çanda deverê binase.
Konê Reþ ji gundê xwe Doda dest bi çîrok û serpêhatiyên Beriya Mêrdînê dike û konê xwe li ser seranserî deverê vedigre, lê ew herdem dibêje Qamiþlo vîn û Evîna mine û Doda û hemû gund û bajarên Beriya Mêrdînê û Kurdistanê gund û bajarên min in û landika evîna min in. bêyî ku rasterast ji me re  bêje ew me hand dide ku em her tiþtî û her hestî bi zimanê Kurdî binvîsin ji ber ew kesayetî û nasnameya me û xwe di zimanê me yê þêrîn de dibîne.
Gotarek û du û sê û bi dehan gotar jî têra te nakin ku em ji te re hey xwênerê berêz vê romana xweþ bidin naskirin, incex tu pirtûkê bigrî nav dest û rûpel rûpel bixwîne û piþtre tu binasî ka Konê Reþ çi vedibêje û çi nameyê dighîne.
Hêjaye mirov vê romanê her êvar hilgire û di nav civatê de ji zarok û jinan, ji mêr, gênc û keçan re bixwîne, da ku bîr û bîranînên þêrîn û tal, fedakarî û mêrxasî di bîra civaka me de sax û zindî bimînin heta roja ku Beriya Mêrdînê û seranserî welatê me azad û serfiraz bibe.
Hisiça 25.08.2019z
Di rojnameya Kurdsitan hejmara 156an, roja 1.09.2019an de belav bûye   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.28
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark