Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Waneyek ji waneyê…çima zarok naxwînin?

 


 Idrîs Hiso

Di dawî xula fêrbûna zimanê kurdî li kampa Gewîlan ku taybet bû bi jinan, derbarê dûrbûna zarokan ji xwendina pirtûkan heta bi pirtûkên dibistanê li gel 8 jinan min giftûgo kir.
Ji xwe asta xwendina beþdarbûyên vê xulê herî kêm heta pola nehan bû û herî zêde pola 12ê bû, wate hemûyan çend sal ji jiyana xwe di dibistanê de qedandine û dizanin bi zimanê erebî ku zimanê fermî yê dewleta Sûriyê ye.


Temenê wan di navbera 20 heta 45 salî de bû. bêhtirên wan ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê bûn.
Gazindeya wan ji wê yekê bû ku zarokên wan berdewam bi mûbayil, aypad û li ber ekranê telîvîzyonê ne û bi zor û heft bela heta ku hinekî dixwînin.
Min ji wan yek bi yek pirsî aya her yek ji we çend mûbayilên zîrek di mala we de heye û nirxê herî kêm ji her mûbaylekî çend e?
Li gorî bersivên wan encam bi vî rengî bû: Herî kêm her malek 3 mûbayilên zîrek têdeye, û nirxê herî kêm ji her mûbaylekî re 100 dolarên amrîkî ye û nirxê herî bilin yê mûbaylan 300 dolarê amrîkî ye, bi giþtî me got bila nirxê navendî yê her mûbaylekî 150 dolar be.
Wate, 24 mûbayil di 8 malan de hene, ev mûbayil bi tevahî bi 3600 dolarî hatine kirîn, xerciya her mûbayilekî herî kêm mehê 5 dolar e, wate mehane jî 100 heta 120 dolarî li van mûbayilan tê xerckirin,  di sale de herî kêm 1000 heta 1200 dolarî xercî li mûbaylê van malbatan tê dan.
Piþtre me nîqaþ bi aliyekî din ve araste kir: Aya di her malekê de çend pirtûk hene, kê kirîne, mijara pirtûkan çiye û nirxê wan çend e?
Di encama bersivên her heþt jinan de hat diyarkirin ku bi tenê 16 pirtûk li seranserî malan heye, ew pirtûk jî ne kirîne, hin rêxistinên mirovî dane bêhtirên wan, bi tenê du yan sê pirtûk hatibûn kirîn, nirxê herî buha yê pirtûkekê ji wan 2 dolar bû, mijara pirtûkên wan jî wisa bû, hejmara herî mezin olî bû, hejmarek ji pirtûkan jî derbarê fêrbûna zimanê Elmanî, Tirkî û Inklîzî bûn.
Di bersiva pirsa: Aya li malên we cihekî taybet ji bo pirtûkan heye? Bersiva hemûyan NA bû. Wate li malên wan pirtûkxane, pirtûk, kovar û rojname nînin û ti kes ti carî bi xwendina pirtûkekê mijûl nabe.
Ev bi giþtî ji xwe di malên wan de pirtûkên taybet bi zarokan nebûn.
Min ji wan xwest behsa tiþtê ku ew dizanin derbarê girîngiya pirtûkan û metirsiyên mana zarokan bi seetên dirêj li ber ekranên tv, mûbayil û aypadan lê ti kesî bi rengekî ku derbarê vê mijarê zaniyariyên baþ hebin neaxifî, bi tenê çend tiþên ne bi hevûdin girêdayî gotin.
Ji xwe asta xwendina beþdarbûyên vê xulê wek me got, herî kêm heta pola 9 ye û herî zêde pola 12ê ye, wate hemûyan çend sal ji jiyana xwe di dibistanê de qedandine û dizanin bi zimanê erebî ku zimanê fermî yê dweletê ye dizanin.
Temenê wan di navbera 20 heta 45 salan de  ye. bêhtirên wan ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne.
Vêja piþtî van encaman gilî û gazindên xwe jî dikin derbarê çima zarokên wan naxwînin.
Ji bo zarok hogirî xwendinê bibin divê berî biçin dibistanê li malê çîrok, kovar û keresteyên taybet bi xwendin û nivisandinê mîna reng, pênûs, tabloyên taybet bi zarokan, kaxetên sipî û lênûs û pirtûk hebin, herwiha divê endamên malê bi xwe jî beþekî girîng ji dema xwe bi xwendina pirtûkan li pêþiya zarokên xwe derbasbikin.
Divê beþek ji xerciyan malê were terxan kirin jibo kirîna kereste û pirtûkên zarok û mezinan, ji ber ne maqûle di maweyê du yan sê saln de ji 10000 dolar heta 12000 dolar li ser mûbaylan were xerckirin û bi tenê sed dolar jî li ser pirtûkan û keresteyên xwendinê neyê xerckirin û piþtre jî em gazindeyan ji zarokên xwe bikin çima ew naxwînin.     

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark