Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ewqa Imzeyan

 


Bavê Zozanê

Duh roja emiyê  30.6.2019 û bi  alîkariya Yekîtiya Gitî ya Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriya ahengek bo Imzekirina çend pirtûkan li bajarê Essen ê welatê Almaniya hate li darxistin ku çar nivîskarên me yên hêja têde bedar bûn.
Ji wan helbestvana hest nazik Mizgîn Hesko û nivîskarê xwînêrîn û dilxort Baqî Huseynî wisa ji nivîskarê qedir bilin û romanivîsê Kurd CanKurd.


Hêjaye gotinê ku nivîskar Subhî Deqorî nedikarî bû ji France bê ji xwe ew yê çara bû di vê eva xemilandî de.

Nivîskar Cemîl Ibrahîm di serî de dest bi vekirina civatê kir xêrhatin û xweî da mêvanên delal û wek xuleyek bê deng cemawer li ser canê nemirê kurdistanê rawestiyan.

Paî  dest bi çalakiyê hat kirin ku hêja Alwan ivan li ser jiyan û kar û xebata Helbestvana delal Mizgîn Hesko axivî -pirtûk, xelat û serbora wê di nivîsandinê de - pitre derfet da Mizgîn ku ewê bi xwe bi zelalî li ser xwe û xebata xwe di warê helbestê de axivî û got ku ew li ser hilm û bihna welatparêziyê ku ji bavê wê di hat mezin bûye wisa jî li ber siya helbestên Tirêj gelek caran razaye.. Paî bi du helbestên bedew axaftina xwe tewa kir.

Pitre Bavê Zozanê nivîskar Cankurd bo mêvanan pêkê kir jiyan û xebata wî,pirtûkên wî, ku bihtirî ji 15an yên çapkirî hene tev bi zinamê Kurdîne pêvî yekheban. 



Birastî Cankurd pir zor di jiyana xwe de li welat dîtiye ta ku dawî ew ji mafê nietvaniyê dûrkirbûn loma mecbûr mabû ku  here Almaniya û wek penaber li wir bi mîne.

Cankurd bi kurtî ser e pirtûkên xwe ku bi xwere anîbûn axvî li ser Romana kurdî gotebêj hate kirin birastî keda Cankurd di vî warîde cihê serbilindiyê ye ku qorzîk ji nivîsgeha Kurdî bi pirtûkên xwe xemilandiye.

Dawî Xanim Leylan Hekarî Nivîskarê hêja Ebdulbaqî Huseynî serokê YNRKS bi mêvanan da nasîn jiyana wî bi kurtî anî ziman.

Paî mamosta Baqî ser pirtûka xwe Berevajî Firendikan û çîrokên wê axivî ku pirê wê ser Kurdên penaber bû. Dawî jî bavê Manî spasiya xwedanê çapxana Sersera kir D. Bear Mustefa û mamosra Sîrac Osman xwedanê Dar Alzeman ya çap û belav kirina pirtûkan.

Wisa jî pîroz bahiya malbata Barzanî kir ku Kurdisatanê bi rengekî hêmen bi rêve dibin.

dawî Cankurd diyariyek hêja pêkêî D. Bear Mustefa kir di ber keda wî di parastinaToreya Kurdî de û alîkariya wî ya  bê hempa bo çapkirina berhemên nivîskarên kurd.

Simînar bi pirs û gotebêjên xwe ser çîrok û romana Kurdî bi dawî hat.

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.55
Bi Tevah Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark